Peykerê Zeus ê Olîmpiyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Peykerê Zeus ê Olîmpiyayê
  • Lost sculpture
  • destroyed artwork
  • colossal statue
  • Wonder of the Ancient World Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
37°38′16″Bk 21°37′48″Rh / 37.6379°Bk 21.63°Rh / 37.6379; 21.63
DewletYewnanistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Ancient Olympia Municipality Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêker
  • Fîdîas Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
ŞêweColossal statue Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Motîv
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Peykerê Zeus, peykerek mezin bû ku Zeus rûniştî nîşan dida [1]. Perestgeha Zeus di sala 456 (B.Z.)an da lî ser çîyayê olîmpos hatibû çêkirin. Phidias ji bo Perestgeha Zeus, peykerê Zeus ku 13 metre bilind bû, dî navbera salên 438-430 (B.Z.) çêkir. Yek ji heft nuwazeyên cîhanê ye [2].

Peyker ji zêr û diranên fîlan hatiye çêkirin. Textê ku Zeus li ser rûniştibû, ji peykerê xwe bi heybettir bû, ji ber ku ew ji dara ebenûsê hatibû çêkirin û bi xêzên zêr, dîranên fîl û kevirên giranbiha hatibû xemilandin.

Peykerê di hundirê Perestgeha Zeus da bû. Çermê peykerê ji diranên fîlan bû. Ru, por û kincên wî ji zêr bû. Ji ber ku di dawîya korîdoreke tarî da bû, diranên fîlan çavên mîrovan dikişand û kûr bandor dikir.

Dema ku lîstikên olîmpiyatê ji hêla Theodosius ve di sala 391 (P.Z.)'î da bi hinceta pûtperestiyê hatin qedexe kirin, Perestgeha Zeus jî hate qedexe kirin. Navdarên Atînayê peyker birin Konstantînopolîs û li wir di agirê mezin de di sala 462 î de hate hilweşandin.

Hin beşên peykerê ku di sala 1829 î de li Olymposê ji hêla Fransiyan ve hatî dîtin, li muzeya Louvre ya Parîsê têne pêşandan.

Zeus di mîtolojiya Yewnanî de xwedayê herî bi hêz û girîng e. Ew wekî xwedawendê esman û birûskê jî tê naskirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Statue of Zeus | statue, Olympia, Greece | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 gulan 2022.
  2. ^ "The Seven Wonders: The Statue of Zeus at Olympia". web.archive.org. 22 kanûna paşîn 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 kanûna paşîn 2009. Roja gihiştinê 4 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.