Pêjgeha alman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pêjgeha alman (bi almanî: deutsche Küche) ji cureyên dewlemendiya xwarin, vexwarinên almanan, ji teknîk û rêbazên amadekirina wan re tê gotin.

Wekî pêjgehên gelên din, pêjgeja alman jî dewlemend e û xwarin-vexwarinên mirovan pirranî hevpar in. Li Almanyayê hin herêmên dîrokî hene ku ji gelek aliyan ve xweser in. Xwarinên van herêman jî cuda ne. Ev herêm, Bayern, Thüringen, Berlîn, rojava û bakurrojavayê Almanyayê, herêmên berê yên DDR'ê (wekî Mecklenburg Vorpommern) in. Helbet mirov nikare sînoran dayne, lewra xwarin jî wekî modayê ne, tên guhertin.

Giraniya xwarinan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Giraniya xwarinên alman li ser xwarinên quşxaneyê, xwarinên bigoşt, kulîçe, sosîs, masî, salam, zebzeyan e. Li Thüringenê xwarinên quşxaneyî yên ji zebzeyan, wekî hêyavkan pirr tên xwarin. Thüringen bi sosîs û salamên xwe jî navdar e. Thüringer mettwurst, Feldkieker, Thüringer leberwurst, Thüringer rotwurst ji wan in.

Li bakurrojava bandora xwarinên danîmarka û skandînavyayê heye. Masî jî gelek tê xwarin. Li herêmên berê yên DDRê sosîs, salam, cureyên şorbeyan, xwarina bilez, kulîçe, heyavkên kartol û zebzeyên din xwe didin pêş. Bandora xwarinên rojhilatê Ewropayê jî gelek e.

Mirov dikare bêje Bavyera , Baden Württemberg federedewletên Almanyayê yên lê herî pirr cureyên xwarinan tên zanîn in. Li başûrê Almanyayê bandora pêjgeha fransî, pêjgeha îtalî jî gelek e ku ew jî bingeha xwe ji împeratoriya romayê û hewzeya Deryaya Navîn digire.

Li Almanyayê nan rengîn in. Bi dehan cureyên nanê tên pijandin. Wekî vexurekê jî bîra (pîvo, cevo), kafê (qehwe), şerab pirra tên vexwarin. Gelek hevpariyên bi pêjgeha kurd re jî hene. Bo mînak, gulaş, hêyavkên cuda yên çavmark, xingal ûêd.

Alman pirraniya xwarinên biyaniyan dikin para tirkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi hatina tirk, yewnan, îtalî, ereb, kurd, rûs û koçberên din ve xwarinên almanan hinekê hatine guhertin. Îtaliyan pîza, meqarne, yewnanan, gîros, çîniyan şorbeya Pekînê, tirkan doner (gergerok, gîrosa emûdî tê pijandin), rûsan permenî, şaşlîk, ereban qûsqûs hwd li xwarinên almanan zêde kirine.

Ji ber ku tirk gelek pirr in li vê welatê, pirraniya xwarinan wekî "tehma tirkan, speziyalîteya tirkan" binav dikin. Ji lehmecûna ereban re "pîzaya tirk", ji kafêya ereban re "qehweya tirk" dibêjin. Ev carnan dibe sedemê tevlîheviyan.

Li her welatê navê xwarinan an bi navê xwe yê orjînal tên binavkirin, an jî nav ji têkela wan tên deranîn û ji kû hatiye jî tê gotin. Lê li Almanyayê ne wisa ye. Alman xwarinan dikin para civaka mezin. Heger çînî pirr bin, ji Anatoliya heya Japonê tevahiya xwarinan dikin para çîniyan.

Hin ji xwarinên navdar ên alman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]