Serhildana Şêx Seîdê Pîranî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Serhildana Şêx Seîdê Pîranê hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Serhildana Şêx Seîdê Pîran yek ji serhildanên mezin ên kurdan ên sedsala 20'an e.

Li gundê Pîran a bajeroka Egil ya navçeya Darahênê Erxenîyê, di sala 13 sibata sala 1925'an de dengên çekan, xebera yek ji serhildanên girîng ên dîroka Kurd dida. Ev Serhildana ku weke Serhildana Şêx Saîd derbasî dîrokê bûye, wiha dest pê kir:

Cendirmeyên Tirkan hatin gundê Pîranê û navê 10 kesan dan. Cendirmeyên Tirk, ji gundiyan xwestin ku 10 kesên li wan digerin werin radest kirin. Lê belê gundiyan 10 kesên ku cendirmeyan dixwest radest ne kirin û şer derket. Piraniya lêkolîneran hem raman in ku serhildan, ji ber vê bûyerê berî wextê xwe dest pêk kiriye. Piştî vê çurûska yekem, Serhildana li herêmeke berfireh belavbû û di dirêjahiya 3 hefteyên dest pêkê de, hêzên Şêx Saîd li hemberî hêzên hukumetê serweriya xwe sazkirin. Hêzên Şêx Saîd, di 17 Sibatê de avêtin li ser bajeroka Darahênê ya navenda bajerê Darahênê û parêzgar û rayedarên din girtin. Şêx Saîd di demeke nêz de Darahênê, Maden, Sêwreg û Erxaniyê bi destxist û ber bi Amedê ve meşiya. Komeke din jî Gimgimê bi destxist û berê xwe da Mûşê. Hukumetê di 21 Sibatê de li bajarên Kurdan rêvebiriya leşkerî ragihandin. Lê belê yekîneyên artêşê di 23 sibatê de li hemberî serhildêran paş ve kişiya Amedê. Dotira rojê jî Elezîz kete destê berxwedanvanên Kurd. Enqere tevlî hev bibû: Misto Kemal, di dest pêka meha adarê de (îstîfaya) dest-ji-kar-kişandina Serokwezîr Fethî Okyar xwest. Piştî ku hikumetê îstîfa kir, di 3 adarê de erka serokwezîriyê dan İsmet İnönü. Di 4 adarê de hikumetê ji parlemenê dengê ewlebûnê wergirt û û di heman rojê de Qanûna Teqrîrî Sukûn derxist. Ev qanûna ku sala dest pêkê di nerîtê ma, destura rewşa awarte dida hikumetê.

Hêzên Şêx Saîd, di 7 adarê de derûdorê li Amedê girtin. Lê belê bêyî ku bajêr bi destbixin, naçar man ku peş ve bikişîn. Piştî ku li herêma Serhildanê tijî leşker kirin, yekîneyên artêşa Tirk di 26 adarê de ji hewayê û ji erdê ve êrîş da dest pêkirin. Êdî serweriya şer diket destê hêzên hikumetê. Di naverasta meha Nîsanê de Şêx Saîd li nêzîk Gimgimê û yek ji pêşengên din ên Serhildanê Şêx Şerîf jî li Palûyê radest bûn. Li ser bîryara Dadgeha Şerqil Îstîklalê Şêx Saîd di 29 Hezîrana 1925an de hate dardekirin. Şêx Saîd ku li Palûyê ji dayikbibû, neviyê Şêx Septî û kurê Şêx Mehmûd Fewzî bû.

Binêre jî[biguherîne]

Şerê Şêx Seîd û salên Şewatê