Peymana Sykes–Picot

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Peymana Sykes Pycot hat beralîkirin)
Nexşe, 8 gulan 1916
Nexşe 1919

Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem parçebûna Osmaniyan jî destpê kir û axa kurdan ket di bin dagirkeriya dewletên ewropiyan. Hêj şerê cîhanî yê yekem berdewam dikir, Brîtanyayê, Fransayê û Rûsyayê axa Osmanîyan bi hevpeymaneke veşartî ji xwe re parve kiribûn. Bi dûçûna vê hevpeymana veşartî ya bi navê Peymana Sykes Picot; Rojhilata Navîn û Kurdistan di navbera van hêzên kolonyalîst bi erêkirina Cemiyeta Neteweyan hate parçe kirin. Bi dûçûna vê peymanê Libnan, Suriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo mandateriya Fransayê ma. Li dijî vê Brîtanyayê jî li ser Iraq, Başûrê Kurdistanê (Mandateriya Iraqê), Filistîn û Urdunê mandaterî qezenc kir.

Deverên Kurdistanî jî wiha hatin parvekirin [1]

Ev peyman di navbera dîplomatên van dewletan Mark Sykes, François Georges-Picot, û Sergei Sazonov de hatibû destnîsan kirin. Peyman navê xwe ji van dîplomtan werdigire.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:334