Sefera xaçperestan a yekem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seferên xaçperestan ya yekem seferên Xaçperestanê herî pêşina bi destên xiristiyanan, bo sebeb û armancê ku Orşelîmê dîsa bidest bixin hatibû li dar xistin. Vê seferê piştî fermana Papa Urbanus II (en) re di sala 1095'an de dest pê kir û bi dagirkirina Orşelîmê di sala 1099'an de re jî dawî dît.

Sedem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qûdis û Filistînîmperatoriya Romê bû du paran re heta 637an de kete dest Ereban. Pê ku di sala 637'an Ereban ket re, di sedsala 11'an de êdî Xristîyanan bo şunda dest xwe xistinê wê de re li fersenda digeriyan.

Di wê demê de bajar û xakên Romê li Anatolyayê (li Împeratoriya Bîzansê), ji pê binketina di Şerê Milazgirê di 1071an re yek bi yek bi destên Selcûqan diketin. Ji bo artêşa Romê êdî gelek lawaz bûbû û ji hêz de ketîbû, împeratorê Romê Aleksios I Komnênos (en) ji dewletên Ewropayê, li hemberî Selçûqan alîkarî dixwest. Selçûqan wê demê de Anatolya, Antîoxeia (îro Entakya) û Orşelîmê dest xwe xistibûn. Bîzansan jî ser van binketinan re, ji bo alikariyên wan bixwazin propogandaya xakên pîroz û qala zehmet kişandina xiristiyanên wan deveran dikirin. Dîsa bi armanca vê împeratorê Aleksios I bo yekkirina mezhebên Roma-Katolîk û Ortodoks pêşniyaz da.

Di wan deman de 18-28'ê sermawezê 1095 li bajarê Clermont ji bo yekkirina wan du mezheban civînek di serokiyê Papa Urbanus II de bû. Di wê civînê de gelek welatan de gelek kardînal û episkop hatîbûn Clermontê. Di dawiya civînê de Papa axaftinake di dîrok de gelek mihîm û navdarê ku wek bi latînî: Deus Vult (en) (an Deus lo vult!: "Xwedê wê daxwaze") tê navkirin kir. Di wê axaftinê de Papa qala zehmetiyên xiristîyanên xakên Pîroz û lazimiya dest xwe xisitna wan deveran kir. Êdî bi slogana Deus vult! propagandayake ji bo seferake pîroz li hemû Ewropayê dest pê kir.

Sefer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pê fermana Papayê di biharê 1096an de re, sefereka bê organîze û pêkhatî ji hêla gel û leşkerên hat dar xistin û ewna tavilê derbaza Anatoliya bûn. Lê ji bo ew artêşê bê organîze bû, ewna bi destên Selçukan li bajarê Nikaia (Îznîk) tavilê hatin kuştin. Ew eskerên kanîn ji wê cengê canê xwe bifilitînin şunda vegerîyane bajarê Konstantinopolîsê û xwe dane bendiya Xaçperestên dinên werin.

Rêya sefera Xaçperestayê Yekem

Ji pê re artêşake dina vê gavê hîn organîze û hîn mezinê bi bingehî ji Fransîyan pêk dihatî ji Ewropayê birê ket. Leşker û Şovalyeyên gelek welatên Ewropayê de dihatinî di meheya adarê 1097an de li Konstantinopolisê gêhiştine hev. Mezinahiya wê artêşa texmînî nêzî 50.000-6000 esker bû.

Artêşa Xaçperestan derbaza Anatoliyayê bû û di 19'ê pûşperê 1097an de siftê bajarê Nikaia (îroj Îznîk) ji selçukan stand. Di 1'ê tîrmehê de jî Selçuqên di serdariyê Kiliç Arslan I (tr; en) de li nêzî Dorîlaion (Eskişehirê) îroj bin xistin. Paş van serfiraziyan re Xaçperestan Anatoliya serbiser bi hêsanî derbaz kirin û gêhiştine Kurdîstanê. Wan di 1098an de Edessaya (îroj Riha) dagir kir û li wir Dewletên Xaçperestan herî pêşinê bi navê Wîlayet Edessa (tr; en) tê zanîn saz kirin. Xaçiya pê re bajarên dinên Mezopotamya û Kurdîstanê dagir kirin û berê xwe dane ser Antîoxeia yê. Wan Enteqya pê rapêçaneka heft mehan re di pûşperê 1098an de dest xwe xistin û niştiyên wir bi tunî kuştin. Wan li wir Dewleta Xaçperestanê yekî din Mîrîtiya Antîoxeia (tr; en) saz kirin.

Ji pê Antîoxeia re jî bi armancê dest xwe xistinê Qûdisê dewama meşînê xwe kirin. Ew bajara nêzî saleke ku ji 1098an virve di destên Fatimîyan de bû. Di 13'ê pûşperê sala 1099'an de Xristiyan bi artêşake nêzî 14.000 leşker de pêkdihatî dorpêç kirin. Ji ber ku sûrên bajaêr saxlem bûn û Fatimiyan bajar bi serfirazî diparastin ceribandinên pêşin Xaçpêrest bêserfiraz dibûn. Lê bi dirêjbûna rapêçanê re di dawiyê de, pê rapêçanê 5 heftan re wan Qûdis dest xwe xistin. Pê Xaçperestan Fatimî li Qûdisê bêhtir li derên din jî, bi tunî bin xistin re, Godefroy de Bouillon (fr; en) xwe wek keyê Keyaniya Orşelîmê (ar; en) û dewleta Xaçiyayê Orşelîmê da zanîn. Wan ji pê sefer xelas bû re di 1109an dewletake dina bi navê Wîlayet Tripolisê (en) (îroj Trablûs, Libnan) saz kirin.

Dawî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji pê sefera xaçperestê yekem re şûnê ku Xaçperest tê re derbaz bûn de çend Dewletên Xaçiyayê biçûk hatin saz kirin. Dîsa va sefera, sefera tenêyê ku Xaçperest gêhiştine armancên xweyên bingehî bû. Ji vê seferê şunda di tu seferên din de Qûdis bi dest xiristîyanan neket û Xaçperest di wan seferan de bê serkeftî vegeriyan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]