Monosakkarîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Monosakkarîd (wateya ‘mono-’ ‘’yek’’ ; a sakkarîd ‘’şekir’’ e), ango wateya monosakkarîd karbohîdradên yek şekirî ye. Ji ber ku tenê ji molekulek pêk tê, monosakkarîd wekî şekira hêsan tê binavkirin. Monosakkarîd ji boy karbohîdradên makromolekul, monomer in. Monosakkarîd li gor hejmara karbonên molekulê tên rêzkirin.

Di xane û şaneyên zîndeweran de herî zêde monosakkarîdên sêkarbonî, pênckarbonî û şeşkarbonî heye. Molekula sêkarbonî wekî trioz, a pênckarbonî wekî pentoz û a şeşkarbonî jî wekî hegzoz tê bi nav kirin. Di nav molekula monosakkarîdan rêjeya karbon, hîdrojen û oksîjenê 1:2:1 e. Ji xeynî deoksîrîboz, pêkhatina hemû monosakkarîdan bi formûla (CH2O)n ê tên îfade kirin. Di vî formulê de n hejmara karbonan temsîl dike. Wekî mînak, glukoz monosakkarîdek şeşkarbonî ye, loma formûla wî C6H12O6 ye. Terma karbohîdrad bi kokî ji peyvên karbon û avê tê.

Glîseraldehît trîoz e

Trîoz[biguherîne]

Monosakkarîdê sêkarbonî ye. Wekî mînak, glîseraldehîd trioz e. Trîoz dema hilmija xaneyê û dema fotosentezê çê dibe. Lê di xaneyê de molekulên trîoz bi serbixwe namînin, bi hin molekulan ve bi bendên kîmyayî girê dibin û molekulên wekî hegzoz, asîda amînî, glîserol, asîda laktî, asîda pîruvî hwd çê dikin.

Pentoz[biguherîne]

Şekirên pênckarbonî ne. Ji boy pentozan formula gelemperî C5H10O5 e. Di xaneyên zîndeweran de herî zêde pentozên bi navê rîboz û deoksîrîboz heye. Tu xane pentozan ji bo peyda kirina enerjî bi kar nayne. Enerjiya xaneyê ji hegzoz, dîsakkarîd û polîsakkarîdan peyda dibe.

Rîboz[biguherîne]

Şekira rîboz di çêbûna ARN(asîda rîbonukleî), ATP (adenozîna trîfosfat) û hin koenzîman de cih digire. Formula rîbozê C5H10O5 e.

Rîboz şekirek pentozî ye

Deoksîrîboz[biguherîne]

Şekira deoksîrîboz, di çêbûna ADN (asîda deoksîrîbonukleî) de cih digire. Di pêkhatina deoksîrîbozê de oksîjenek kêm ê. Loma formula rîboza kêmoksîjen (deoksîrîboz) C5H10O4 e.

Hegzoz[biguherîne]

Monosakkarîdên şeşkarbonî wekî hegzoz tên bi nav kirin. Glukoz, fruktoz û galaktoz hegzoz in. Tehma her siyan jî şîrîn e. Van her sê monosakkarîd jî di nav avê de dibihujin(dihelin). Formula kîmyayî ji boy her sê monosakkarîd jî C6H12O6 e. Hemû cureyên hegzozan ji bo çêkirina dîsakkarîd û polîsakkarîdan, dibin molekulên yeke (monomer). Glukoz,fruktoz û galaktoz îzomerên hevdu ne. Ku hin molekul bi formula kîmyayî wekhev bin, lê rêza atomên an jî cihên atomên her molekulê ne yeksan be, vê gavê van molekul wekî molekulên îzomer tên bi nav kirin.

Hemû hegzoz bi eslê xwe ji glukozê pêk tên. Glukoz jî ji madeyên inorganîk, bi gavên fotosentez û kemosentezê ji hêla zîndewerên ototrofî tê çêkirin. Monosakkarîd di nav avê de formula zincîrî ya xwe diguherînin formula xelekî yê.

Glukoz
Monosakkarîd di nav avê de formula zincîrî ya xwe diguherînin formula xelekî yê.

Glukoz[biguherîne]

Di siruştê de şekira herî belavbûyî glukoz e. Navê din a glukozê dekstroz e. Her wîsa glukoz wekî şekira xwîne jî tê bi nav kirin. Ji ber ku di nav tirî de gelek glukoza serbest heye,li hin deveran şekira tirî jî ji boy navê glukozê tê bi kar anîn. Hingiv ji %35 ê giraniya xwe ji glukoza serbest distîne. Hemû polîsakkarîdan ji molekulên glîkozê pêk tên.

Ji boy piraniya zîndeweran çavkaniya serekî ya enerjiyê glukoz e. Xaneyên mirov ji bo peyda kirina enerjiya ATP yê, pêşî molekulên glukoza nav xwînê digrin nav xaneyê. Ku di xaneyê de têra xwe glukoz tune be, vê gavê lîpîd an jî proteîn ji bo çêkirina ATP tên bi kar anîn. Ji xeynî vana, ji boy çêkirina lebatokên xaneyê, hin asîdên amînî (aa), û hin cureyên vîtamîn jî pêwistî bi glukozê heye. Ku di laşê mirov da asta glukozê zêde bibe, vê gavê hinek ji molekulên glukozê bi navbeynkariya hormonan vediguherin glîkojen an jî lîpîdan. Loma mirov bi xwarinên adanên bi karbohîdrad qelew dibe. Zîndewer piraniya glukozê ji adanên bikarbohîdrad digirin. Wek mînak, dema em nan, savar, maqarne, kartol, gêzer, an jî pîvaz dixwin, em ji van adanan nîşa digirin û bi enzîmên hilweşîner, nîşayê parçe dikin û dikin glukoz.

Xaneyên mêjî yên mirov, tenê dikare ji glukozê enerjî peyda bike. Loma, divê her tim di nav xwîna me de glukoza serbest tevbigere. Di nav xwîna mirovên tendurist da, asta glukozê 80-120 mg/dl ye.(Ji boy asankirinê em dikarin vî mînakê bidin, nîv pîyanek(qedeha avê) xwîn bi qasi 1 desî lîtreye û divê di nava wê da bi qasî 80-120 mîlîgram glukoz hebe). Di nav xwînê de asta glukozê bi navbeynkariya hormonên însulîn û glukagon ve tê westar kirin. Însulîn glukozê ji parzûna xaneyê derbasê nav xaneyê dike. Eger xaneyên pankreasê bi têra xwe însulîn çê nekin, nexweşiya şekir (şekirmizî, dîyabet) pêk tê. Mirovên bi nexweşiya şekir in, di nav xwîna wan da asta glukozê pir zêde dibe.

Riwek û hin cureyên bakterî glukozê di nav xaneyên xwe de bi fotosentezê çê dikin. Molekulên glukozê, di xaneyên zîndeweran de bi awayekî kîmyayî bi hev tên girêdanê û molekulên wekî maltoz, glîkojen, nîşa û seluloz çê dibin.

Fruktoz[biguherîne]

Di nav hegzozan da şekira herî tehmşirîn fruktoz e. Wekî levuloz ji bi nav dibe. Ji ber ku di nav fêkiyên wekî tirî, sêv, û hirmiyan da fruktoza serbest bi mêjerek mezin heye, fruktoz wekî şekira fêkî jî tê bi nav kirin. Hingiv û nektar(şîreya şîrîn a kulîlkan) jî gelekî fruktoz dihundirînin. Şekira çayê(sukroz) ji fruktoz û glukozê pêk tê.

Fruktoz di kezeba mirov de tê guherandinê, ji fruktoz molekulên wekî glîserol û trîglîserîd çê dibin. Ji van molekulan jî dibe ku molekulên rûnê ,glukoz û glîkojenê çê bibin. Hema hemû xaneyan ji bo peydakirina enerjiya ATPyê ligel glukoz, fruktozê jî bi kar tînîn.

Galaktoz[biguherîne]

Wekî şekira şîrê tê bi nav kirin. Şîrîniya wê ji ya fruktoz û glukozê kêmtir e. Di siruştê de galaktoza serbest tune ye. Galaktoz di pêkhateya laktozê de heye. Ji xeynî şîrê ajalan, hin riwek an jî berhemên riwek jî galaktoz dihundirînin. Wekî mînak, hêjîr, bindeq û fasûlî. Ji bilî vê, di çêbûna molekulên bi navê glikoproteinê jî pêdivî bi glaktozê heye. Li ser parzûna xaneyên mêjî molekulên galaktozê heye, loma navek din a galaktoz şekira mêjî yê. Guhandar (memikdar) di xaneyên memikên xwe de ji glukozê galaktoz çê dikin. Ji glukoz û galaktozê jî şîr çê dikin. Laktoz karbohîdrada şîrê yê û ji galaktoz û glukozê pêk tê

Girêdanên derve[biguherîne]