Têkiliyên Îran û Tirkiyeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îran–Tirkiye

Tirkiye

Îran

Têkiliyên Îran û Tirkiyeyê têkiliyên kûr yên her du şaristanên cîran Îran û Tirkiyeyê nîşan dide. Bi taybetî jî li ser têkiliyên modern yên dewletên Komara Îslamî ya Îranê û Komara Tirkiyeyê disekîne. Piştî hatina tirkan bo Rojhilata Navîn ta niha guherînên mezin çêbûne. Van guherînan gelek tesîr li ser welatê kurdan kiriye û welatê kurdan bûye meydana şerê van herdu dewletan. Ev gotar bi bingeheke dîrokî û zanistî li ser têkiliyên van herdu şaristanan li ser bûyeran dimîne û şirove dike.

Îran û Tirkiye bi 450 km hidûd ve girêdayî hev in. Li herêma Rojhilata Navîn ev herdu dewlet wek dewletên sereke tên nasîn û di nav siyaseta dinyayê de jî giraniyeke van her du dewletan heye.

Nêrîna giştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Reza Şah Pehlewî û Mistefa Kemal Ataturk
Serokkomarê Komara Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan û serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî

Di wextê Osmaniyan û Sefewiyan ta niha gelek têkiliyên van herdu welatan çêbûyê. Piştî Peymana Qesra Şîrîn ku di sala 1639ê ji aliyê Sefewî û Osmaniyan hatiye destnîşan kirin heta niha hidûd bi hindek guherînan wek hev ma ye. Lê têkiliyên van herdu welatan çi caran jî li dijî dewleteke biyanî wek hev nebûye. Piştî peymana Qesra Şîrîn welatê kurdan an ku Kurdistan ji aliyê van her du dewletan ve hatiye parçe kirin û ji hîngê heta niha di hidûdên van her du dewletan de pirsgirêkên mezin yên girêdayî kurdan qewimî ne.

Her çend malbatên Osmaniyan û Sefewiyan tirk bûne jî têkiliyên wan ji ber cudabûna mezheban çi caran di asteke de baş de nebû. Gelek caran li herêmê di navbera van herdu dewletan de şer û pevçûn çêdibûn. Hemû şer jî li Kurdistanê dihatin kirin. Ji ber van şeran li herdu rexan jî dûrxistin û bicîhkirina eşîrên kurd di polîtîkaya van herde dewletan de hebûye. Ev têkiliya van herdu welatan heta salên 1900an jî bi vî awayî berdewam kir. Piştî van salan ev herdu dewlet her çend sîstemên guherandibin netewe-dewlet jî hêj jî giraniya mezheban di navbera wan de heye.

Bi dûçûna dîroknas û sîyasetnasê tirk Atay Akdevelioğlu 4 sedemên girîng di navbera têkiliyên Tirkîyeyê û Îranê de dilîze;

Faktorên tesîrê li têkiliyên Komara Tirkiyeyê û Komara Îslamî ya Îranê dike:

  1. Têkiliyên Tirkiyeyê li gel DYA û Îsraîlê gelek tesîran li têkiliyên Îran û Tirkiyeyê dike. Wek tê zanîn têkiliyên Komara Îslamî piştî şoreşa îslamî ber bi xerabbûnê ve diçin. Ji ber vê jî ev diyarde yek ji girîngtirîn diyardeye di têkiliyên Îran û Tirkiyeyê de. Nêzîkbûna Tirkiyeyê bo Îsraîlê jî nerazîbûneke mezin li Îranê peyda dike. Jixwe Komara Îslamî ya Îranê dewleta Îsraîlê nasnake
  2. Polîtîkayên Îranê yên li Rojhilata Navîn jî tesîrê li têkiliyan dike. Alîkariya Îranê bo komên tundrew yên îslamî ku giştî Şîî ne, nerazîbûnê li Tirkiyeyê peyda dike.
  3. Pêşvebirina çekên komelkuj yên Îranê wekî her dewleteke dinyayê li Tirkiyeyê jî nerazîbûnê nîşan dide.
  4. Polîtîkayên Tirkiyeyê li Asyaya Navendî û Kafkasyayê tesîrê li têkiliyên herdu dewletan dike. Jixwe li van herêman û di Îranê de gelheyeke zêde tirk(azerî,tirkmen, kirxiz hwd..) hene. Îran ditirse ku Tirkiye bi rêya neteweyetî tesîrê di nav van gelên nijadtirk de bike. Jixwe li Kafkasyayê Îran ji Azerbaycanê bêhtir têkiliyên xwe li gel Ermenistanê xurt dike.

Piştî xerabûna têkiliyên Îran û DYAyê piştî şoreşa Îslamî, dagirkirina DYAyê li Iraqê jî tesîrên gelek mezin têkiliyên navneteweyî yên dewletên Rojhilata Navîn kirin. Piştî vê dagirkirinê Iraq ber bi parçebûnê ve diçe. Di Iraqa nû de Tirkiye dixwaze Iraq perçenebe û kurdên li vir nebin xwedî statû lê her çend armanca Îranê jî neperçebûna Iraqê be jî her wisa dixwaze ku Şîiyên Iraqê bixe nav tesîra xwe de û destê xwe li Iraqê bihêz bike û îdeolojiya xwe belavî Iraqê bike. Jixwe gelheya Iraqê bêhtir Şîî ne. Her wisa tirsa Îranê jî ew e ku Tirkiye li Iraqê dixwaze Mûsil û Kerkûkê dagir bike. Li Iraqê pozîsyona Tirkiyeyê û Îranê her çend wek hev be jî li dijî vê rewşa ku statû standina kurdan, pozîsyon û siyasetên xwe yên girêdayî ewlehiyê guhertin. Niha di navbera Tirkiyeyê û Îranê de li nav Başûrê Kurdistanê û Iraqê de pêşbazî heye. Lê ev rewş hêj jî ji bo kurdan rewşeke ewle nîne, çûnkî ev herdu hêz jî ji hebûna DYAyê ditirsin.

Hebûna PKKê jî di navbera herdu dewletan de dibe pirsgirêkeke mezin. Tirkiye îdîa dike ku Îran alikariya PKKê dike û ji wî aliyê hidûd êrîşî Tirkiyeyê dike. Lê piştî dagirkirina DYAyê li Iraqê rewşa herêmê hat guhertin û statûya kurdan ji bo Îranê jî ji bo Tirkiyeyê jî bû pirsgirêkek mezin. Jixwe paşî ji aliyê PKKê ve rêxistina PJAKê hate ava kirin û gelek pêvçûn û şer di navbera PJAK û Îranê de qewimîn lê di sala 2011ê de ev şer û pevçûn sekinîn. 27 Temmuz 2004ê serokwezîrê Tirkiyeyê çû Îranê û li wir hevpeymanek hate destnîşan kirin. Bi dûçûna wê hevpeymanê Îranê PKK/Kongra Gel, Tirkiyeyê jî Micahîdên Gel wek rêxistinên terorîst binavkirin û nasandin[1].

Nêrîna dîrokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têkiliyên Îran û Tirkiyeyê xwedî dîrokeke dûr û dirêj in. Berî belavbûna îslamê li Îran, Kurdistan û Antolyayê li Tirkîyeyê dewleta Bîzansiyan û li Îranê jî dewleta Sasaniyan hebû. Berî Sasaniyan li Îranê, Pers û Medan hikûm li herêmê dikir. Di sedsala 10emîn de koça tirkên Asyaya Navîn destpê kir bo Îran, Kurdistan û hemî Rojhilata Navîn. Di esasê xwe de koçberîya tirkan û şerxwazîya tirkan qedera vê herêmê hemî guhert. Gelên qedîmî yên herêma Rojhilata Navîn bi taybetî kurd, ereb û fars hemî ketin bin destê tirkan. Şaxeke tirkan li Îranê dewlet û mîrektî ava kirin, şaxeke din yê tirkan li Anatolyayê dewlet û mîrektiyên xwe ava kirin.

Dema rûpelên dîrokê sedsala 16emîn dibîne, hemî dewletên ereb yên îslamî ji layê tirkan ve hatine xerab kirin. Li Anatolyayê û Rojhilatê Navînê malbata Osmaniyan, li Îranê jî malbata Safewiyan ev herdu herêmên mezin kirin bin desthilata xwe. Li gelek herêman jî ne Osmaniyan ne jî Safewiyan nekarîn seda sed wê herêmê bikin bin desthilata xwe. Bi taybetî jî li Kurdistanê mîrektiyên kurd hebûn bi dûçûna guherîna hêza van herdu dewletan aliyê xwe aşkera dikir. Carna piştgirîya Osmaniyan carna jî piştgirîya Safewiyan dikirin. Şer û pevçûnên di navbera van herdu dewletan her daîm çêdibûn.

Şerê Çaldiranê(1514)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1514ê di nava van herdu hêzan de şerê yekemîn yê mezin qewimî. Di vî şerî de Osmanî dijî Sefewiyan biserket û li Kurdistanê desthilata xwe îlan kir. Begên Kurdan hemû ketin bin desthilata Osmaniyan de.

Peymana Amasyayê(29 gulan 1555)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1555ê di navbera herdu dewletan de peymana Amasyayê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Azerbaycan, Kurdistan, Iraq hemû ketin bi desthilata Osmaniyan[2]

Peymana Stembolê(1590)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1590ê di navbera van herdu hêzan de peymana Stenbolê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Loristan,Kirmaşan, Gurcistan, Gence, Qerebax ketin bin desthilata Osmaniyan[3]

Peymana Nasûh Paşa(1613)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her wisa wek peymana Stenbolê ya duyem jî tê zanîn. Li sala 1613yê di navbera van herdu hêzan de peymana Nasuh Paşa hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê herdu dewletan qebûl kir ku sinorên peymana Amasyayê dîsa bên qebûl kirin. Hêdî hêdî pirsgirêkên têkildarî kurdan derdiketin meydanê. Li herêma Şarezorê, rêvebirin di destê Xelo Xan de bû. Bi vê peymanê Sefewiyan soz da Osmaniyan ku dema Xelo Xan êrîşî Osmaniyan bike, Sefewî alîkariya wî nakin [4]

Peymana Zehabê(17 gulan 1639)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1639yê di navbera van herdu hêzan de Peymana Qesra Şîrîn hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Azerbaycan û Rewan bo Sefewiyan, Iraq û Bexdad bo Osmaniyan ma. Ev peymane di dîroka Kurdistanê de jî xwedî nirxeke gelek mezin e, ji ber ku bi vê peymanê Kurdistan bû du parçe. Ev peyman yekemîn peymana fermî ye ku Kurdistan ji aliyê du hêzan ve tê parve kirin û dibe du parçe. Piştî vê hevhatina van dewletan gelek konfederasyonên eşîrên kurdan jî di navbera van herdu împeretoriyan de bûn du parçe. Van herdu hêzan welatê Kurdistanê ji xwe re wek tampon didît. Herdu aliyan ji xwe re hevalbend ji eşîrên kurd çêkiribûn ku dema şer çêdibû, ev eşîr û Kurdistan diket bin xeteriyê. Hem cografyaya Kurdistanê hem jî mirovên Kurdistanê gelek ziyan ji van şeran didît.

Peymana Erziromê-1(28 tîrmeh 1823)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1823yê di navbera van herdu hêzan de peymana Erziromê hate destnîşan kirin. Di vê peymanê de jî pirsgirêka têkildarî kurdan nehate çareser kirin. Çûnkî welatê hevpar yên eşîrên kurd bibû du parçe. Jixwe piştî vê lihevhatinê artêşa Osmaniyan dest bi êrîşan kir li ser Kurdistanê û yekûyek mîrektiyên kurd hatin hilweşandin.

Peymana Erziromê-2(31 gulan 1847)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1847ê di navbera van herdu hêzan de peymana Erziromê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê 4 mijarên sereke hatin çareser kirin[5];

  1. Kifşkirina hidûdên bejahî û deryayî
  2. Rewşa polîtîk ya Kurdistanê(rewşa mîrektiyan-pirsgirêkên têkildarî eşîran)
  3. Seredanên îraniyan ji bo cihên pîroz
  4. Rewşa ticareta herdu dewletan

Protokola Stenbolê-1869[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peymana Berlînê(1878)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1878ê de di navbera Rûs û osmaniyan de ev peyman hate destnîşan kirin. Piştî şerê Rûs û Osmaniyan hate destnîşan kirin. Her çend Îran beşdarî vî şerî nebe jî, bi dûçûna vê peymanê herêma Kotol bo Îranê ma [6]

Yekemîn êrîşa Osmaniyan li ser Îranê(1905)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li tîrmeha 1905ê Osmaniyan bi artêşa xwe û Lîwayên Hemîdiyeyê ve êrîşî Îranê kir. Li sala 1908ê ji ber givaşa rûs û ingilîzan Osmanî ji Îranê derket.

Duyemîn êrîşa Osmaniyan li ser Îranê(1908)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dawiya sala 1912ê de Osmanî ji Îranê hatin derxistin

Sêyemîn êrîşa Osmaniyan li ser Îranê(1914)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tirkan bi alîkariya hinek eşîrên kurd dîsa êrîş bir ser Îranê. Heta Tebrîzê û Mahabadê çûn ev hêz.

Çaremîn êrîşa Osmaniyan li ser Îranê(1918)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Osmaniyan ji ber fersenda paşveçûna Rûsan, dest bi êrîşî Rojhilatê Kurdistanê û Azerbaycana Îranê kirin. Bajarên Tebrîz û Urmiyeyê dagir kirin. Di dawiya sala 1918ê de Osmanî ji ber binketina di şerê cîhanê yê yekem de, ji van deran hêzên xwe dîsa vekêşî.

Hêjayî gotinê ye ku di vê dagirkirina tirkan de bapîrê Qazî Mihemed, Feyzula Beg serhengiya komeke leşkeran dikir. Vê grûba leşkeran nedihêla tirk herêmê dagir bikin [7]

Protokola Tehranê(21 kanûna pêşîn 1911)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Protokola Stenbolê(17 çiriya paşîn 1913)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li zivistana 1905ê hêzên Osmaniyan fersend ji kaosa di nav Îranê de dît û ji Makû, Urmiye heta Seqizê dagir kirin. Brîtanya û Rûsî ji van pêngavên Osmaniyan gelek aciz bûn û givaşeke mezin li ser Osmaniyan çêkirin ku Osmanî vekêşin. Di encamê de li sala 1907ê Osmanî ji Îranê derket. Di van salan de li Osmaniyan de jî li nava Qacariyan de jî şoreşên makezagonê hatin kirin. Rêya çûna van şoreşan herdu dewlet xistibûn bin kaoseke mezin de. Bi taybetî jî li Îranê otorîteya navendî ya Îranê gelek zeîf bibû.

Bi vê protokolê gelek pirsgirêkên di navbera Îran û Osmaniyan de hatin çareserkirin.

Destpêka şerê cîhanî yê yekem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1913ê rêxistina Îtihad û Teraqî gelek neteweperestên azerî ku bi navên; Xelîl Kut, Yaqûp Cemîl, Sapancalî Haqan, Ebdulqadir rêkirin Azerbaycana Îranê ku li dijî şahê Îranê şer bikin. Ji bilî van jî Mihemed Emîn Yurdakul, Emer Nacî ku kesên netewperestên tirk bûn di Îtîhad Teraqiyê de cîh digirtin, car car diçûn Îranê ku fealîyetên turanîzmê bikin[8]

Di dema şerê cîhanî yê yekem de li Rûsyayê Şoreşa çiriya pêşîn pêkhat. Ji ber vê şoreşê Rusî ji Îranê vekişiyan. Di wê valahîya otorîteyê li Îranê, fersend bû Osmaniyan çêbû ku biçin têkiliyên xwe li gel Azerbaycaniyan xurt bikin heta gehişte wê astê ku Osmaniyan heta Tebrîzê Îran dagir kir. Heta Bakuyê jî çûn Osmanî lê İngilîzan nehêle ev tişt çêbe û piştî şer hêzên Osmaniyan vegerîn hidûdên berê. Piştî Osmanî vekişiyan, Şêx Mihemed Xiyabanî li Tebrîzê Partîya Sosyalîst ya Demokrat ya Azerbaycanê ava kir û Komara Azadîstanê daxuyand[9]

Piştî şerê cîhanî yê yekem-1918[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Reza Şah Pehlewî û Mistefa Kemal Ataturk
Ji çepê ve; Xalis Begê Sipkî(Xalis Ozturk), Îhsan Nûrî Paşa, Ferzende Beg

Piştî dawîbûna şerê cîhanî yê yekem li Îranê valahiyeke otorîteyê peyda bû. Taybetî li Kurdistana Îranê bi serkêşiya Simkoyê Şikak kurdên herêmê dixwastin dewleteke serbixwe ya kurdî ava bikin. Wî wextî li Kurdistana Tirkiyê li devera Hekariyê serhildan û nerazîbûnên Nestorîyan li dijî dewleta tirk hebûn. Tirkan dixwast li dijî Nestûriyan, Simkoyê Şikak bikarbîne. Lê ev hemleya tirkan dibû sedema têkçûna têkiliyên Îran û tirkîyeyê. Lê piştî nemana xetera Nestûriyan, tirkan bi rehetî êdî li ser Simko fikirî. Jixwe li sala 1922yê Simkoyê Şikakî ji ber givaşên hêzên Îranî revî Tirkîyeyê û paşî jî çû Başûrê Kurdistanê. Di dawîya vê pirsgirêkê de têkiliyên Îran û Tirkîyeyê aram bûn.

Li sala 1921ê de ji bo ku pirsgirêkên di navbera Îran û Tirkîyeyê de bên çareser kirin bi taybetî jî pirsgirêka Simkoyê Şikak, Îranê sefîrek ji Enqereyê şand. Hêjayî gotinê ye ku wî wextî hêj dewleta Tirkîyeyê nehatibû ava kirin û navenda Osmaniyan Stenbol bû. Piştî vê pêngavê jî Hikûmeta Enqereyê 7ê çiriya paşîn a 1922yê Muhîdîn Paşa wek balyozê Tirkîyeyê bo Tahranê şand. Ev destpêka têkiliyên Tirkîyeya modern e li gel Îranê. Wî wextî rêya avê bêhtir dihate bikaranîn. Jixwe Îran bi rêya Deryaya Reş têkiliyên xwe li gel dewletên Ewropayê didomandin. Ji ber vê Îranê xwest ku li Trabzonê û Sakaryayê jî konsûlxaneya veke. Lê hikûmeta Enqereyê tenê ji bo Trabzonê îcaze da Îranê.

Piştî daxuyandina avakirina Komara Tirkîyeyê têkiliyên Tirkîyeyê û Îranê pêşvetir lêhat. Îranê li sala 1924ê Seyîd Tebetebaî wek balyozê nû yê Enqereyê şand Tirkîyeyê. Tirkîyeyê li sala 1925ê Memduh Şevket Esendal wek balyozê nû şande Tahranê.

Peymana Dostî û Ewlehiyê(22 nîsan 1926)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî aştbûna Simkoyê Şikak li Îranê, têkiliyên Simkoyê Şikak û hikûmeta Îranê jî aram bûn. Li Tirkîyeyê jî piştî Serhildana Şêx Seîdê Pîranî Kurdistanê Tirkiyeyê ber bi rewşeke aloztir ve çû. Gelek cihan serhildan dijî rêjima nû ya Tirkîyeyê rûdan. Bi taybetî jî li herêma Agirîyê nerazîbûnên kurdan dewam dikirin, bi alîkarîya hêzên eşîrî kurdan êrîşî baregehên tirkan dikirin. Dema tirkan dixwest dawî li hêza van eşîran bîne, eşîr ji hidûd dibuhurîn û diçûn nav axa Îranê. Hikûmeta Îranê ji ber neşiyana xwe nedikarî rê li ber eşîrên kurdan bigire û ev helwesta Îranê jî dibû pirsgirêk li navbera herdu welatan de. Tirkan li ser vê li dijî Îranê hindek astengiyên aborî dan destpê kirin. Li hidûd bacên tiştan zêde kirin. Terîfeyên gumrikê girantir kirin. 22yê nîsana 1926ê van herdu dewletan ji ber sedeman Peymana Dostî û Ewlehiyê destnîşan kirin, bi dûçûna vê hevpeymanê [10];

  1. Di navbera van herdu dewletan de divêt aştî û ewlehî hebe
  2. Dema dewleteke sêyemîn êrîş li dijî Tirkîyeyê an jî Îranê bike, divêt dewleta din bêalî be
  3. Dema êrîşek li dijî van dewletan li nava van dewletan de bê kirin, divêt dewleta din nehêle ev tişt çêbe
  4. Li dijî eşîrên li sinor dijîn, divê herdu dewlet berevanîya dewleta din bikin

Wek di van madeyên li jor hatîne rêzkirin tê dîtin ku bawerîya van dewletan bi hevdu nîne. Tirkîye, Îranê bi alîkarkirina eşîrên kurd sûcdar dike; Îran jî Tirkîyeyê bi alîkarkirina Azerbaycanê sûcdar dike. Jixwe Reza Pehlewî di hevdîtineke xwe ya di gel bûrokratekê tirk, wiha jê re dibêje;

Her çend ev hevpeyman hatibe destnîşan kirin jî,ji ber Serhildana Agiriyê ya yekem ya 16ê gulana 1926ê de têkîlî dîsa xerabûn. 17 xizîrana 1926ê ev serhildan ji aliyê tirkan hate vemirandin lê serhildêr hemî derbasî axa Îranê bûn. Piştî vê Tirkîyeyê daxwaz ji Îranê kir ku serhildêran teslîmî wan bike û hindek axê ji hev veguherin. Îranê ji bo aşkerakirina veguherîna axê û aşkerakirina hidûdên nû bi erênî lênêrî.

Hem ji ber serhildana Şêx Seîd hem jî ji ber nerazîbûnên xelkê Agiriyê, li dijî dewleta Tirkiyeyê nerazîbûn dewam dikir. Li sala 1927ê de li devera çiyayê Agiriyê kurdan gelek leşkerên tirk girtin û ber bi axa Îranê ve çûn. Tirkiyeyê Îran sûcdar kir ku alîkariya kurdan dike. Li ser vê jî Tirkiyeyê balyozê xwe yê Tehranê vekêşa. Ev yekemîn care ku Tirkiye balyozê xwe ji Îranê vedikêşe. Sedem jî dagirkirina herdu dewletan bû li Kurdistanê ku dixwastin kurdên herêmê kontrol bikin [11]

Têkiliyên Tirkîyeya modern û Îrana modern bi esas di sala 1930ê de xwe nîşan da. Li sala 1930ê de Serhildana Agiriyê ya sêyem çêbû. Di encama vê serhildanê de li Çiyayê Agiriyê, Komara Agiriyê hate ragihandin. Li ser vê Tirkîyeyê êrîş bir ser kurdan û bi alîkarîya Îranê li îlona 1930ê, dawî li vê komarê anî. Piştî vê serhildanê balyozê Tirkîyeyê li Tahranê hate guhertin. 15ê îlona 1930ê de Xusrev Beg dest bi balyoziyê kir û xebatên xwe yên li dijî kurdan da destpê kirin.

Peymana Hekemî (23 kanûna paşîn 1932)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

29ê adara 1931ê de jî Mîrza Sadiq Xan wek balyozê nû yê Îranê li Enqereyê hate tayîn kirin. Dîyar bû ku ev herdu dewlet dê li ser pirsgirêka kurd, çareseriyên hevbeş bikin. Yekem pirsgirêk ew bû ku tirkan dixwast çiyayê Agiriyê yê biçûk bi herçar aliyan bibe ya tirkan û li hember vê jî xwestin li Wanê, li devera Kotulê hindek zeviyan bidin Îranê. Di encamê de 23ê kanûna paşîn a 1932yê de hevpeymana kifşkirina hidûdê tirk û îranê hate destnîşan kirin û ew daxwazên tirkan hatine bicîh kirin [12]. Jixwe piştî vê nêzîkbûna Tirkîyeyê û Îranê , têkiliyên van herdu dewletan bêhtir pêşketin.

Peymana Dostiyê (5 çiriya pêşîn 1932)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peymana Îadeya Sûcdaran (9 kanûna paşîn 1933)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li 10ê xizîrana 1934ê Reza Pehlewî seredana Tirkîyeyê kir û li gel Mistefa Kemal Ataturk hevdîtin kirin. Heta 6ê tîrmeha 1934ê li Tirkîyeyê ma. Ev seredana Reza Şah bû sedema gelek guherînan. Reza Şah hêdî hêdî wekî Mistefa Kemalê tirk xwest ku ew jî welatê xwe jinûve biafirîne û li ser bingeha netewe-dewleta fars ava bike.

Pakta Seedabadê (8 tîrmeh 1937)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Peymana Seedabadê

Piştî çareserkirina hidûdên Îran û Tirkîyeyê, pirsgirêkên hidûdî yên Îran û Iraqê jî li 4ê tîrmeha 1937ê bi taybetî pirsgirêka Şetelereb hate çareser kirin. Her wiha hindek pirsgirêkên hidûdî di navbera Îran û Efxanistanê jî de hebûn. Ev xebatên han, rê da van welatan ku piştî pirsgirêkên hidûdî, di pirsgirêkên din de jî çareser bikin. Bi taybetî Kurdistan di navbera Îran, Tirkîye û Iraqê de hatibû parçe kirin û xetera avabûna Kurdistanê di nav dilê van her sê dewletan de hebû. Ji ber vê sebebê, van hersê dewletan û efxanistanê xwestin bi hevra hevpeymaneke din destnîşan bikin. Li 8ê tîrmeha 1937ê de di navbera van hersê dewletan de Hevpeymana Neêrişkirina Hev hate destnîşan kirin. Ji ber ku ev hevpeyman li qesra Sadabadê hatîye destnîşan kirin, jê re dibêjin Peymana Seedabadê an jî Pakta Sadabadê. Ji bilî Efxanistanê, endîşeyên dewletên din ya esas pirsgirêka kurdan bû. 10 madeyên hevpeymanê hebûn û çar ji wan rasterast behsê kontrolkirina kurdan dike [13]

Wisa hatibû dîyar kirin ku her pênc salan carek ev hevpeyman dê dîsa were destnîşan kirin. Lê li sala 1955ê ji ber xetera Sovyetan Hevpeymana Bexdadê hate destnîşan kirin. Ji ber vê girîngîya Hevpeymana Sadabadê ber bi kêmê ve çû. Li sala 1980ê de jî ji ber şerê Îran û Iraqê ev hevpeyman ji holê rabû.

Peymana Bexdayê(1955)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Peymana Bexdayê

Piştî Şoreşa Îslamî li Îranê(1979-..)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1979ê de li Îranê li dijî şahê Îranê serhildan û nerazîbûn hatin nîşandan, xelk bi girseyî li dijî şah derketin. Di encamê de rêvebirina şahê Îranê hate rûxandin û şûna wê Komara Îslamî ya Îranê hate damezrandin. Damezrandina Komara Îslamî wekî hemû têkiliyên derve yên Îranê, têkiliya Îranê bi Tirkiyeyê jî serûbin kir. Hemû têkiliyên Îranê li ser bingeha îslamî hatin ava kirin. Komara nû ya Îranê li ser welatên Rojhilata Navîn bû xeter ku dixwast şoreşa îslamî xaricî dewletên din bike. Tirkiyeyê jî nesîbê xwe girt. Nivîskar Robert Olson di vê derbarê de wiha dibêje;

Piştî şoreşa îslamî li Îranê û derbeya leşkerî li Tirkîyeyê tehdîdên cuda ji bo van dewletan derketin holê. Li Îranê Micahîdên Gel, li Tirkîyeyê jî PKK li herêmê bûn aktor û li dijî van dewletan şer dan destpê kirin.

Li sala 1989ê de nivîskarekê tirk pirtûka Salman Ruşdî ya bi navê Ayetên Şeytan wergerand zimanê tirkî, li ser vê balyozê Enqere yê Komara Îslamî rexne li rêvebiriya Tirkiyeyê kir. Paşî Tirkiyeyê jî ev balyoz ji welat derxist. Ev cara yekemîn bû ku Tirkîyeyê balyozê Îranê ji welêt derxist

Li sala 1997ê jî balyozê Enqereyê yê Îranê hindek daxuyandinên piştgirkirina tevgerên îslamî yên Tirkiyeyê kir û di encamê de ev balyoz ji Tirkiyeyê hate der kirin. Ev cara duyemîn bû ku Tirkîyeyê balyozê Îranê ji welêt derxist Jixwe piştî vê derbeya leşkerî li Tirkiyeyê çêbû. Hikûmeta Necmedîn Erbakan ket.

Her çend ji aliyê îdolojiyên xwe ve dewletên wek Tirkîye û Îran nefretê ji hev bikin jî, dijî kurdan pişgiriya hev dikin û têkiliyên wan xerab nabin. Dema serokê PDK-Î, Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li Ewropayê ji aliyê dewleta Îranê ve hatîne kuştin, têkiliyên van dewletan qet xera nebûn. Berevajî vê hemû dewletên Ewropayê dîplomatên xwe ji Îranê vekişiyan. Lê dewletên Ewropayî jî heta sala 1998ê dîplomatên xwe dîsa şandin Îranê û ketin têkiliyê.

Pirsgirêka kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirsgirêka di navbera Osmaniyan heta Tirkiye di navbera Îranê de pirsgirêka sinor herdem çêbûye. Li navbera îdareya van herdu dewletan de kurd dijiyan û ev herêmên kurdnişîn herdem dibû cihê şerê van dewletan. Hebûna bazirganiya kurdan li deverên kurdnîşin herdem pirsgirêk diafirand di navbera van herdu dewletan de. Ji ber ku sinorên van herdu dewletan di nav axa Kurdistanê de bû û gelê kurd li herdu aliyan dewletan bi serbestî dihatin û diçûn cem xizm û eqrebayen xwe.

Ji ber dagirkirina van dewletan li Kurdistanê, xebatên akademîk jî gelek caran bidawî nedihatin. Gelek akademîsyen û zanyar rastî astengkirinên van dewletan dihatin. Li 9ê tebaxa 1926ê de li Xoyê kesekê bi navê Mario Menotti ji aliyê leşkerên Îranî tê girtin û teslîmî Tirkiye dikin. Mario Menotti di nav kurdan de xebatên etnîkî û dîrokî dikir. Her wisa li gel Simkoyê Şikak jî hevdîtin kiriye [14].

Parvekirina Kurdistanê di navbera van dewletan de bi hindek hevpeymanan fermî bûye;

1-Hevpeymana Qesrê Şirîn an jî Hevpeymana Zohabê: Ev hevpeyman di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de li bajarê kurdnişîn li Qesrê Şirîn li gulana 1639ê hate destnîşan kirin. Di encama vê hevpeymanê de Şehrezor, Bexdad û Besra bo Osmaniyan ma. Erîvan jî bo Sefewiyan ma.

2-Hevpeymana 1842yê: Ev hevpeyman di navbera Osmaniyan û Qacariyan de hatiye destnîşan kirin, wek hevpeymana Erziroma 2 jî tê zanîn. Rojavayê bajarê Qesrê Şirîn bo Osmaniyan, rojhilatê bajarê Qesrê Şirîn bo Îranê ma. Îran dê dev ji Silêmanî berde. Lîmana Muhemmere, girava Xizir û Şettulereb dê bo Osmaniyan bimîne. Lê vê hevpeymanê jî pirsgirêkên hidûdî çareser nekiriye.

3-Hevpeymana 1932yê: Hevpeymana 1932yê di navbera dewleta Tirkiyeyê û Îranê de li 23ê çileya 1932yê hatiye destnîşan kirin. Pirsgirêkên hidûdî bi taybetî têkildarî kurdan hatiye çareser kirin.

Pirsgirêka azeriyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Îranê heta sala 1925ê jî desthilata azeriyan(tirkan) hebû. Lê piştî rûxandina dewleta dawî ya tirkan li Îranê, neteweperestiya farisî û aryanî li Îranê berbelav bû. Ji ber vê jî di navbera azeriyan de hestên neteweperestî zêde bûn û carna dijî desthilata Îranê serhildan çêdibûn. Pirsgirêka azeriyan di navbera Tirkiyeyê û Îranê de herdem dibû sedema bêbaweriyê. Çûnkî Îran guman dike ku Tirkiye alikariya azeriyan dike ku li Îranê dewleteka serbixwe a tirk were ava kirin. Serleşkerekê Îranê di hevdîtina xwe ya li gel serleşkerekê tirk de ji wî re wiha dibêje;

Têkiliyên aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîplomatên têkiliyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîplomatên Îranê li Tirkiyeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Balyozxaneya Enqereyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mihemed Ferezmend

Konsolosxaneya Stembolê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bextiyar Esadzade Şexcanî

Konsolosxaneya Erzeromê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sajad Siltanzade

Konsolosxaneya Trabzonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Reza Baxban Kondorî

Dîplomatên Tirkiyeyê li Îranê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Balyozxaneya Tehranê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Derya Örs (ji 15ê çileya 2019an ve)

Konsolosxaneya Tewrêzê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Konsolosxaneya Urmiyeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Konsolxane di sala 1923ê de hatiye avakirin.

Konsolosxaneya Meşhedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derên Sinorî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Derê Bajêrge an jî Derên Sêro

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tahran Anıları ve Düşsel Yazılar, Memduh Şevket Esendal, Weşanên Bilgi
  • Siyasi Hatıralarım: İran (1930-1934), Hüsrev Gerede
  • Zoraki Diplomat, Yakup Kadri Karaosmanoğlu, Weşanên İletişimê
  • İran Devrimi Hatıraları, Urgut Tülümen, Weşanên Boğaziçi

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Bütün Boyutları ile İran ve Türkiye İlişkileri-Arif Keskin, r:13
  2. ^ Türkiye-İran Siyasi İlişkileri(1923-1938),Barış Cin, r: 22
  3. ^ Türkiye-İran Siyasi İlişkileri(1923-1938),Barış Cin, r: 23
  4. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta-2008, r:172
  5. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:216
  6. ^ Türkiye-İran Siyasi İlişkileri(1923-1938),Barış Cin r: 33
  7. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:271
  8. ^ Türkiye-İran Siyasi İlişkileri(1923-1938),Barış Cin r: 36
  9. ^ Türkiye-İran Siyasi İlişkileri(1923-1938),Barış Cin r: 40
  10. ^ Türkiye-İran Siyasi İlişkileri(1923-1938),Barış Cin, r:86-87
  11. ^ Kürt Meselesi ve Türkiye-İran İlişkileri, Robert Olson, r:46
  12. ^ Türkiye-İran Siyasi İlişkileri(1923-1938),Barış Cin r:114}}
  13. ^ Kürt Meselesi ve Türkiye-İran İlişkileri, Robert Olson, r:48
  14. ^ 1927 İran Azerbaycanı İstihbarat Raporu ve Analizi, Ersin Müezzinoğlu-Hüseyin Karamelikli, r:72