Mele Ehmedê Palo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mele Ehmedê Palo nivîskar û dîroknasê kurd e ku di sala 1920an de nêzîkî bajarê Palo, li gundê Sêreçurê (Bakûrê Kurdistanê) ji dayik bûye. Mele Ehmedê Palo di 71 salê jiyana xwe de, diwazde berheman afirandiye. Mixabin, ji wan berhemên giran, bes dîwana wî ya bi navê "Dewr û Gera Kurdistanê" di sala 1994an de bi tîpên latînî hatiye çapkirin.

Di zarokatiya xwe de dê û bavê xwe winda dike; sêwî dimîne. Jiyana wî di nav belengazî û perîşaniyê de derbas dibe. Dixwaze ko bixwîne, lêbelê mercên xwendinê nabîne. Ji ber vê jî carcaran ji mal direve, berê xwe dide bajarê Siwêrekê. Newal û kortalan dibîne, li deşt û zozanan dibe mêvan. Paşê ew dibe rêwî û li Kurdistanê digere. Li hin ciyan dibe mêvan û li hin ciyan jî dibe şivan.[1]

Di pazde saliya xwe de bi nexweşiyeke giran dikeve. Li dor du mehan di nexweşxaneya Mêrdînê de radikeve. Di pey ko ji nexweşxaneyê derdikeve, berê xwe dide Binxetê û demekê li Dirbêsiyê dimîne. Di sala 1935an de diçe Qamişlokê. Û ji wir jî diçe gundê Wêsîkê şûnûwar dibe. Li vî gundî ew jî dibe şivan. Bi mele û feqiyan re hevaltiyê dike. Di wê demê de hînî xwendin û nivîsandinê dibe û zanîna xwe roj bi roj zêdetir dike. Bi taybetî li ser rêzimana kurdî radiweste û xwe perwerde dike. Dibe mamosteyê xwe. Ji bilî zimanê kurdî xwe hînî erebî, tirkî û farisî jî dike. Lêkolîn û lêgerînên xwe li ser wêje û dîroka Kurdistanê pêşve dibe. Di wê demê de dest bi helbestên kurdî û nivîsandinê dike. Heta roja xwe ya dawî vî karî didomîne.

Emrê xwe yê dawî li Libnanê, li bajarê Beyrûtê derbas dike. Ew di meha adara 1991ê de wefat dike.

Berhemên Mele Ehmed[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yên çapbûyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yên çapnebûyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tarîxa Kurdan, şano (bi şîweyê helbestê hatiye nivîsandin. Dema ko dike çap bibe li çapxanê de tê girtin û winda dibe. Nûser bi tîpên erebî heye).
  • Ferhenga Kurdî-Tirkî, Farisî û Erebî bi tîpên erebî ji bo çapê her amade ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 tîrmeh 2015.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)