Nexweşiya şekir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pankreas rijênek têkel e.

Nexweşiya şekir, nexweşiya şekirê an jî diyabet, nexweşiyeke metabolîk e ko ji ber sedemên bomaweyî(genetîk) û hawirdorî bi encama bilindbûna asta rêjeya şekira xwînê peyde dibe.

Xaneyên mejiyê mirov, tenê dikare ji glukozê enerjî peyda bike. Loma, divê her tim di nav xwîna me de glukoza serbest tevbigere. Glukoza xwînê wekî “şekira xwînê” jî tê navkirin. Di nav xwîna mirovên tendurist da, asta glukozê 80–120 mg/dl ye. (Ji bo asankirinê em dikarin vî mînakê bidin, nîv piyanek (qedeha avê) xwîn divê bi qasî 80-120 mîlîgram glukoz lixwe bigire). Eger di nav xwîna mirov de rêjeya şekir her tim bilind be ev rewş wekî hîperglîsemî bi nav dibe. Na eger rêjeya şekir (glukoz) her tim kêm be vê gavê ev rewş wekî hîpoglîsemî tê navkirin. Mirovên bi hîperglîsemî bi nexweşiya şekir dikevin (şekirmîz, diyabet).

Di nav xwînê de asta glukozê bi navbeynkariya hormonên însulîn û glukagon ve tê rêkxistin. Ev herdu hormon jî ji rijênê pankreasê tên derdan. Însulîn û glukagon hevdijê yek in. Ango însulîn rêjeya şekira xwînê kêm dike, glukagon jî zêde dike.

Li ser rêkxistina mêjera glukoze de bandora însulînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di laşê mirovên tendurist de însulîn bi du awayê bandor li ser kêmkirina şekira xwînê dike;

  • A yekem, gava rêjeya şekira xwînê bilind dibe, însulîn bandor li ser parzûna xaneyên laş dike, bi vî awayê hê pirtir glukoz (şekir) ji xwînê derbasê nav xaneyan dibe û rêjeya şekira xwînê kêm dibe.
  • A duyem, însulîn bandor li ser xaneyên kezebê û yên masûlkeyan dike, bi fermana însulînê xaneyên kezeb û yên masûlke, ji xwînê glukoz digirin nav xaneyên xwe û ji glukozê glîkojen çêdikin. Glîkojen di nav kezeb û masûlkeyan de embar dibe. Bi vî awayê jî asta şekira xwînê dadikeve.

Hin caran dibe ko ji hin sedeman (birçîbûn, rojî) rêjeya şekira xwînê kêm bibe, îcar glukagon bandor li ser kezebê dike daku glîkojena embarkirî têkbişkê û glukoz çêbibe. Kezeb ev glukoza ji perçebûna glîkojenê çêbûye, der dide nav xwînê, bi vî awayê rêjeya şekira xwînê bilind dibe.

Corên nexweşiya şekir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirovên bi nexweşiya şekir ji ber du sedeman, nikarin rêjeya şekira xwîna xwe rêk bixin. Cora yekem a bi nexweşiya şekir wekî diyabeta tîpa1 (bi îngilîzî: type 1 diabetes) bi nav dibe. Di vî nexweşiyê de rijênê pankreasê bi tera xwe însulîn der nade, loma şekir di nav xwînê de berhev dibe, nakeve nav xaneyan. Ji bo wan kesan hormona însulînê wekî derman bi derzî didin laş.

Cora duyemîn a nexweşiya şekir jî wekî diyabeta tîp 2 (bi îngilîzî: type 2 diabetes) tê navkirin. Mirovên bi vê nexeşiyê ketine, dikarin însulînê çêbikin û dibe ko di nav xwîna wan da asta însulînê bi rêjeya asayî be. Lê parzûna xaneyê li hember însulînê bergirî dike, nahêlê glukoz derbasê nav xaneyê bibe. Bergiriya li dij însulîne dibe sedema bilindbûna rêjeya şekira xwînê.

Xwîna mirovên bi nexweşiya şekir, ji ber rêjeya glukoza nav xwînê, tîr dibe. Xwîna tîr, dibe sedema bilindbûna pestoya xwînê, gava pestoya xwînê bilind dibe hem, dil diweste û xwînê bi zehmet pompe dike, hem jî zirar dide mûlûleyên xwînê yên di çav û gurçikanda cih digirin. Ev zirar dibe sedema qulbûna (çirandina) lûleyên xwînê. Di rewşek wisa de dibe ko çavên mirov kor bibe an jî gurçikên mirov êdî kar nekin. Ji bo rohnkirina xwînê, mirovên nexweş pir tî dibin. Loma, nîşaneyek nexweşiya şekir tîbûn e. Xaneyên mirovên tendurist ji bo peydakirina ATP (Adenozîna trîfosfat) pêşî glukozê bi kar tînin, eger bi têra xwe glukoz tune be, paşê çewrî (lîpîd) û proteîn bi kar tînin. Mirovên bi nexweşiya şekir, ji bo peydakirina enerjiya ATPyê ne glukoz, lê çewrî û proteînan bi kar tîne. Ji bo bergirî girtina li hember nexweşiyan û başbûna birînan pêwistî bi proteînan heye. Di xaneyên mirov de embara proteînan tune ye, mirovên bi nexweşiya şekir li dewsa glukozê proteînan bi kar tînîn, loma di laşê wan de proteîn kêm dibe, ji ber vî sedemê jî birînên kesên bi nexweşiya şekir zû baş nabin.

Roja cîhanî ya diyabetê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1921 de ji Kanadayê, zanistekî bi navê Frederick Banting ji bo cara pêşîn ji pankreasa dewar û berazan însulînê derxist û wekî derman bi kar anî. Frederick Banting di roja 14ê çiriya paşîn a 1891ê de ji dayik bûye, ji bo bîranîna vî zanyarê, li her derê cîhanê, 14ê çiriya paşîn wekî “Roja Cîhanî ya diyabetê” tê pîrozkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]