Rojnameya Welatê Rojê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Weşana ‘Mala Kurdan’ Rojnameya Welatê Rojê sibat 1999’an da derdikeve. Di destpêkê de rojname 15 roja carê dertê, paşê mehekî carê dertê. Pêşî bi 4 rûpela derdikeve. Piştre dibe 8 rûpel niha jî wekî 16 rûpel derdikeve. Her çiqas du rûpelên dawî bi kurdî û tîpên latînî bin jî, giraniya rojnameyê jî bi ermenkî ye. Serkarê Giştî yê rojnameyê Akademîsyen û Nivîskar Çerkezê Reş sedema vê yekê wiha diyar dike: “Me xwest gelê ermenî çand, dîrok û edebiyata me binase…”

Naveroka rojnameyê çandî, wêjeyî û siyasî ye. Lê Çerkezê Reş dibêje ku ew rojnameyeke îdeolojîk û siyasî ne û nikarin xwe ji rewşa tevgera gelê kurd bişon. Li gorî îdîaya berpirsiyarê rojnameyê çara ewil li ErmenîstanêEdebiyata Kurdan a Qirna Navîn’ di rojnameya wan de hatiye nivîsîn. Wekî mînak jî dibêje ku wî cara ewîl di dîrokê de helbestên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Elî Herîrî tercûmeyî ermenkî kirine û di rojnameyê de weşandine. Niha jî rojname li ser Nîzamî Gencewî disekine ku di sedsala 12'an de wekî fikirdar û helbestvanekî mezin tê hesibandin. Çerkezê Reş diyar dike ku li aliyekî azerî li aliyê din fars li Gencewî xwedî derdikevin lê ew bixwe kurd e û bixwe ji Gencê bûye ku wê demê di destê kurdên Şedadî de bûye.

Vê gavê bi tevahî 3 kes xebata rojnameyê dimeşînin: Çerkezê Reş, Derya Botan û Karîne Usubyan. Berê tîraja rojnameyê 1200 heb bû, niha tîraj daketiye 700’î. Lê xebatkara rojnameyê Karîne Usubyan diyar dike ku ev tîraj têrê nake, lewre pêwîst e ku ew tîrajê bilind bikin. Di der barê nêzîktêdayîna gelê ermenîyanda Karîne Usubyan wiha dibêje: “Gelê ermenî bi kêfxweşî li rojnameya me mêze dike. Ji ber ku giraniya zimanê rojnameya me bi ermenkî ye, hê bêhtir aleqa nîşan didin. Çend kes ji gelê ermenî hene ku tên li rojnameyê dipirsin..”

Rojname di varê teknîkê de di nava kêmasiyan de ye. hewce bi kompîtur û scannerekê heye. Her wiha Çerkezê Reş dibêje ku ew di warê bernameya zimanê kurdî ya li ser kompîturê de jî zehmetiyê dikişînin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]