Îzmîr
Îzmîr
| |
---|---|
İzmir ![]() | |
![]() | |
Bernavk: | |
Îzmîr li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 38°24'Bk, 27°10'Rh | |
Dûgel | Tirkiye |
Beşa îdarî | |
Paytexta | |
Dema avabûnê | 3 millennium b.z. ![]() |
Rêvebir | |
• Şaredar | Tunç Soyer (2019–) ![]() |
Rûerd | |
• Giştî | |
• Bilindahî | 2 ±1 m ![]() |
Gelhe | 4.320.519 (2018) ![]() |
Dem | UTC+3 |
Koda telefonê | 232 |
Nîşana wesayîtê | 35 |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Îzmîr (bi tirkî: İzmir) an jî Simîrna (bi yewnanî: Σμύρνη, lat. Smírni, ji bi yewnaniya kevn: Σμύρνη, lat. Smúrnē an Σμύρνα, Smúrnā; bi latînî: Smyrna), bajarekî metropolê ye li qeraxa rojavayê Anatolyayê û serbajarê Parêzgeha Îzmîrê ye. Bajêr piştî Stembol û Enqereyê sêyem bajarê herî qelebalix ê li Tirkiyeyê ye û mezintirîn berfirehiya bajarî ya li ser Deryaya Egeyê ye. Di sala 2019an de nifûsa Îzmîrê 2 milyon û 965 hezar û 900 kes bû û Nifûsa Parêzgeha Îzmîrê jî 4 milyon û 367 hezar û 251 kes hebûn.[1] Nifûsa qada bajêr ya avakirî (yan metro) 3.209.179 kes bû. Îzmîr yek ji bajarên Tirkiyeyê ku bi sed hezaran kurd di salên 90î û di salên dawiyê de ji Bakurê Kurdistanê koçê vî bajarê bûne.[2]
Bajêr li ser peravên deryayî yên Kendava Îzmîrê û li hundir ber bi bakur ve li seranserê Deltaya Çemê Gedizê dirêj dibe ku li rojhilat li kêleka deşteke aluviyal a ku ji hêla çend çemên piçûk ve hatine çêkirin û li aliyê başûr jî li ser erdekî hişk hatiye avakirin. Dîroka bajêr ji serdema neolîtîk û vir ve 3000 salan zêdetir dîroka bajarvanî ya tomarkirî heye û heta 8500 sal jî dîroka bicih bûna mirovahî ya bajêr hatiye tomarkirin. Di kevnariya klasîk de bajar bi navê Smîrna (/ˈsmɜːrnə/ SMUR-nə; bi yewnanî: Σμύρνη, bi romanî: Smîrnî/Smîrnê) hatiye binavkirin. Heya sala 1923an di ku navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê de pevguhertina nifûsê pêk hatiye, li Îzmîrê nifûsek mezinê yewnanî hebû.
Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Navê wê yî berê Simîrna ye û ji zimanê grekî ye. Îzmîr heya piştî avakirina Komara Tirkiyê pirranî ji niştecihên yewnanan pêk dihat. Di şerê tirk û yewnanan de grekiyên li Anatolyayê dijiyan hatin derkirin û Simîrna jî bi şerekî dijwar hate bidestxistin. Navê wê tê qedexekirin û dikin İzmir.[3]
Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li gorî hejmarinên sala 2019an gelheya bajêr 4 367 251 kes e. Li bejarê serê km2 yê 367 kes dikeve. Li gorî daneyên dawî ya sala 2019an, Belavbûna gelheyî ya herî zêde, 14 649 km2/kes, li navçeyê Konakê dijî. Rêjeya zêdebûna gelheya salane ya li bajarê ji sedê 1,08% an navçeya Konakê ye. Navçeya ku herî zêde gelheya wê zêde bûye ji sedê (3,99%) navçeya Torbali ye. Navçe ya herî zêde ku gelheya wê qêm bû ye, ji sedî qêm (-,336%) navçeya Kınıkê ye.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîmenên ji Îzmîrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Dîmenek ji navçeya Bayrakliyê ku di salên bûye navenda bazirganiya Îzmîrê.
-
Dîmenek ji Qada Konaxê li lavçeya Konakê.
-
Derveyî Pirtûkxaneya Celsus li Efesê, Îzmîr.
-
Perestgeha Trajan li Pergamon, Îzmîr.
-
Navenda Danûstandin ya Baxçeyê Şîn, li navçeya Karşıyaka, Îzmîr.
-
Dîmenên ji avahiyên cêwî ya li navçeya Bayraklı, Îzmîr.
-
Dîmenek ji Birca Mistral Ofisê.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "Türkiye İstatistik Kurumu (TÜİK)". www.tuik.gov.tr. Roja wergirtinê: 10 tebax 2023.
- ↑ "Kurdên li bazara Kemeraltiyê". www.rudaw.net. Roja wergirtinê: 10 tebax 2023.
- ↑ Bosworth, Clifford Edmund (1 kanûna paşîn 2007). Historic Cities of the Islamic World (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-15388-2.
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
![]() | Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |