Girê Mirazan yan jî Xirabreşk / Xerabreşkê, cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê Xirabreşkê yê Rihayê ye û dibe cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be. Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye û nêzîkî 760 mêtre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê vedihewîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye. Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin — ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne. Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1991 – Gerîllayên Eniya Şoreşger a Demokrat a Gelirî, (EPRDF), paytexta Etiyopya Addis Ababayê xistin destê xwe û destek dan hukumdarê çepgir Mengistu Haile Mariam. Bi vî awayî di dîroka Afrîkayê de şerê herî dirêj ê hundurîn jî bi dawî bû. Şer 30 salan ajot.
1993 – Li Kamboçyayê ji 25 salan û vir ve cara yekem di bin desthilatiya Neteweyên Yekbûyî de hilbijartinên demokratîk hatin lidarxistin.
1995 – Li Rusyayê erdhej çêbû, encama karesatê de 2 hezar kes mirin.