Here naverokê

Teşeyên helbesta kilasîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Helbesta kilasîk a kurdî, li gor belge û helbestên nivîskî ku destê me de mane helbesta kurdî bi Eliyê Herîrî destpê dibe û bi hatina Melayê Cizîrî û Xanî xurt dibe û heya îro li nav hemû dewerên kurdnişîn de didome. Dema em basa helbesta kilasîk dikin em ji alî şikl û sûretê helbestê ve li helbestê dinêrin û wate û derûniya helbestê ne pirr girîng e, yanî em tenê qala helbestên kevnar yên ku zêde olî û irfanî ne nakin û her helbesta ku taybetmendiyên helbesta kilasîk berçav bigire di nav mijara me de cih digire, niha wate dixwaze ol û irfan be, dixwaze evîn be, dixwaze mijarên nûjen û modern bin yan her mijareke din. Helbesta kilasîk gelek qalibên taybet bi xwe hene ku hinek ji wan zêdetir hatîne bikaranîn û zêdetir nasiyar in. Berî em biçin ser qalibên helbesta kilasîk em ê bizanin ku helbesta kilasîk ji kîjan pêkhateyan pêk hatiye.

Pêkhateyên helbesta kilasîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêzik (misre'i)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurttirîn û piçûktirîn pêkhateya helbestê ye û bi tena serê xwe nikare were. Di helbesta kilasîk de du rêzik gel hev malikekê çêdikin. Dawiya her rêzika cot jî bi redîf yan qafiyeyê diqede.

Mînak:
(Şêx Evdirehmanê Axtepî)
Pur hezîn im, dûridest im, xurbetê dil kir kebab (Rêzika yekem)
Dûr û mehcûr im ji yara nazika alîcenab (Rêzika duyem)

(Seydayê Tîrêj)
Bes e cilka xewê bavê, li te şerm e tu razabî (Rêzika yekem)
Bizane ku cîhan dewr e, divê her dem tu pê ra bî (Rêzika duyem)

Kêmtirîn pêkhate ye ku dikare bi serê xwe helbest bête hesibandin û helbest dikare tenê yek malik jî bibe. Malikek ji du rêzikan pêk tê û çawahiya hatina qafiye û redîfê di dawiya malikan de qalibê helbestê diyar dike.

Mînak:

Melayê Cizîrî [1]

Îd e û her kes ji dîdara te lê pîroz e îd
Ez tenê mehrûmê dîdar im bi sed menzil beîd
(malika yekem)

Her seher dinhêrim ez cana bi ahan ra ji dil
Barek-el-barî bi îs’adin eleyha yewme îd
(malika duyem)

Dergehê lutfa te xanim ma li mehrûman vebî
Înne kelben basîten dehren zîra en bîl wesîd
(malika sêyem)

Bi peyvên hevwate û wekhev ku di dawiya malikan de tên redîf tê gotin. Hebûna redîfê di helbestê de ne îcbar e û bi heskirina helbestvan redîf dikare hebe yan nebe. Dema helbestekê de redîf hebe dibe peyvên pêş redîfê de tên hevqafiye bin, yanî redîf bê qafiye û bi tenê nikare were.

Mînak: ( Ehmedê Xanî )
[2] Serwa me bi zerzeng û hezar îşwe û meş hat
Aşiq kirin ehya li reqîban ku nexweş hat

Sunbul kemilandin gul û lale xemilandin
Reyhan şitilandin li roxan taze binefş hat

Ten der ve nebû qet nedida bexti guşadek
Rû da me şukur keibeyê talii ku du şeş hat


Di vê helbestê de peyva Hat wek redîf hatiye bikaranîn û her wek tê dîtin peyvên beriya wê hevnewa û hevqafiye ne.

Bi peyvên hevnewa ku herî kêm du tîpên wan yên dawiyê weke hev bin û di dawiya malikan de tên qafiye tê gotin.

  • Nîşanên pirjimariyê ku dawiya navdêran we dizeliqin nikarin weke qafiye bêne hesibandin.
    (Mînak sêvan û destan û berxan ne hevqafiye ne)


(Tehsîn Doskî)
Cejn e û alem hemû rabûne keyf û xwoşiyê
Bes dilê jar û reben yê kevtiye bêhoşiyê

Newa (wezn, kêş)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çawahiya rêzbûna kîteyên kurt û dirêj û rîtm û awaza ku di her rêzika helbestê de heye newaya helbestê diyar dike û di helbesta kilasîk de newa û kêşa hemû rêzikên yek helbestê dibe mîna hev be. Mînak tewayî dîwana Mem û Zînê ser yek newayê hatiye hûnandin. Mijara Kêş û newaya helbesta kilasîk gelek berfireh e û em ê di beşek cida de li ser wê bisekinin.

Mînak: (Melayê Cizîrî)
Kesê mihnet dî û firqet, vexwarî cureya hicrê
ke, sê, mih, net, di, yû, fir, qet, ve, xwa, rî, cur, e, ya, hic, rê

-/// , -///, -///, -///


Girî wan tê bi halê min di vê hicran û cecrê da
Gi, rî, wan, tê, bi, ha, lê, min, di, vê, hic, ra, nû, zec, rê, da

-///, -///, -///, -///

Qalibên helbesta kilasîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helbesta kilasîk di gelek şikl û qaliban de hatiye hûnandin lê hinek qalibên wê ji hemiyan zêdetir hatîne bikaranîn ku em ê li ser wan bisekinin û taybetmendiyên her yekê bidin nasandin.

Mesnewî ew cur helbest e ku her malika wê qafiyeya serbixwe heye, yek ji qalibên herî kevnar e û taybet ji bo hemase, çîrok, destan û serbihorî û mijarên dirêj tê bikaranîn. Mînakên pirr zêde ji bo qaliba mesnewî di nav helbesta kurdî de hene ji wan mirov dikare Mem û Zîn a Xanî, Seyfilmilûka Siyahpûş, Mewlûda Melayê Bateyî, Dîwana Mele Ehmedê Palo, Dîwana Şêx Eskerî û hwd nav bibe. Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba mesnewiyê de viha ye:

1) -------------a -------------a
2) -------------b -------------b
3) -------------c -------------c

— Mesnewî

[3]
1)Welat tu kevtî bin destê neyara
Dikî feryad û qîrîn û hewara

2)Dibê tarîx bixwîne min bibîne
Ji nav pencê gur û ejder derîne

3)Gelek navdar û şîrîn û bideng e
Şepal û nazik û rengîn û şeng e

4)Cihê mêr û piling û kund û şêr e
Çiya û lat û derbend û zinêr e

5)Elat û xar û kendal û newal e
Bi vî rengî dizanim bêheval e

— Mela Ehmedê Palo

Qesîde ew cur helbest e ku rêzika wê ya yekem di gel hemû rêzikên cot hevqafiye be û hejmara malikên wê ji pazdeh malikan zêdetir be. Mijara qesîdeyan di helbestên kilasîkên berê de zêde medh û sena, şîret û nesîhet, hîkmet û îrfan û … ye lê helbestvanên hevdem mijarên civakî û siyasî û … jî di qalibên qesîdeya de hûnandîne. Feqiyê Teyran gelek qesîde hûnandine û zêdeyî helbestvanên kilasîk kêm û zêde qesîde jî di nava helbestên xwe de hene.

Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba Qesîdeyê de viha ye:

1) -------------a -------------a
2) -------------* -------------a
3) -------------* -------------a

— Qesîde

Mînak:

[4]
1)Di tewhîda xweda da ebd-i kemter
Dibêje nezmekê wek eqdê cewher

2)Qedîm e, xaliq e, mewla ye mewsûf
Bi ewsafê kemalê ey hunerwer

3)Ew e her heyy û heq tedbîr û teqdîr
Ji wan re destê qudret bûye rehber

4)Murîd e ew ji bo xeyran û şerran
We lakîn nîne razî ew ji bo şer

5)Sifatê wî ne eynî zatê wî ne
Ne xeyr in hem ji bona zatê ekber

62)Îlahî rehmeta te bo me meqsûd
Li Fethî re birêjî feyzê ji her der

63) Tehiyyet û selat û hem selaman
Li mewlayê me û hem cumle perwer

— Fethî

Xezel ew cur helbest e ku rêzika wê ya yekem di gel hemû rêzikên cot hevqafiye be û hejmara malikên wê herî kêm 5 û herî zêde 12 heya 17 malikan be. Pirrhejmartirîn qaliba helbesta kilasîka kurdî ye û ji her qalibî zêdetir hatiye bikaranîn. Mijara wê zêdetir evîn û îrfan e lê helbestvanên hevdem Xezelê ji bo hemû mijarên ciwakî bi kar tînin. Xezel qalibeke helbestê ye ku hem pirr tê heskirin û hem zêde tê jiberkirin. Em dikarin bibêjin Dîwana Melayê Cizîrî mizintirîn û menzûmeya Xezela kurdî bidin nasandin wekî din dehan helbestvanên mezinên xezelnivîsên kurd hene ku ji wan mirov dikare Xanî, Bateyî, Nalî, Mehwî, Wefayî, Hêmin, Palî, Fethî, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Şêx Eskerî, Siyahpûş û … nav bibe.

Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba xezelê de mîna qaliba qesîdeyê û viha ye:

1) -------------a -------------a
2) -------------* -------------a
3) -------------* -------------a

— Xezel


Mînak:

Ah ji derdê dilberê dîsa me dil bû parepar
Îftîraqa wê hebîbê ez kirim mehbûb û jar

Ez kirim dîwan û sewda zalimê kuştim bi can
Her wekî go me li dest da lew ji çogan tê ye nar

Derbê wan şitrî û nazan lew dibarin jê xedeng
Mîslê wan berq û biharan têne min dil ah û zar

Ey felek zalim felek dîsa te kul kir can û dil
Min dizanî xaîn û zalim tu yî hem bêweqar

Xem li min pirr bûn li dil rabû seher Ceyhûn û Nîl
Ah ji ber van derd û êşan qet nehin sebr û qerar

Derd û êşên ji curû’han kuştine rû’h û rewan
Re’hmekê carek li min ke ma heta kengê hewar

Xeml û arama girêde zulf û biskan tu bihon
Mawerê lê bireşîne were ‘en qerîbîn fî cewar

Eyneyê dane li ber xwe çeşmîyan tu kil bide
Here baxan gezmeyê ke j’pencerê tu were xwar

Baxçeyê yar tê xuyabit dê gul û çîçek vebin
Hem vewestin ji qîraet bulbil û şehlûl, sîqar

‘Îde û nawroz dibûrin li me bê hedd û qîyas
Dawet û sersal dihatin û diçûn sêsed hezar

Her kesek keyf û wîsalê hel dikit lê ez tinê
Jar û mehrûm û ser û rî û ceger tê da ye nar

‘Îd e û nawroz bibûrin cumle wîldan û perî
Tê hebin qet ez hesab nakim ewan îlla bi yar

Acîzen e‘ima teraqî fe-nqelib ya ze-l-zeka
Îsmehu fe-dxul hunake elîfen fe h’we-l-wîzar

— Mela Eliyê Êrsî

Peyva mustezadê bi wateya zêdebûyî ye û helbesta mustezad di şiklê xwe de wek Xezelê ye lê nîvrêzikek bi dawiya her rêzikê we zêde dibe û qafiyeya nîvrêzikê mîna rêzika pêşiya xwe ye.

Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba mustezad de viha ye:

  • --------------a ---a
  • --------------a ---a


  • --------------b ---b
  • --------------a ---a


  • --------------c ---c
  • --------------a ---a


— Mustezad


Mînak:

[5]
Ey naz û perî hora di Fîrdewsê çi pak î,
zêr î tu ne xak î
Bîllahî were derdê li dil belkî dewa kî,
yekcarê me şa kî

Zanî te kirin em li dinê şubhetê dînan,
meqtûlê birînan
Qesda te meger can bû li zulfan tu fîda kî,
yek car me fena kî

Xweş weqtê lîqayê ji sefayê meke qurban
bê elem û derdan
Dilber ku ji qetla me dixwazî xwe helal kî,
lazim tu wisa kî

Wellahî şeb û rojê me li dil da tu xîyal î,
bêsebr û mecal î
Ma dil te nihin daxê li qelbê me şîfa kî,
yan tê me çawa kî

Şer’ha ku me çêkirîye ji ahîn û ji derda
halê me ye tevda
Hetta mirinê ey Elî tu ah û nîda kî,
nabit xwe cida kî

— Mela Elîyê Êrsî

Musemmet helbestek e ku ji çend riste û bendan pêk tê. Her riste dikare ji du heya zêdetir ji 10 malikan pêk were û qafiyeya hemû malikên her risteyê dibe mîna hev be lê qafiyeya risteyên cida ne mîna hev e. di dawiya her risteyê de jî malikek bi navê bend tê û qafiyeya hemû bendan jî wekî hev e.

Çawahiya hatina qafiyeyê di dawiya riste û bendên qaliba musemmet de viha ye:

  • -------------a -------------a
  • -------------a -------------a
  • -------------a -------------a

(Riste1)

  • -------------a -------------b

(Bend)

  • -------------c -------------c
  • -------------c -------------c
  • -------------c -------------c

(Riste2)

  • -------------c -------------b

(Bend)

  • -------------d -------------d
  • -------------d -------------d
  • -------------d -------------d

(Riste3)

  • -------------d -------------b

(Bend)

— Musemmet


Mînak:

Îro mi dî weqtê seher
Ew dilbera sundus di ber
Dîsa di lebsê sor û zer
Nûrek munezzeh bû beşer
Biskên siyah xalên di qer
Reşkagulê zulf çûne ser
Eswed bû daˈim secde ber
Min bestî ˈeqda muiteber
Xeflet bi sir da min nezer
Mîran bi qetlê kir xeder
Tîr dane dil şahê Mecer
Bêmurwe amanc kir ceger
Feryad û efxan sed keser
Wesfan neşêm lê ev qeder
(Risteya yekem)

Zanim ko roj bû hate der
Subhan ji şahê qudretê
(Benda yekem)


Subhan ji te şahê celal
Hostayê pir qudret li bal
Xasa te dayî ev cemal
Dêmê ji qudret xett û xal
Kifş bû di qewsê da hilal
Vê ra mi dî bedra kemal
Lê bûn niqab çewgan û dal
Wan yek bi mestî daye pal
Lê seyyirî bayê şimal
Pêçane ser nûra zelal
Qet kes-i dîn ev reng misal
Mutrib were weqt e û mecal
Zaza bi nayê ra binal
Saqî werîn xemra helal
(Risteya duyem)

Carek ji ser dêmê vimal
Zulfên li dora cebhetê
(Benda duyem)


Zulfên muˈenber kagulîn
Biskên siyahreng sinbilîn
Ta ta bi dav dav fittilîn
Çînçîn bi mestî silsilîn
Dayê nesîm têk meyyilîn
Wê qest e xala filfilîn
Ebleq ji qudret xemmilîn
Wê buxçeyê gul kemmilîn
Tê ˈendelîb û bilbilîn
Roj hate birca sinbilîn
Xeflet me dî lew xeccilîn
Mehrûm û mehcûr dilkul în
Mecrûhê tîrên qizil în
Rehmê ke pir sohtîdil în
(Risteya sêyem)

Vê perdeyê carek hilîn
Bavê niqaba zulmetê
(Benda sêyem)

— Melayê Cizîrî

Çarîn (rubaî)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çarîn (rubaî[6]) ji çar rêzikan pêk tê û rêzika sêyem gelek caran qafiye tineye. Mijara wê evîn, îrfan an felsefe ye.
Çawahiya hatina qafiyeyê di helbestên çarîn de viha ye:

1)-------------a -------------a
2)-------------* -------------a

— Çarîn


Mînak:

[7]
Şev hat û ez mam gel xeman
Bê hevdem û dil ber neman

Fikr û xeyalan nîne rê
Del bendiyê dav û deman

— Seyîd Celal Nizamî



Cureyek ji çarînan jî heye ku jê re Dubeytîtê gotin ku ew jî eynî mîna çarînê bi çar rêzikan çêdibe û zêdetir di nava gundî û mirovên helbesthezên ne pispor de hatiye bikaranîn. Mînaka herî navdar bo vê helbestê Baba Tahirê Uryan e.

Mînak: (Baba Tahir)
Dilim ez derdê te daîm xemîn e
Be balîn xiştim û bester zemîn e

Hemîn cûr mim kê mû te dost dîrim
Zi her kêet dost dîre hal în e


Wek pêşiyê de me got gelek qalibên helbesta kilasîk hene lê hinek ji wan di nav helbestvanên kurd de kêmtir hatîne bikaranîn. Di dewamê de em ê bi kurtasî li ser hinek qalibên din jî bisekinin.

Qit'e herî kêm ji du malikan pêk tê û tenê rêzikên cot hevqafiye ne. Mijara wê li ser yek tiştî ye û zêdetir exlaq û civak û şîret tê de tê berçav.

Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba qit'eyê de viha ye:

  • ------------- -------------a
  • ------------- -------------a
  • ------------- -------------a
— Qit′e

Mufred (tekbeyt, ferd)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mufred (tekbeyt, ferd[6]) tenê yek malik e û durêzikên wê carna qafiye hene û carna nînin. Helbestvan hemû mebest û armanca xwe tenê di yek malikê de dibêje û zêdetir ji bo şîretên exlaqî tê bikaranîn.

Mînak: (Helbestvan: Nediyar)
Pirr bixwîne kêm bizane qur bi ser
Kêm bixwîne pirr bizane gul bi ser

Wate: Xwendina baş ev e ku xwîner bi başî tişta xwendî fêr bibe ne ku ger mirov rojê 1000 rûpelan bixwîne û çi tiştî jê fêr nebe kareke bêsemer e.

Tercîibend[8] helbestek e ku ji çend xezel an qesîdeyên hevnewa û hevwezn lê bi qafiyeyên cuda pêk tê û malikeke bi qafiyeya cuda di navbera hemû xezelan de tekrar dibe.

Çawahiya hatina qafiye û bendan di qaliba tercîibend de viha ye:

  • -------------a -------------a
  • -------------* -------------a
  • -------------* -------------a

(Xezela yekem)

  • -------------b -------------b

(Bend)

  • -------------c -------------c
  • -------------* -------------c
  • -------------* -------------c

(Xezela duyem)

  • -------------b -------------b

(Bend)

  • -------------d -------------d
  • -------------* -------------d
  • -------------* -------------d

(Xezela sêyem)

  • -------------b -------------b

(Bend)

— Tercîibend



Mînak:

Enwera rengifirişte beşera horîsirişt
Ya ji miska Xetenê xal û xet û kagul û qişt

Ger xwe nîşan seqerê dit dikirit hor-i bihişt
Keˈbeya tê ne put ew putkede ye û dêr û kinişt

Ko nesîb da ji ezel heq ji me raˈişq-i newişt
Feyde nakin li me ism û ne tilism û ne nivişt

Zahirî da me ˈezabek we ko batin ve bihişt
Sohtinê daye hinavan û ceger têk-i birişt

Qesd-i weslê me bi can kir ko vedayîn û ne hişt
Dest nehilîn ji teleb ger me di rê çit ser û tişt

Pişt-i nadîn du hezar xencer û tîr û rim û xişt
Me serî daniye rê û bi Xwidê bestiye pişt

Ew e min rûh û heyat û ew e min qibleyê zat
Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat
Ehsene l-lah û tebarek ji sura wê senemê

Zeriya dêmidur û lebşekera ˈişweperî
Ya ji ser ta bi qedem têk-i ji ˈeybane berî

Ji sera perdeyê Lahût-i bi sed şêwe kirî
Bête ber ˈeynê şuhûdê di libasê beşerî

Haşi li-l-lah tu kesan dîbitin ev rengê zerî
Daye ber qend û nebatê ji du leˈlên şekerî

Bê tu, ya lebşeker î, ya tu nebata bi ter î
Ellah ellah çi tecella ye ji sirra qederî

Haciyan silsile bestîne li dora qemerî
Dor-i beytê ji Sefa têne semaya seherî

Bê muruwwet ko du mêran ji surê mey di serî
Ew nehêlin çîn tewafê we ziyaret hecerî

Zemzem û xulxule û ˈumre û ˈîd û ˈerefat
Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat
Ehsene l-lah û tebarek ji sura wê senemê

Min bi dil sûretê can dî ji butan ew bi tenê
Ew tinê serwa rewan dî ji zerîfên çimenê

Sosin û sinbil û gul çerx e li dora semenê
Xemriyan helqe û çîn dane ji miska Xetenê

Ser didin çeşmeyê heywan û bi zimzim direnê
Lê çi şîranî ye Ellah te ji wê kift û çenê

Ez dibêm bedr e bi dêm lê dikitin guft û kenê
Ya yeqîn roj e li şerqê we şefeq daye dinê

Xelitim Rûhê qudus hatiye nêv wê bedenê
Dikit ihyayê mewatan bi sur û reft û çunê

Te nehin bawer û îman nezerê dê û binê
Çi tecella ye bûyî qible melek rû didinê

Azerî ger bidiya hûr dikirin Lat û Menat
Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat
Ehsene l-lah û tebarek ji sura wê senemê

Nêrgiza mest û şirîn û gul û nisrîn e ji reng
Şeker û lûˈlûwê mensûr û bi dil ahen û seng

Me ji ber zerbê evînê bûye dil pêt û pereng
Lew me şeb ta bi seher nale ye wek muxnî û çeng

Da me sed reng-i ˈezabê we nehat der ji me deng
Hestiyan girtiye nasûr û mejî da heye jeng

Lew ne hişyar û xumar în me nexwarî mey û beng
Li me îro du kemandarê hebeş hatine ceng

Têne qetla me di destan du siyehqewsê ji Yeng
Direşînin me û tên me du hezar tîr û xedeng

Cegerê kun dikin û tê dibeyin mislê tifeng
Mislê wê kafir û zalim qe diyin kes di Fireng

Nazik û xob û şekerxende û şêrînherekat
Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat
Ehsene l-lah û tebarek ji sura wê senemê

— Melayê Cizîrî

Terkîbbend[8] helbestek e ku ji çend xezel an qesîdeyên hevnewa û hevwezn lê bi qafiyeyên cuda pêk tê û malikek di navbera hemû xezelan de her car bi qafiyeyeke cuda tê. Tenê ferqa wê di gel tercî'bend ev e ku di terkîbbendê de malika navbera xezelan de xweser e.

Çawahiya hatina qafiye û bendan di qaliba terkîbbend de viha ye:

  • -------------a -------------a
  • -------------* -------------a
  • -------------* -------------a

(Xezela yekem)

  • -------------b -------------b

(Benda yekem)

  • -------------c -------------c
  • -------------* -------------c
  • -------------* -------------c

(Xezela duyem)

  • -------------x -------------x

(Benda duyem)

  • -------------d -------------d
  • -------------* -------------d
  • -------------* -------------d

(Xezela sêyem)

  • -------------y -------------y

(Benda sêyem)

— Terkîbbend
  1. ^ Melayê Cizîrî - Dîwan
  2. ^ Ehmedê Xanî - Dîwan
  3. ^ Mela Ehmedê Palo - Dîwan
  4. ^ Dîwana Fethî
  5. ^ Mele Eliyê Êrsî - Dîwan
  6. ^ a b P. Cihanî, "Qalibên helbesta kurdî 2", di kovara Sirweyê de, 97-98:1373/1994
  7. ^ Hizr û Hêvî, Seyîd Celal Nizamî, Weşanên Huseynî, Ûrmiye
  8. ^ a b P. Cihanî, "Qalibên helbesta kurdî 1", di kovara Sirweyê de, 95-96:1373/1994
  • Walî Bedelpûr
  • Qalibên Helbesta Kilasîk
  • [1]
  • 4. رضا براهنی، طلا در مس، جلد اول، ص ۷۶–۷۳، چاپ اول، انتشارات زریاب، ۱۳۸۰، تهران.
  • 5. همایی، جلال‌الدّین. فنون بلاغت و صناعات ادبی، جلد اوّل (صنایع لفظیِ بدیع و اقسام شعر فارسی)، چاپ سوم، انتشارات توس، تهران، .