Omerî (eşîr)
| Eşîra Omerî (Eşîra Omerya) | |
| Agahiyên gelemperî | |
| Esil | Kurd û Mihellemî |
| Ziman | Kurmancî, Erebî |
| Herêmên dîrokî | Mêrdîn, Omerya |
| Belavbûn | Mêrdîn,Nîsêbîn,Qoserê,Mîdyadê , Qamişlo, Amûdê, Edene,Mêrsînê, Izmîr, Stembol, Ewrupa û Dihok, Musul û Lûbnanê |
| Demografî | |
| Gelhe | herî kêm 1 mîlyon |
| Bawerî | |
| Dîn | Kristiyan û Îslam |
| biguhêre | |
Eşîra Omeriyan an Omerî, eşîra herî mezin a li Herêma Torê ye.Nasnameya Omeriyan`, ji Mîrsomê ji malbata Mîrê Soma dest pê dike. Li rojhilat û bakûrê Omeriya Tora Hevêrka û Tora Mihellemîyan heye. Li rojhilatê Omeriya Newala Bûnisra ye û li rojava jî bajarê Mêrdînê heye. Herêma Omeriya bi dirêjahiya xwe 60 km û kinahiya xwe 40 km ye. Bi tevahî herêma Omeriyan 2400 km2 pêk tê. Herêm di sêpeya navbêna Midyadê, Mêrdînê û Nisêbînê de ye. Di navbêra Midyadê û Mêrdînê de navçeya Mehsertê jî heye. Omerî xwedî 99 gund in bi navê herêma Omeriya. Li gor çavkaniyên Sempozyûma Navnetewî ya Omeriya û lêkolîner Şerefxan Cizîrî gelhe ya eşîrê herî kêm 1 mîlyon gelhe heye lê ji ber pirsgirêkên li ber çava nayê zanîn. Lê îroyî Omerî her yekî wan belav bûne li gund, navçe û bajarên Tirkiyeyê, Kurdistan (Rojavayê Kurdistan ; Qamişlo, Dirbespîyê,Amudê uwd u li Başûrê Kurdistanê heta bi Musulê Libnanê Bêrûtê û Ewropa yê. Li gor rawêjiyê 120 hezar kesê Omerî li Qoserê, 70 hezar kes li Nisêbînê û li navenda Mêrdînê û derdora wê de 40 hezar kes, herwiha dîsa gelek jî barkirine û çûne bajarên mezin yên Tirkiyeyê; Edene, Stembol, Mersîn, İzmir û bajêrên din nêzî 100 hezar kes lê dijîn.[1]
Gundên Omeriya
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Alûca, Bêndermemo, Bêrt, Bizgûr, Cibilgraw, Cinata Hiso, Cinata Miho, Çal, Darê, Dêrcem, Faf, Gewrik, Golyê, Haciya, Hebîs, Herbê, Kafsenor, Kaniya Şêx, Keleç, Kermêt, Kewarêx, Kûd, Kurik, Kurka Çeto, Kurka Metîna, Kuruma,Mahsertê, Mercê, Mermarê, Merzeqa, Mesken , Metîna, Miştînê, Mûdê, Qesrik, Qurdîs, Qûzo, Rekê, Risîn, Rişwana, Sada, Sarinc, Serêkanî, Stilîl, Sîtê, Xirbê Şêx Mehmûd, Şêxkir, Taqê, Terê, Tinatê, Tixûbê, Xanîsorê, Xirbê Qeblo, Xirbê Kêvir, Xirbê Mirîşkê, Xerzikê Erebo, Yestê
Navdarên Omeriya
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rojin Ulker