Amerlû
Amerlû (ameranlû, amerî anku emerî) êleke mezin a kurdan e. Ev êl li Gîlanê, Tehranê, Dilêman, Mazendaran û Xoresanê belav bûye. Ameranlû ji aliyê Şah Ebasê Sefewî ve di sedsala 17'em de ji Kurdistanê hatine koçberkirinê bakurê Îranê[1].
Di dema Qecaran de amerlû yek ji êlên herî bihêz bûn û xinamiye malbata Qecar bûn. Ameranlû îro bi taybetî li paytexta Mazendaran, li Sariyê, di dema Qecaran de navê taxeke Sariyê Kord Mahalle (taxa kurdan) girtiye, û li navçeya Amerlû li Gîlanê dimînin. Amerlûyên Tehranê û Mazendaran bi beşî asîmîle bûne, herwiha li hin herêman erebî (li vê herêmê eşîrên ereb hene û amerlû di nav wanan de heliyane), li hinekan jî farsî an tirkomanî diaxivin. Li Xoresanê ameranlû yek ji heft êlên kurdan ên mezin in (zaferanlû, şadlû, topkan, kawanlû, qereçorlû û lek).
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]