Wêje û Rexne (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Weje û Rexne, kovareke çarmehane ya lêkolîn, rexne û teoriya wêjeyê ye. Yekem kovara rexneya wêjeyî ye ku li Bakurê Kurdistanê dest bi weşana xwe kiriye. Kovar çar mehan carekî bi nivîsên xwe yên kurmancî û zazakî ve derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Carinan nivîsên bi soranî, bi alfabeya latînî di kovarê de cihê xwe digirin. Kovar di hejmara xwe ya pêşîn de, di nîşeyekê de dibêje "Ev kovar bi hevkariya endamên Klûba Xwendinê ya Diyarbekirê û Koma Xwendinê ya Mêrdînê tê weşandin."[1]

Di hejmara ewil ya kovarê de edîtorê kovarê Dawid Yeşîlmen armanca kovarê wiha diyar dike:Kovara Wêje û Rexneyê, kovara wêjehezên kurd e, ew kurdên ku ta’ma wêjeyê ji wan re derd e û dixwazin pêşniyaz û rêbazên wêjeyeke dewlemend bigihînin qadên wêjeya kurdî. Derdê me, tenê avakirina kevneşopiyeke rexneya wêjeyî, agahdarkirina xwînerên kurd ji wêjeya “baş” ya kurdî û cîhanê, teorî û analîzên piralî û ceribînên nû û nûjen e.[2] Navenda kovarê Diyarbekir e. Kovar, li Stenbolê çap dibe, li hemû cîhanê belav dibe, bêtir li çar parçeyê Kurdistanê[3]

Gotarên ku di kovara Wêje û Rexneyê de çap bûne, bo bi dehan gotarên akademîk ên neteweyî û navneteweyî bûye referans.

Hejmara yekê ya kovara Wêje û Rexneyê (2014)[biguherîne]

Hejmara yekê ya Wêje û Rexneyê di meha çileya 2014an de derçû. Di hejmara yekem a kovarê de nivîsên bi kurmancî, soranî û zazakî cih girtine. Nivîsên li ser berhem û teoriyên wêjeyê, wergerên bingehîn ji zimanên beyanî tê de cih girtine. Herwiha di vê hejmarê de berhema Platon ya bi navê "Îon, Li ser Helbestê" li kurmancî hatiye wergerandin ji aliyê Zafer Atlı ve. Hejmara yekem a kovarê bi nivîsa Kamiran Alî Bedirxan ve dest pêkiriye.[4]Hejmara yekem 248 rûpel e.

Naveroka hejmara yekem[biguherîne]

  1. Kamuran Alî Bedirxan, Edebiyata Welatî
  2. Mesûd Serfiraz, Di Çapemeniya Kurdî ya Dewra Osmanî de Helbesta Kurdî
  3. Ömer Delikaya, Çîrokeke Nîvcomayî: Şewêş
  4. Gurgîn Xakî, Qiset û Şiûra Zimanî di Otobêsa Yunus Eroglu de
  5. Mihemed Şarman, Di Çîroka Kurdî de Nivîskarî
  6. Bawer Ruken, Di Romana Kurdî de Çîroka Neteweyî
  7. Ciwanmerd Kulek, Hurnêrînek Li Çîroka Di Xew De
  8. Abdullah Çelik, Hîkayeya Bedriye Topaç “Bero Sûr” de Tenayîye, Alegorî û Metaforî
  9. Burhan Yek û Umran Aran, Dozdeh Nîşe li Ser Martînê Bextewer
  10. Dawid Yeşîlmen, Li Ser Wêje, Civak û Romana Kurdî bi Haşim Ahmedzade re Hevpeyvîn
  11. D. S. Bland, Di Romanê de Derdora Fizîkî û Çandî-Civakî
  12. Francesco Marilungo, Xwendineke Geokrîtîk a Li Ser Pêwendiya Kevir û Peyvê an Avahîsazî û Wêjeyê
  13. Özlem Galip, Serpêhatiyên Bêcihûwarbûnê: Di Rabêja Romana Kurdî de Wek “Warê Demkî” Diyaspora
  14. Fahriye Adsay, Bîreweriyeke Birîndar: Bênaviya Welatekî û Bajarên Wê
  15. Nazan Aksoy, Wêjeya Mişext û Nivîskarekî Kurd: Mehmed Uzun
  16. Emîn Ebdulqadir, Şî΄rîyeta Cihî di Romanên Sidqî Hirorî de
  17. Ferzan Şêr, Cîhwarekî Estetîk: Tuwalet
  18. Îlyas Suvagcî, Di Romana Fawaz Husên ya bi navê Evdo û Çend Bêhnikên Şadiyê de Hêmana Mekanî
  19. Sonja Galler, Herêma Yoknapatawpha ya W. Faulkner
  20. Roger Lescot, Edebiyata Kurdî
  21. Hevindê Sorî, Edebiyatî Kurdî
  22. Wêje û Rexne, Rexnenasên Wêjeyê û Tema
  23. Platon, Îon, Li ser Helbestê
  24. Bawer Berşev, (Amadekar) Pirtûkxane,

Naveroka hejmara duyem[biguherîne]

Naveroka hejmara sêyem[biguherîne]

Naveroka hejmara çarem[biguherîne]

Naveroka hejmara pêncem[biguherîne]

Naveroka hejmara şeşem[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Kovara Wêje û Rexneyê, hejmar:1, r.1.
  2. http://www.wejeurexne.com/derbare-me-de.html#.Vqu7vJqLTIU
  3. Îsmaîl Beşîkcî, Sazîbûnên Di Jiyana Raman û Wêjeyê De, https://www.ismailbesikcivakfi.org/default.asp?sayfa=duyuru&id=186
  4. Sylvain Cavaillès. La littérature comme instrument de sauvegarde du patrimoine culturel immatériel des Kurdes de Turquie. Anatoli, 2015, Patrimoines culturels et fait minoritaire en Turquie et dans les Balkans, <http://www.cnrseditions.fr/geopolitique/7157-anatoli-n6.html>. <hal-01226718>


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)