Vezîkul: Cudahiya di navbera guhartoyan de
BKurteya guhartinê tine |
Rescuing 1 sources and tagging 0 as dead.) #IABot (v2.0.8 |
||
Rêz 23: | Rêz 23: | ||
== Girêdanên derve == |
== Girêdanên derve == |
||
* http://www.biology-online.org/dictionary/Vesicle |
* http://www.biology-online.org/dictionary/Vesicle |
||
* https://courses.washington.edu/conj/cell/secretion.htm |
* https://courses.washington.edu/conj/cell/secretion.htm {{Webarchive|url=https://web.archive.org/web/20171016083952/http://courses.washington.edu/conj/cell/secretion.htm |date=2017-10-16 }} |
||
* https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK9953/ |
* https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK9953/ |
||
Guhartoya 18:16, 28 kanûna paşîn 2021
Erk û Pêkhateya Vezîkulê
Vezîkul navê gelemperi yê kîsikokên nav sîtoplazmayê ye. Piraniya vezîkul bi şilemenî tijî ne û bi parzûna fosfolîpîdê dorpêçî ne. Lê dibe ku hin vezîkul bi hewa tijî be. Vezîkul di nav xaneyê de karê veguhestina madeyan û, herisîna madeyan pêk tîne. Dema xane ekzosîtoz an jî endosîtoz dike, vezîkul çê dike. Ji bilî vê, karekî din a vezîkulê jî di nav xaneyê de enbarkirina xurek û enzîman e.
Curyên Vezîkulê
Vezîkul li gor erka xwe ya nav xaneyê de bi nav dibe.
Vakuol
Bi gelemperî xaneyên riwek û ên protîstan vakuolê ji boy enbarkirina avê û xurek bi kar tîne.
Vezîkulên hilgir
Di nav xaneyê de veguhastina enzîm ,hormon an jî proteîn bi van kîsikan pêk tê. Wekî minak, ji boy çêkirina enzîman, proteîn ji retîkûlûma endoplazmî heta heybera Golgî, di nav kîsikên hilgir dê tê veguhastin. Ji xeynî vê endosîtoz û egzosîtoz jî bi navbeynkariya vezîkulên hilgir pêk tê.
Vezîkulên avzê
Hormon di nav xaneyê de çê dibe, lê bi vezîkulên derdanî ji xaneyê tên derxistin(egzosîtoz). Bermayiyên xaneyê jî bi van vezîkulan ji xaneyê tên avitin.
Lîzozom
Lîzozom kîsika ji boy dehandina nav xaneyê yê.