Elî Herîrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Elî Herîrî
Bernavk Eliyo
Zayîn 1009/10
Colemêrg, Şemzînan
Mirin 1077/78
Colemêrg
Hemwelatî Merwanî
Esil  Kurd
Dîn Îslam
Destûrname Alimên Misilman
Serdem Serdema Zêrîn a Îslamê, Sedsala 11'an
Pîşe Nivîskar û Helbestvan
Bandorker Ehmedê Xanî, Şêx Esadê Erbîlî, Wêjevanên Kurd
biguherîneBelge

Elî Herîrî anku 'Elî Herîrî (z. 1009/10 Colemêrg - m. 1077/78) nivîskar û helbestvanekî klasîk ê kurd yê wexta dewleta Merwaniyan e.[1]

Jiyana Elî Herîrî[biguherîne]

Xelqno, werin bibînin
Çi husneke bi kemal e
Heyran ji dil bibînin
Ji sen’ê zulcelal e

— Elî Herîrî

Sen’ê Xwedê ku danî
Sifhe ji nûrê danaye
Enber li ser kêşaye
Enber xet di xal e.

— Elî Herîrî

Elî Herîrî bi eslê xwe ji Şemzîna e. Ew, di sala 1009 an jî 1010 Zayînî de hatiye dinyayê. Dîroka hatina wî ya dinyayê, her weha du hizir têne ser zimên. Li herêma ku lê bûye, di dema wî de bandoreke mazin ya wî hebûye. Ji ber ku ew bandora wî, bi xwe re pir pêşkevtinan jî tîne.

Di wê demê de, li Kurdistanê, Merwanî serdest bûn. Merwaniyan dewleteke ku hema bêje hebûna Kurdistanê hemî xistibû nava xwe de, avakiribûn. Bi vê yekê re, di dema xwe de, wan pir pêşkevtin jî dane çêkirin. Merwanî, di dema Aliyê Merwan (jê re Abu Ali bin Merwan jî tê gotin) de, dema xwe ya zêrîn derbas dike. Di wê demê de xurt bi pêş dikeve.

Elî Herîrî û malbata wî, di dema xwe de li herêma xwe bihêz bûn. Ew, di nav malbatê de, ji biçûkatî dest bi xwendinê dike û heta ku mezin dibe jî, xwendina baş û qanc werdigire. Bi vê yekê re êdî hêdî hêdi mezin dibe. Di wê dema wî de, pir pêşketin hene. Hin hêrîşên li ser serê Merwaniyan wan ji kal dikin. Di wê demê de, Merwanî jî li ber wan hêrişan li ber xwe didin. Merwanî, bi pişgiriya bavê Mîr Zengî bi ser dikevin. Bi saya ​serê wî, Merwanî dîsa serdestiya xwe li herêmên xwe xurt dikin.

Dema wî li Şam, Cizîra Botan û Hewlêr[biguherîne]

Elî Herîrî jî, di wê demê de li cem rêveberîye Merwaniyan e. Di wê demê de, Şam jî di bin destê wan de ye. Şam, heya dema rêveberiya Kurdistanê ya Eyûbiyan û piştre jî di bin destê wan de dimîne. Di wê demê de, dema ku Elî Herîrî li cem merwaniyan bû li herêmên ku karîbû li hemiyan digere. Demekê dîçe Şamê û li Şamê jî dimîne. Bi gelek zanistên ku li wir in re rûdine û dide û distîne. Piştre ku demekê li wir dimîne, Careke din vedigere û tê Cizîra Botan. Li wir jî demekê dimîne. Dest bi pirtûka xwe ya bi navê Maqamatê dike û temam dike. Piştre ku ew pirtûka xwe bidawi dike, pirr di nav aliman de tê naskirin. Mirovên ku behsa wî dikin û navê wî ji dîyaran dibine diyaran hene. Ew ji bo vê yekê Şemzînan û Cizîra Botan weke navend ji xwe re dibîne. Piştre ku ew her weha mezin tê naskirin, êdî ew bixwe, dike ku here Hewlêr û Bexdayê. Di wê heyemê de, ev herdû cih, weke du navendan bûn. Bexda, navê wê mezin bû. Hewlêr jî, ji ber ku navendeke dîrokî bû, navê wê hebû.

Elî Herîrî, piştî ku ji Şamê vedigerê Cizîra Botan, êdî demekê li wir jî dimîne û piştre dikeve rê de û berê xwe dide Hewlêrê. Li wir demekê dimîne û bi pir zaniyarên mezin yên wê demê re rûdine û diaxive. Ew axiftinên wî her tim bala mirovan dikişîne ser xwe. Axaftinên wî ji aliyê gel ve gelek tên hezkirin..[2]

Elî Herîrî, ku demekê li Hewlêrê jî dimîne, êdî dike ku xwe bigihêne Bexda yê. Piştre xwe digihêne Bexdayê. Li wir, navende Xelîfetiyê hebû. Ji ber vê yekê ji, pir alim û zanistên Îslamê ji li wir dicivîn. Ew jî di dema xwe de ku weke zaniyarekî tê naskirin, êdî weke zanistekî Îslamê jî tê naskirin. Bi vê yekê jî, navê wî mezin dibe. Wî xwest ku bi axiftinê nêzîkatiya vacê di Îslamê de bide rûnandin. Li ser vê yekê re bi pir zaniyarên dema xwe re jî dikeve niqaşên mazin de. Li Bexdayê, li navenda Xelîfe jî dikeve wan niqaşan de. Bi vê yekê re, tê gotin ku hin raxne jî li ser vê yekê lê têne girtin. Lê ew ji ya xwe nayê xwarê di wê heyamê de.

Elî Herîrî bi vî awayî, demekê li Baxdayê dimîne. Piştre careke din vedigere Cizîra Botan û li ser demeke jiyana xwe ya dirêj li wir dibihorîne. Di wê dema jiyana xwe ya dirêj de jî, li gelek deverên Kurdistanê digere û li civata gelek mîran rûdine. Bi vê yekê re hizrên wî li her derî belav dibin. Hizrên Elî Herîrî ne tenê di nav Kurdan de, li herêmê bigiştî belav dibin. Ew weke zanistvanekî herêmî mezin dibe. Rêveberên mezin têne ber wî û jê aqil digirin. .[3]

Li gor rojhilatnas û kurdzanê rûs Alexander Jaba Elî Herîrî di sala 400'î ya koçî (1009/1010'ê zayînê) de li gundê Herîrê ku girêdayî Şemdînanê ji dayik bûye. Li gor Jaba Elî Herîrî yek ji kevintirîn helbestvanên kurdî ye. Elî Herîrî bêguman yek ji helbestvanên pêşî yê kurmancî ye. Dîsa li gor heman jêderê Elî Herîrî di sala 470'yî ya hicrî de (ku teqabilî 1070'yê zayînî dike) rehma xwedê kiriye. Dîwana wî li Kurdistanê tê nasîn. Hinek helbestên Elî Herîrî ji aliyê rojhilatnasê alman Albert Sosin û rojhilatnasê sovyetî M.B. Rudenko ve hatin weşandin.

Elî Herîrî li ser temenekî 60 (şêst) salî re diçê ser dilovaniya xwe. Biqasî ku tê gotin, di 1077 wan de diçê ser dilovaniya xwe.

Berhem[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Qanatê Kurdo (1983). Tarîxa Edebiyata Kurdî 1. Stockholm.
  2. Abdusamet Yigit. elî Herîrî, 2009 Berlin
  3. Abdusamet Yigit. elî Herîrî, 2009 Berlin

Bîblîografî[biguherîne]

  • Blau, Joys; Die Wissenschaft von der kurdischen Sprache. In: Kurden Azadi, Freiheit in den Bergen, Schallaburg 1992
  • Balî, Awe; Antolojiya Helbestvanên Kurd, Istanbul 1992
  • Kurdo, Qanatê; tarîxa edebyata kurdî I, Stockholm 1983
  • Kurdo, Qanatê; tarîxa edebyata kurdî II, Stockholm 1985
  • Zinar, Zeynelabidin Nimune, Stockholm 1991[1]