Îzmîr
Îzmîr
| |
|---|---|
| İzmir | |
| Navê(n) din: | |
Îzmîr li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 38°24′Bk 27°10′Rh / 38.400°Bk 27.167°Rh | |
| Dewlet | Tirkiye |
| Li beşa îdarî |
|
| Paytexta | |
| Dema avabûnê | 3 millennium b.z. |
| Îdarî | |
| • Şaredar | Cemil Tugay (2024–) |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 944 km2 (364 sq mi) |
| Bilindahî | 9 m (30 ft) |
| Nifûs | 4.493.242 (2024) |
| Dem | |
| Koda postayê | |
| Koda telefonê | 232 |
| Plakaya erebeyê | 35 |
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Îzmîr, berê wek Smîrna dihat zanîn (1928: ازمیر [1] (Izmîr), bi tirkî: İzmir, bi yewnanî: Σμύρνη, lat. Smírni, ji bi yewnaniya kevn: Σμύρνη, lat. Smúrnē an Σμύρνα, Smúrnā; bi latînî: Smyrna), bajarekî metropolê ye li qeraxa rojavayê Anatolyayê û serbajarê Parêzgeha Îzmîrê ye. Bajêr piştî Stembol û Enqereyê sêyem bajarê herî qelebalix ê li Tirkiyeyê ye û mezintirîn qada bajarî ya li ser Deryaya Egeyê ye. Di sala 2019an de nifûsa Îzmîrê 2 milyon û 965 hezar û 900 kes û nifûsa Parêzgeha Îzmîrê jî 4 milyon û 367 hezar û 251 kes hatiye hejmartin.[2] Nifûsa qada bajêr ya avakirî (yan metro) 3.209.179 kes bû. Îzmîr yek ji bajarên Tirkiyeyê ku bi sed hezaran kurd di salên 90î û di salên dawiyê de ji Bakurê Kurdistanê koçê vî bajarê bûne.[3]
Bajêr li ser peravên deryayî yên Kendava Îzmîrê û li hundir ber bi bakur ve li seranserê Deltaya Çemê Gedizê dirêj dibe, li rojhilat li kêleka deşteke aluviyal a ku ji aliyê çend çemên piçûk ve hatine çêkirin û li aliyê başûr jî li ser erdekî hişk hatiye avakirin. Dîroka bajêr ji serdema neolîtîk û vir ve 3000 salan zêdetir dîroka bajarvanî ya tomarkirî heye û heta 8500 sal jî dîroka bicih bûna mirovahî ya bajêr hatiye tomarkirin. Di kevnariya klasîk de bajar bi navê Smîrna (/ˈsmɜːrnə/ SMUR-nə; bi yewnanî: Σμύρνη, bi romanî: Smîrnî/Smîrnê) hatiye binavkirin. Heya sala 1923an ku navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê de pevguhertina nifûsê pêk hatiye, li Îzmîrê nifûsek mezinê yewnanan hebû.
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê bajêr ê berê Simîrna ye ku ji zimanê grekî tê. Îzmîr heya piştî avakirina Komara Tirkiyeyê bi piranî ji niştecihên yewnanan pêk dihat. Di şerê tirk û yewnanan de grekiyên li Anatolyayê dijiyan hatin derkirin û Simîrna jî bi şerekî dijwar hate bidestxistin. Navê bajêr a berê ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve tê qedexekirin û bajêr wekî İzmir hatiye binavkirin.[4]
Gelhe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî hejmarinên sala 2019an gelheya bajêr 4 367 251 kes e. Li bejarê serê km2 yê 367 kes dikeve. Li gorî daneyên dawî ya sala 2019an, Belavbûna gelheyî ya herî zêde, 14 649 km2/kes, li navçeyê Konakê dijî. Rêjeya zêdebûna gelheya salane ya li bajarê ji sedê 1,08% an navçeya Konakê ye. Navçeya ku herî zêde gelheya wê zêde bûye ji sedê (3,99%) navçeya Torbali ye. Navçe ya herî zêde ku gelheya wê qêm bû ye, ji sedî kêm (-,336%) navçeya Kınıkê ye.
| Sal | Nifûs | ±% |
|---|---|---|
| 1985 | 1.489.817 | — |
| 1990 | 1.758.780 | +18,1% |
| 2000 | 2.232.265 | +26,9% |
| 2007 | 2.606.294 | +16,8% |
| 2009 | 2.727.968 | +4,7% |
| 2014 | 2.847.691 | +4,4% |
| 2018 | 2.947.000 | +3,5% |
| 2019 | 2.972.900 | +0,9% |
| 2023 | 2.948.609 | −0,8% |
| 2024 | 4.493.242 | +52,4% |
| Çavkanî: Li ser Wîkîdaneyê bibîne | ||
Dîmenên ji Îzmîrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Dîmenek ji navçeya Bayrakliyê ku di salên bûye navenda bazirganiya Îzmîrê.
-
Dîmenek ji Qada Konaxê li lavçeya Konakê.
-
Derveyî Pirtûkxaneya Celsus li Efesê, Îzmîr.
-
Perestgeha Trajan li Pergamon, Îzmîr.
-
Navenda Danûstandin ya Baxçeyê Şîn, li navçeya Karşıyaka, Îzmîr.
-
Dîmenên ji avahiyên cêwî ya li navçeya Bayraklı, Îzmîr.
-
Dîmenek ji Birca Mistral Ofisê.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ^ "Türkiye İstatistik Kurumu (TÜİK)". www.tuik.gov.tr. Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
- ^ "Kurdên li bazara Kemeraltiyê". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
- ^ Bosworth, Clifford Edmund (1 kanûna paşîn 2007). Historic Cities of the Islamic World (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-15388-2.
