Eliyê Herîrî
Elî Herîrî | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 1009/10 |
| Mirin | 1079/80 Colemêrg |
| Esil | Kurd |
| Bernav | Eliyo |
| Hevwelatî | Merwanî |
| Destûrname | Alimên Misilman |
| Pîşe | Nivîskar û Helbestvan |
| Serdem | Serdema Zêrîn a Îslamê, Sedsala 11an |
| Bandorker | Ehmedê Xanî, Şêx Esadê Erbîlî, Wêjevanên Kurd |
| Dîn | Îslam |
| biguhêre | |
Eliyê Herîrî an Şêx Ehmedê Bûtî[1] (jdb. 1009/10 - m. 1079/80)[2] nivîskar û helbestvanekî klasîk ê wêjeya sofî yê kurd di serdema merwaniyan a sedsala 11an bû.[3] Eliyê Herîrî bi kurmancî nivîsand.[4]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî piraniya çavkaniyan, Eliyê Herîrî di sala 1009an li gundê Herîr ku îro parçeyekî parêzgeha Hewlêrê ye, jidayikbû.[4] Eliyê Herîrî û malbata wî di dema xwe de li herêma xwe bihêz bûn.[1] Ew di nav malbatê de ji biçûkatî dest bi xwendinê dike û heta ku mezin dibe jî xwendina baş û qanc werdigire.[1] Li gorî dîroknasê ereb Mûxibî, Herîrî ji bo xwendinê diçe Şamê û lawikekî wî hebû, Şêx Ehmed (jdb. 1048) ku mele û fiqeh bû.[5]
Herîrî li Şamê bi gelek zanistên îslamî û wêjeyî re civiya. Piştre pênc salan Herîrî vedigere û tê Cizîra Botan. Li wir jî demekê dimîne û dest bi pirtûka xwe ya bi navê Maqamatê dike û temam dike.[5] Piştre ku ew pirtûka xwe bidawî dike, meşrûhrbûna wî di nav aliman zêde dibe.[1] Piştre ku ew ji bo xebatên xwe herwiha mezin tê naskirin, êdî ew bixwe, dike ku here Hewlêr û Bexdayê. Li Hewlêrê demekê ne diyar dimîne û bi pir zaniyarên mezin yên wê demê re rûdine û diaxive.[6]
Li Bexdayê jî, Eliyê Herîrî ji bo xebatên xwe yên wekî pirtûkên Dîwan jî navdar dibe. Ew bi xelîfeyê ebasiyan civiya û dûr ve jî pir alim û zanistên îslamê ji li wir dicivîn. Ew jî di dema xwe de ku weke zaniyarekî tê naskirin, êdî weke zanistekî îslamê jî tê naskirin.[5] Wî xwest ku bi axiftinê nêzîkatiya vacê di îslamê de bide rûnandin. Li ser vê yekê re bi pir zaniyarên dema xwe re jî dikeve niqaşên mazin de.[1] Li Bexdayê, li navenda xelîfeyan jî dikeve wan niqaşan de. Bi vê yekê re, tê gotin ku hin rexne jî li ser vê yekê lê têne girtin. Lê ew ji ya xwe nayê xwarê di wê heyamê de.
Di sala 1080an de, ew li Cizîrê mir. Gora wî wekî cihekî pîroz tê hesibandin û her sal gelek kes serdana wê dikin.[1]
Tesîr û mîras
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Helbestên wî li ser evîn, evîna ji bo Kurdistanê, xwezaya wê ya xweşik û bedewiya gelê wê disekinîn. Helbest populer bûn û li seranserê Kurdistanê belav bûn.[7]
Hinek ji helbestên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]|
Xelqno, werin bibînin — Eliyê Herîrî
|
|
Sen’ê Xwedê ku danî — Eliyê Herîrî
|
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dîwan
- Maqamet
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c d e f Kaymak, Wedat (1990). Les éternels exilés (PDF) (bi fransizî). Paris: Association des cineastes kurdes en exil. r. 73. Roja gihiştinê 24 nîsan 2021.
- ^ Hajj, Hussain (2018). "Transformations Of Kurdish Music In Syria: Social And Political Factors" (PDF). Istanbul Technical University Department of Musicology and Music Theory: 20.
- ^ Qanatê Kurdo (1983). Tarîxa Edebiyata Kurdî 1. Stockholm.
- ^ a b Özel, Ahmet (2016). "FAKĪ-yi TEYRÂN". TDV İslâm Ansiklopedisi (bi tirkî).
- ^ a b c Yûsuf, Abdulreqîb (1988). Şaîrên klasîk ên Kurd. JM Weşanen Jîna Nû. rr. 13–15. ISBN 9197092789.
- ^ Abdusamet Yigit. elî Herîrî, 2009 Berlin
- ^ Cemal, Onursal (1995). "Kurdiska mannen höjer sin röst!" (PDF). Arsivakurd.org (bi swêdî). Kurdistans Kvinnoförbund. r. 34. Ji orîjînalê di 24 nîsan 2021 de hat arşîvkirin (PDF). Roja gihiştinê 24 nîsan 2021.
Bîbliyografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Blau, Joys; Die Wissenschaft von der kurdischen Sprache. In: Kurden Azadi, Freiheit in den Bergen, Schallaburg 1992
- Balî, Awe; Antolojiya Helbestvanên Kurd, Istanbul 1992
- Kurdo, Qanatê; tarîxa edebyata kurdî I, Stockholm 1983
- Kurdo, Qanatê; tarîxa edebyata kurdî II, Stockholm 1985
- Zinar, Zeynelabidin Nimune, Stockholm 1991 [1][girêdan daimî miriye]