Here naverokê

Nêçîrvan Barzanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî
2emîn Serokê Herêma Kurdistanê
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
10ê hezîranê 2019
BerêMesûd Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Wezîfedarî
7 avdar 2012 – 31 gulan 2019
SerokMesûd Barzanî
BerêBerhem Salih
PaşêMesrûr Barzanî
Wezîfedarî
1 avdar 2006 – 31 tebax 2009
Berêmeqam hat sazkirin
PaşêBerhem Salih
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Wezîfedarî
20 çilê pêşî 1999 – 14 cehzeran 2005
BerêRoj Şaweys
Paşêmeqam hat rahiştin
Jiyan
Jidayikbûn21ê îlona 1966an (58 salî)
Hacî Omeran, Hewlêr, Herêma Kurdistanê, Îraq
Partiya siyasîPartiya Demokrat a Kurdistanê
HevjînNebîla Barzanî
PerwerdeZanîngeha Tehranê
PîşeSiyasetmedar
Malper
biguhêreBelge

Nêçîrvan Îdris Barzanî, bi kurtî Nêçîrvan Barzanî, siyasetmedarekî kurd e û duyem serokê Herêma Kurdistanê ye.[1] Nêçîrvan Barzanî di hezîrana sala 2019an de ji aliyê parlamena Herêma Kurdistanê ve ji bo wezîfeya serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.[2] Barzanî ji sala 2010an ve jî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê ye.[3] Ji adara sala 2007an heta tebaxa sala 2009an û adara sala 2012am heta gulana sala 2019an wekî serokwezîrê Herêma Kurdistanê serokwezîrtiyê dike. Di heman demê de Nêçîrvan Barzanî damezrênerê Zanîngeha Hewlêrê ya Kurdistanê ya Hewlêrê ye.[4] Desthilatdariya wî aliyên neteweperwerên kurd, laîk, modernîzm û reform, reformên di çandiniyê û mafên jinan de vedihewîne.

Nêçîrvan Barzanî kurê Îdrîs Barzanî ye û neviyê serokê nemir Mela Mistefa Barzanî ye. Ew di sala 1966ê de ji dayik bû. Dema di sala 1975ê de Îraq û Îranê li Cezayîrê li dijî şoreşa Kurdistanê, şoreşa îlonê, li hev kirin û bi biryareka siyasî bo demekê kurt serokatiya şoreşê, şerê çekdarî rawestand, wê demê Nêçîrvan Barzanî bi malbata xwe re koçberî Îranê bû û li wêrê li zanîngeha Teharanê, fakûlteya zanistên siyasî xwand.[5]

Bavê Nêçîrvan Barzanî, Îdrîs Barzanî endamê polîtbîroya KDPê bû û rola wî gelek mezin bû di nav tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de û her ji zarokîniya xwe di nav refên şoreşê de bû mil bi milê pêşmergan mezin bibû. Dema Îdrîs Barzanî wefat kir, Nêçîrvan Barzanî mecbûr bû xwendina xwe birêve bihêle û beşdariyê di şoreşê û şerê çekdarî de bike.[5]

Nêçîrvan Barzanî zû di nav refên pêşmerge û şoreşê de pêşket û berpirsiyariyên mezin dan ser milên xwe. Her jiber zîrekî û jêhatiya wî, ew di sala 1989ê de bû endamê polîtbîroya KDPê. Di sala 1996ê de bû cêgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê. Di sala 1999ê de bû serokê hikûmeta herêma Kurdistanê (kabîna çarê). Di 07.05.2006ê de bû serokê hikûmeta herêmê Kurdistanê ya yekgirtî.[5] Niha serokê herêma Kurdistanê ye.[6]

Nêçîrvan Barzanî bi Nebîla, keça Mesûd Barzanî, re zewicandiye û du zarokên wan hene (Raniya û Îdrîs). Ew ji bilî zimanê kurdî zimanê farisî jî baş dizane, her wiha erebî û înglîzî jî dizane.[5]

Kariyera siyasî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nêçîrvan Barzanî cara yekem di sala 1989an de di kongreya xwe ya dehem de ji bo komîteya navendî ya PDKê hatiye hilbijartin û di sala 1993an de jî di kongreya 11em de careke din dîsa hatiye hilbijartin. Piştî Şerê Kendavê yê sala 1991an beşdarî danûstandinên ligel hikûmeta Iraqê dibe.[7]

Di sala 1996an de, Nêçîrvan Barzanî wek cîgirê serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê wezîfedarkirin.[7] Di sala 1999an de Nêçîrvan Barzanî wekê serokwezîrê Herêma Kurdistanê tê wezîfedarkirin. Batzau bi awayekî çalak di sala 2005an de beşdarî proseya yekgirtina di navbera Partiyên sereke yên Kurdistanî de ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya yekgirtî bûye.

Serokwezîriya Herêma Kurdistanê (2006–2009)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nêçîrvan Barzanî di adara sala 2006a serokatiya kabîneya pêncem dike ku yekem kabîneya yekgirtî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Di nav gelên Başûrê Kurdistanê de tê bawerkirin ku Barzanî roleke girîng di pêşxistina Herêma Kurdistanê de lîstiye. Di serdema yekem a serokwezîriyê de, alîgirên wî bi nasnavê kabîneya wî wek "Kabîneya Pêşketinê" dan û pesnê karê wî di pêşxistina Herêma Kurdistanê de dane.[8] Ji îlona sala 2009an heta çileya sala 2012an, siyasetmedarekî kurd ji hevpeymaniya desthilatdar PDK-YNK, Berhem Salih, bûya serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serokwezîriya Herêma Kurdistanê (2012–2019)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Serok Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Ala Kurdistanê beşdarî merasima bilindkirina ala li dibistaneke seretayî dibe. (17. 12. 2019, Hewlêr)

Nêçîrvan Barzanî di sala 2012an de careke din dîsa wekê serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.[9] Pêşniyarên wî yên siyasî li ser baştirkirina asta jiyanê li Herêma Kurdistanê û bihêzkirina aştî, ewlehî, aramî, peywendiyên derve û veberhênanên biyanî bûn.[7] Wî serokatîya yekgirtin û pêşvebirina mafên jinan û komên etnîkî û dînî yên li Herêma Kurdistanê kir. Di heyama serokatiya wî de, Herêma Kurdistanê di warê elektrîk, av, xanî û binesaziya rêyan de bi bernameyeke berfereh a geşepêdanê derbas bûye. Di heyama deshilatdarî wî de zêdetirî sîh welatan nûneratiyên xwe yên fermî li Herêma Kurdistanê vekirine.[10]

Di 2014an de, şerên li dijî Dewleta Îslamî (DAÎŞ) bandor li Herêma Kurdistanê dike. Ji ber êrîşên DAÎŞê, Herêma Kurdistanê malavaniya nêzîkî 2 milyon paneberên ku jicihwarên xwe dibin, dike. Bi daketina nirxa petrolê ya navdewletî û negihîştina pişka bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve, Herêma Kurdistanê dikeve qeyraneke mezin a aborî.[10] Barzanî ji bo jinûve avakirina peywendiyên bi Bexdayê re û vegerandina dabeşkirina bûdceyê bi awayekî aştiyane, bi awayekî serketî rêyên dîplomatîk bikar anî.

Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ya sala 2017an, Hikûmeta Iraqa Federal li dijî Herêma Kurdistanê siyaset û kiryarên leşkerî yên dijminane bikaranî. Di bê pêvajoyê de Nêçîrvan Barzanî helwêsta xwe ji bo asayîkirina peywendiyên li gel Bexdayê û bihêzkirina peywendiyan bi civaka navdewletî re bi hewleke zêde ya dîplomasiya navdewletî bikar anî.

Nêçîrvan Barzanî di heman demê de damezrînerê Zanîngeha Kurdistanê Hewlêr (UKH) ye ku zanîngeha herî bilind a herêmê ye. Wî ji sala 2010an heya 2019an wekî şêwirmendê enstîtuyê û wekê cîgirê rêvebirê zanîngehê Dr. Mihemed Mixtar kar kiriye.[4][11]

Serokatiya Herêma Kurdistanê (2019–aniha)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nêçîrvan Barzanî di 10ê hezîrana sala 2019ê di merasima destbikar kirina serokatiyê de sond xwar ku bibe Serokê Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî di 28ê gulana sala 2019ê de ji 81ê parlamenterên ku beşdar di civînê dibin, bi dengên 68 parlamenteran carek dîsa wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin û di hezîrana sala 2019an de wek serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar dike.[12] Wî di axaftina xwe ya sondxwarinê de demokrasî wek yek ji mezintirîn destketên Herêma Kurdistanê bi nav kir û ragihand ku erkê wî wek Serokê Herêma Kurdistanê berdewamkirina bihêzkirina nirxên demokratîk ên Kurdistanê û pêşxistina siyasî ya hikûmetê ye. Wî di axavtina xwe de aniye ziman ku ew ê polîtîkayên civakî û aborî ji bo baştirkirina wan sektoran û her weha xebatên ji bo perwerde, lênihêrîna tenduristî û pîşesaziyê bidomîne.[13]

Barzanî bi xebatên wî yên ji bo pêşxistina mafên hemû komên etnîkî û dînî, berdewamiya diyaloga navbera dînan û mafên jinan tê zanîn.[14] Ji bo wê yekê jî Nêçîrvan Barzanî ji aliyê pêkhateyên cuda yên etnîkî û dînî yên Herêma Kurdistanê ve hatiye piştgirîkirin ku di wê baweriyê de ne ku serokatiya wî îxtîmala ku li Herêma Kurdistanê bi awayekî dadperwerane bi maf û azadiyên wekhev re bê kirin, zêdetir bike.[14] Hilbijartina wî wek serok nîşana erkê Parlamena Herêma Kurdistanê ye ku di bin serokatiya wî de bi awayekî dadperwer û wekhev berdewam bike. Vê yekê jî Kurdistan weke rêberekî ku ji bo neteweyên din ên Rojhilata Navîn mînak e, bi cih kiriye.[14]

Serok Barzanî di merasîma destbikarbûna xwe de tekez li ser wê yekê kir ku ew dê li ser planên xwe yên ji bo hevxemiya welatên cîran berdewam bin ku xurtkirina têkiliyên bi civaka navneteweyî re û ji nêzîk ve bi hikûmeta federal a Bexdayê re ji bo lihevkirina li ser çareseriyan di çarçoveya Destûra Iraqê de be.[15]

Wek serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser erkê xwe yê rizgarkirina Êzîdiyan berdewam e. Barzanî di sala 2014an de ofîseke taybet bo rizgarkirina êzdiyên di destê terorîstên DAIŞê de ava kiriye. Zêdetirî 3 hezar û 340 dîlgirtiyên êzidî bi piştgiriya ofîsê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.[14]

  1. ^ "Iraqi Kurdistan region swears in new president". Arab News (bi îngilîzî). 11 hezîran 2019. Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  2. ^ "Nechirvan Barzani takes presidency of Iraq's Kurdish region, vacant since 2017". Reuters (bi îngilîzî). 10 hezîran 2019. Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  3. ^ "About Kurdistan Democratic Party". www.kdp.info. Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  4. ^ a b "About US". University of Kurdistan Hewlêr (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  5. ^ a b c d "Kurtebiyografiya Nêçîrvan Barzanî li ser malpera hikûmeta herêma Kurdistanê". Ji orîjînalê di 29 hezîran 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2020.
  6. ^ Derbarê Serok li ser malpera serokayetiyê
  7. ^ a b c "Biography of the Prime Minister". previous.cabinet.gov.krd. Ji orîjînalê di 29 îlon 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  8. ^ "W&J: Current Press Releases". web.archive.org. 5 gulan 2008. Ji orîjînalê di 5 gulan 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  9. ^ "Nechirvan Barzani to Take Over as Iraq Kurd Premier on March 7". Bloomberg.com (bi îngilîzî). 5 adar 2012. Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  10. ^ a b "president.gov.krd/en/about/". presidency.gov.krd. Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  11. ^ "News". University of Kurdistan Hewlêr (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  12. ^ "Nechirvan Barzani elected president of Iraq's Kurdish region". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  13. ^ "presidency.gov.krd/en/president-nechirvan-barzani-inauguration-speech-in-full/". presidency.gov.krd. Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  14. ^ a b c d "A victory for Kurdistan's minorities". The Washington Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 îlon 2023.
  15. ^ "president.gov.krd/en/president-nechirvan-barzani-inauguration-speech-in-full/". presidency.gov.krd. Roja gihiştinê 16 îlon 2023.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]