Xendek, Hezex

Xendek
Hendekköy
Xendek li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xendek
Xendek
Koordînat: 37°23′49″Bk 42°3′30″Rh / 37.39694°Bk 42.05833°Rh / 37.39694; 42.05833
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehŞirnex
NavçeHezex
NahiyeHezex (navend)
Bilindahî
445 m (1460 ft)
Nifûs
 (2011)
84[1]
Koda postayê
73300
Koda telefonê(+90) 486
Map
biguhêreBelge
Dûrahî
Bajar gund Navçe
? km ? km

Xendek (bi tirkî: Hendekköy), gundekî navçeya Şirnexê Hezexê ye. Li rexa çemê Dîcleyê hatiye avakirin. Gundekî kevnare û dîrokî ye. Di dema Bîzansiyan de weke kelehek mezin hatiye bikaranîn. Ev der sînorê Împeratoriya Bîzansê ye. Li hemberî wî kela Finikê di destê Persan de bû. Du kelehên mezinbûn li hemberî hev. Ji ber wê cihekî stratejîk bû.

Navê wê di nexşeyên wî demî de Bethzabde derbas dibe. Çiqas ku ev gund keleha Bîzansê be jî ku hêjî; keleha wê, sûrên wê, pîlik, lûleyên avê, dêrên wê xûya dike, gelê vê herêmê kurd bûn û bi awayekî xweser dijiyan. Li Xendekê deverek heye ku hêjî jêre dibêjin Mişara Kurdiyanya. Mişar ango xeta Kurdiyanya. Dema mirov ji vê xetê dibore êdî bêhna axa kurdan tê.

Li bakûrê Xendekê Kereşa, li başûr Tilêla, li rojava Kanîreş û Bafê û li rojhilat jî Mizgeftok û Cerehî hene. Di navbera Xendekê û Mizgeftok (Laleşok)ê de xirabajarekî mezin heye. Navê vî xirabajarî yê rastîn Kurdiyanya ye. Li vir kurd di bin Bîzansiyan de awayekî xweser dijiyan. Hêjî xanî, sûr û şopên Kurdiyanya xûyayî ne.

Di nav erdê Xendekê de Kehniya Sitiyê heye. Ev kehnî cihê Sitiya Kudiyanya bû. Ev bermahiyên dîrokî li benda lêkolînê ne. Li benda lêkolînerên kurd e.

Navên kehniyên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Xendeka rengîn de gelek kanî û robar hene. Di eslê wê de Xendek cihek biav e. Ji aliyê avê ve tu kêmasiyên wê nîn in. Hem çemê Dîjleyê hem seqlanên wê û hem jî kaniyên wê pirsgirêka avê çareser kirine. Çiqas ku dizanim hê bêhtir kanî hene jî kaniyên ku min tespîtkirîn ev in:

  1. Kehniya ‘Elkê
  2. Kehniya Binya Êş
  3. Kehniya Biya Ewlên (Goreka şêx an jî ilimdarekî li wir e. Yên nexweş diçin wir û wextekî dirazin. Piştî wextekî li gor baweriyê; ew zat tê xewna nexweşî û weke marekî ser re diçe û nexweş sax dibe.)
  4. Kehniya Cim’îka (cihê Civînê)
  5. Kehniya Cirnika
  6. Kehniya Çelo
  7. Kehniya Çemê Sor
  8. Kehniya Dehlokê
  9. Kehniya Êliya
  10. Kehniya Gund
  11. Kehniya Gundik
  12. Kehniya Haco
  13. Kehniya Hejira Kozê
  14. Kehniya Hejîrê
  15. Kehniya Kaşikê Hejîrê
  16. Kehniya Kêpo
  17. Kehniya Mêrga Dehşika
  18. Kehniya Mêrgê
  19. Kehniya Pîseka
  20. Kehniya Sitiyê(Sitiya Xirabajar)
  21. Kehniya Şixra
  22. Kehniya Temes
  23. Kehniya Tirik

Navên cih û war û kaşik û xirabajaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xendek ji aliyê navdayînê ve jî pir pêş ketiye. Cih nîn e ku bênav maye. Li her kanî, li her kaşik û li her deştî re navek dîtine. Niha jî hin navên ku min tomar kirîn:

  1. Aşkê Mejdîn
  2. Bankê Pîro
  3. Bêndera Zûr
  4. Benê Purtî
  5. Berka Şemdîn
  6. Beroş
  7. Beroşê Hemîdê
  8. Besta Qelêç
  9. Bestê (Li ber çem cihê bi bestik û fireh û rast e.)
  10. Çaya Kurtik
  11. Çemê Binya Ewlên
  12. Çemê Ehmo
  13. Çemê Sor
  14. Çemê Spîndara
  15. Çemê Şirt
  16. Çemkê Legan
  17. Dehlok (Li ber Çemê Dîjleyê cihekî dar û ber e.)
  18. Derê Şikeftan
  19. Deşt
  20. Deştok (Deşta duyem a piçûk e.)
  21. Erdê Kehniya Cirnik
  22. Gilxenzîr
  23. Girê Nêriya
  24. Girkê Legan
  25. Girkê Tûpişka
  26. Girkê Zixronek
  27. Goniyê Dinho
  28. Gulşîlan
  29. Kêlkê
  30. Kevir Sipîka
  31. Korta Dehlokê (Bi ser dehlokê re.)
  32. Mendîşan
  33. Mextera Şewlo
  34. Mişar
  35. Mişara ‘Îdo
  36. Mişara Govê
  37. Mişara Kurdiyanya
  38. Pişta Êş
  39. Qelêç
  40. Sêlewan
  41. Serê Sûlavê
  42. Serêş
  43. Sûlav
  44. Şemilwan
  45. Tirik
  46. Xendeka Xirabe (Gundekî wextê Bîzansiyan mayî ye. Nêzîkî 1600 sal dîroka wê heye. Sûrên wê hêjî bi cih in).
  47. Xwêrêz
  48. Zeviya Dirêj
  49. Zeviya Ezdîn
  50. Zeviya Garanê
  51. Zeviya Mecîd
  52. Zeviya Mezin
  53. Zeviya Miho
  54. Zeviya Noko (Nehka)
  55. Erdê Kehniya Mêrgê
  56. Niwala Kurtik
  57. Aşê Mala Hacî
  58. Berseqlan
  59. Aşê Mehûjoka
  60. Banê Rast
  61. Erdê Kehniya Sitiyê

Gundên xirabe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wek me got Xendek xwedî dîrokek dûr û dirêj e. Divê lêkolînek mezin werê kirin. Niha hin cihên dîrokî û xirab e:

  1. Xendeka Xirabe (Ji Xendeka nû bi qasî 300 m dûr e. Gundekî ku ji Bîzansiyan an jî Romayê mayî ye. Kela wê hê jî dimêne. Pere, lûleyên avê, malên wan hê jî tên dîtin).
  2. Xirabajar (Di navbera Xendek û Mizgeftokê de ye. Navê wê yê rast Kurdiyanya ye. Ew jî xwediyê kelehekî ye. Gundekî kevnare û dîrokî ye. Li gor berê bajarek mezin e. Şûnmahiyên malên wan hê jî dixûyin).
  3. Kavilê Biya Ewlên
  4. Kavilê Kêçê
  5. Kavilê Kehniya Kêpo
  6. Kavilkê Behîvê

Beriya xirabûna gund malên di Xendikê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beriya niha 17 salan weke gelek gundên din gundê me Xendek jî hate şewitandin, hate xirakirin. Hingî 48 mal têde bûn. di her malê 5 kes hebin jî hema hema dike 200 mirov. Ev hemû neçar man ku ji gundên xwe birevin û derbikevin; hinek di vê revê perîşanbûn, hinek jî mirin.

Dîsa sala 1998’an 10-15 mal vegeriyan warên xwe û Xendek ji nû ve avakirin. Niha ava ye û nêzî 8 malên bicih 10 malên koçer têde dijîn.

Ez hêvîdar im ku em ê dîsa li gundên xwe vegerin û em ê warên xwe şîn bikin. Niha hinek li Ewrûpa hinek li bajarên Tirkiyeyê (Antalya, Stenbol), hinek li Mezopotamyayê dijîn. Niha jî lîsteya malên ku li Xendekê bicih bûn:

  1. Mala Ehmedê Silêman: 4 malên wan
  2. Mala Elî Haciya: 2 malên wan
  3. Mala Emerê Delo
  4. Mala Emerê Elî: 6 malên wan
  5. Mala Emerê Fatim: 2 malên wan
  6. Mala Mele Evdirehmanê Xendekî
  7. Mala Hacî Sedûn: 5 malên wan
  8. Mala Hemedê Hesen: 3 malên wan
  9. Mala Hemedê Resûl
  10. Mala Hemedê Sofî
  11. Mala Hesoyê Simaîl: 2 malên wan
  12. Mala Mele Mehmût
  13. Mala Mihêyê Neder
  14. Mala Mirad: 7 malên wan
  15. Mala Qaso Tilêlî
  16. Mala Reşîd
  17. Mala Salihê Evdê: 2 malên wan
  18. Mala Sebriyê Qasê
  19. Mala Sofî Evdirehman: 3 malên wan
  20. Mala Şêx Simaîl: 2 malên wan
  21. Mala Xelîlê Ebo

Tevahî: 48 mal

Hejmara Ciwanên beriya 1994an (Texmînî-Yên 20-30 salî): 35

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]