Şêx Seîd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Sebriko (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Xweka (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 10: Rêz 10:
| roja mirinê = {{Mirin|29|06|1925|01|01|1865|temen=erê}}
| roja mirinê = {{Mirin|29|06|1925|01|01|1865|temen=erê}}
| cihê mirinê = [[Amed]]
| cihê mirinê = [[Amed]]
| hemwelatî = Kurdistan
| hemwelatî = '''[[Kurdistan]]'''
| eşîr =
| eşîr =
| bav = Şêx Mehmûd Fewzî
| bav = Şêx Mehmûd Fewzî
| zarok = pênc lawik
| zarok = pênc lawik
| destûrname =
| destûrname = [[Ol]] û [[Kurd]]
| pîşe = [[Alim]] û Rezanî
| pîşe = [[Alim]] û Rezanî
| malper =
| malper =

Guhartoya 23:28, 25 kanûna pêşîn 2014

Şêx Seîdê Pîran
DestûrnameOl û Kurd
PîşeAlim û Rezanî
Zarokpênc lawik
Dê û bav
  • Şêx Mehmûd Fewzî (bav)
biguhêreBelge

Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî (z. 1865 li Qollhêsara Xinûsê Erzîrom − m. 29 pûşper 1925 li Amedê), şêxê neqşebendî, pêşawa û şoreşgerê kurd bû. Di sala 1925'an de li bakurê Kurdistanê serhildana Şêx Seîd da destpêkirin.

Li hemberî zorbetî û îxanetên kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13'ê reşemiyê 1925'an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan (navê niha Tirkiye) derxistin. Êrişê ser Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewamkirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.

Di 10'ê gulana 1925'an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28'ê hezîranê 1925'an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29'ê hezîrana 1925'an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. [1]

Binêre jî

Çavkanî

Girêdanên derve