Here naverokê

Omerî (eşîr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Omerî hat beralîkirin)
Eşîra Omerî (Eşîra Omerya)
Agahiyên gelemperî
Esil Kurd û Mhallamî
Ziman Kurmancî, Erebî
Herêmên dîrokî Mêrdîn, Omerya
Belavbûn Mêrdîn,Nîsêbîn,Qoserê,Mîdyadê , Qamişlo, Amûdê, Edene,Mêrsînê, Izmîr, Stembol, Ewrupa û Dihok, Musul û Lûbnanê
Demografî
Gelhe herî kêm 1 mîlyon
Bawerî
Dîn Kristiyan û Îslam

Eşîra Omeriyan an Omerî, eşîra herî mezin a li Mêrdînê ye.Nasnameya Omeriyan`, ji Mîrsomê ji malbata Mîrê Soma dest pê dike. Li rojhilat û bakûrê Omeriya Tora Hevêrka û Mihelmiyan heye. Li rojhilatê Omeriya Newala Bûnisra ye û li rojava jî bajarê Mêrdînê heye. Herêma Omeriya bi dirêjahiya xwe 60 km û kinahiya xwe 40 km ye. Bi tevahî herêma Omeriyan 2400 km2 pêk tê. Herêm di sêpeya navbêna Midyadê, Mêrdînê û Nisêbînê de ye. Di navbêra Midyadê û Mêrdînê de navçeya Mehsertê jî heye. Omerî xwedî 99 gund in bi navê herêma Omeriya. Li gor çavkaniyên Sempozyûma Navnetewî ya Omeriya û lêkolîner Şerefxan Cizîrî gelhe ya eşîrê herî kêm 1 mîlyon gelhe heye lê ji ber pirsgirêkên li ber çava nayê zanîn. Lê îroyî Omerî her yekî wan belav bûne li gund, navçe û bajarên Tirkiyeyê, Kurdistan (Rojavayê Kurdistan ; Qamişlo, Dirbespîyê,Amudê uwd u li Başûrê Kurdistanê heta bi Musulê Libnanê Bêrûtê û Ewropa yê. Li gor rawêjiyê 120 hezar kesê Omerî li Qoserê, 70 hezar kes li Nisêbînê û li navenda Mêrdînê û derdora wê de 40 hezar kes, herwiha dîsa gelek jî barkirine û çûne bajarên mezin yên Tirkiyeyê; Edene, Stembol, Mersîn, İzmir û bajêrên din nêzî 100 hezar kes lê dijîn.[1]

Gundên Omeriya

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alûca, Bêndermemo, Bêrt, Bizgûr, Cibilgraw, Cinata Hiso, Cinata Miho, Çal, Darê, Dêrcem, Faf, Gewrik, Golyê, Haciya, Hebîs, Herbê, Kafsenor, Kaniya Şêx, Keleç, Kermêt, Kewarêx, Kûd, Kurik, Kurka Çeto, Kurka Metîna, Kuruma,Mahsertê, Mercê, Mermarê, Merzeqa, Mesken , Metîna, Miştînê, Mûdê, Qesrik, Qurdîs, Qûzo, Rekê, Risîn, Rişwana, Sada, Sarinc, Serêkanî, Stilîl, Sîtê, Xirbê Şêx Mehmûd, Şêxkir, Taqê, Terê, Tinatê, Tixûbê, Xanîsorê, Xirbê Qeblo, Xirbê Kêvir, Xirbê Mirîşkê, Xerzikê Erebo, Yestê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Abbas Alkan

Arjen Arî

Bro Omerî

Cihan Sincar

Ehmedê Huseynî

Eslîxan Yildirim

Ebdulrehîmê Semawî

Gulseren Yildirim

Helîm Yûsiv

Hemîd Omerî

Huseynê Omerî

Jan Dost

Kalê Qurdîsî

Mehmet Sîncar

Reşan Yildirim

Serkan Birûsk

Seydayê Keleş

Silêman Demir

Şemseddîn Kaya

Şerefxan Cizîrî

Şerîf Omerî

Yehya Omerî

Selman Omeryanî

Rojin Ulker

Omeriya Mirsom