Îbnî Battûta

Ji Wîkîpediya

Ebû Abdûllah Mûhammed îbnî Battûta (bi erebî: أبو عبد الله محمد بن بطوطة), zayîn 24'ê şibatê 1304:/hîcrî 703 li Tanger/Fas; mirin 1368:/hîcrî 770 Fas) dadrês, qadî û gernasekî bi eslê xwe berberî ko di sedsala 14'an de jiyabû. Ew wexta ko 21 salî bû çûbû Mekkeyê Hecê. Pê ew hecê xwe temam dike re dest bi gerê xwe dike û bi temamî çûna xweya dorê 120.000 km, di welatên misilmanan de bi dawî vedigere welata xwe. Ew di pirtûka xweya bi navê (bi erebî: تحفة النظار في غرائب الأمصار وعجائب الأسفار ), bi kurtî Rihla (bi erebî: الرحلة) ("Ger")ê de ew serborîyên xwe dinivise.

Lê bo ko ji xeynî pirtûka wî, tu çavkanîyên ko qala serborîyên wî dikin tune ne hin caran mirov dikeve şibhê ka ew rast qala serborîyên ko di gera xwe de dînî dike, an ew yên ko bihîstînî an bixwe xeyal kirinî dikeye.

IbnBattuta.jpg

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Jiyan û Gernasîya wî

[biguherîne] Hec

Îbnî Battûta wexta ko dorê 20 salî bû, di sala 1325an de, bo here hecê ji bajarê xweyê Tancayê li Fasê, Efrîkaya Bakur der dikeve û di beravên Derya Navîn de ser Îskenderiye re dihere Qehîreyê. Ew ji bo ji deryayê re derbaza Erebîstanê be dihere ber Deryaya Sor lê bo ko li wir rasta cenga navbera qebîleyan dibe fikrî xwe diguhêre û şunda vedigere Qehîreyê. Ew di wir re, di rêyê ser erdê re dewama rêyê xwe dike û dihere Şamê. Batûta li Şamê rociyê Remezanê derbaz dike û pê wê re teva kerwanekê dibe û pê rêwitîyekê dorê 800 km re digêhê Medîneyê. Pê mayînê çar rojanê li wir re ew şunda dikeve rê û berî xwe dide Mekkeyê. Ew li Mekkeyê vezîfeyê xweyê Hecê tîne şûnê unvanê Hecî digire û şûnê ko vegere welatê xwe şunda dikeve rê û rêyê xwe berve Îraq û Îranê dirêj dike.

[biguherîne] Kurdîstan û Mezopotomya

Ew li Îranê şunda teva Kerwanekê dibe û berî dîsa dide Mezopotamyayê. Ew li Necefê tirbê Xelîfe Elî ziyaret dike. Ew li wir şunda dadigere bajarên Basra, Îsfehan, Şîraz Bexdayê.

Ew li wir Ebû Saîdê Îlxanan tê wî ve hevdu dibîne. Li wir şunda vê carê jî ew teva kerwaneka keyatîyê Îlxanan dibe û dihere bajarê Tebrîzê. Wextê ko Battûta tê Loristanê qala Kurdên wir dike, lê ew wek bi wî re tê gotin, ew heqê Kurdan de wek Ereb behs dike. Ew li Kûfê jî qala Kurdên di mezheba Şîtî yê de û li wir dijîn dike

[biguherîne] Li beravên Efrîqayê

Ew pê vê gerê re bo carê duyem hecê bike tê Mekke yê û vê carê li wir dorê salekê dimê. Ew vê carê di beravên Deryaya Sor re dadigere bajarê Adenê li ber Kendava Adenê. Ew li vir şunda jî, di sala 1331an de, bo çûna Efrîqayê qirarê dide. Ew rêyê xwe vê carê diajo serHebeşîstan(Etiyopya), Mogadîşû, Mombasa, Zanzîbar û Kîlwa. Ew ji wir de jî bi keştiyê xwe dihere Ûman û Tengava Hormuz.

[biguherîne] Mekke-Konstantînopel û Delhî

Ew ji wir de carekî din dihere Mekkeyê û dîsa li wir dorê salekê dimê. Ew ji wir de jî bo here Anatoliyayê derdikeve. Ew ser Şamê re bi keştiyekê re derbaza Alanyayê dibe. Li wir dihere Konya, Sinopê û beravên Deryaya Reş. Ew di ser Deryaya Reş re derbaza Qirimê dibe û dihere welata Ordiya Zêrê Mongolan. Ew li wir bi kerwanekê Ûzbêkan re ber çemî Wolga re dewama rêwitîyê xwe dike û heta Astarxan dihere. Ew li wir rêyê xwe çerxa ser Konstantinopolis û dorê sala 1332an de digêhê wir. Ew li wir Împaratorê Bîzansanê Andronikos III re hevditînekê dike û Aya Sofyayê ji der de dibîne. Ew pê mayînekê dorê meheke li bajêr şunda ew vedigere Astraxanê. Ew li wir jî ser Deryaya Mazenderan, Gola Aral re dihere Bûxara û Semerqandê. Ew di wir re dewama rêwitîyê xwe dike dihere Efxanîstan û Hindistanê.

Ew li Seltanata Delhîyê bi daxwaza siltan re dibe Qadîyê wir.

[biguherîne] Maldîvan

Lê pê demeka kurt re li wir jî nasekine û bo gerînê xwe şunda dikeve rê. Ew li ser rêya xweyê ko bo here beravên Okyanûsê rasta Hîndûyan tê û Hîndû êrîşa wî hevalên wî dikin û ew bizorê ji mirinê difilite. Ew do rojan şunda dewama rêçûna xwe dike û dihere Cambayê. Ew li wir di deryayê re bi keştîyê dihere Kalkûta. Ew di wê derê re derbaza Sûmatrayê dibe. Ew bi tirs ji wir de vedigere Delhîyê. Lê ew ji Hîndîstanê derdikeve şunda vedigere Maldîvan. Ew li wir dorê heft mehan dimê.

Battûta ji wir derdikeve şûnda dihere Seylonê û li wir tepeyê Ademê li Srî Lankayê îroj zîyaret dike. Wextê ko ew li Seyonê derdikeve keştiyê xwe di avê binavdibe, lê keştiyekê li kêlakê wî ji xeniqînê difilitîne. Ew di Şîttagong, Sûmatra, Vîetnam ûQuanzhou re dewama rêwitîyê xwe dike. Ew li wir derdikeve şunda dihere Hangzhouyê nêzî Şangaya îroj.

[biguherîne] Vegera Mekke û Veba li Mezopotomya

Wextê ko Battûta dihere Pekînê û şunda vedigere Quanzhou re şunda Battûta êdî qirar digire ko vegere Mekkeyê. Wextê ko ew dihere Şamê, wefatê bavî xwe dibihîze. Lê na bavê xwe tenê li Sûrî, Fîlîstîn û Nîvgirava Erebîstanê peroka veba hebû. Ew vedigere Mekkeyê û dixwaze ko êdî vegere welatê xwe. Ew hîn ko neçûye Tancayê dadigere ser Sardûnyayê û di wir re dihere bajarê lê hatibû dinê. Lê kînga ew digêhê wir jî mirinê dayikê xweyê mehekê ber wî hatibû holê dibîhîze.

[biguherîne] Endûlûs

Lê ew li bajarê Tancayê jî tehmûl nake û berî xwe dide Endûlûsê. Battûta i hevalên xwe ve dihere ko Cîbraltarê li hembera Kastîlîyan biparêze. Lê demekê pê re ew tahlîkê êrîşê derbaz dibe û ew berve Valensiya û Granadayê dewama rêçûna xwe dike.

[biguherîne] Li Çolê Sahara

Ew di sala 1351an de Battûta ji bajarê Fezê ko nêzik hatibû der dikeve dihere Sîcîlmasayê. Ew li wir teva kerwaneke dibe û bi wê re dihere Taxazayê di Sahara de. Lê ew di Saharayê de dewama rêwitîyê xwe dike û heta Malîyê dihere. Ew li wir wê de jî heta Tîmbûktûyê dihere.

Battûta bi dawî vedigere welatê xwe û li wir ew serborîyên xwe bi daxwaza Melîkî bajêr re dinivîse û pê weşandinê vê pirtûkê re ew 22 salên din dije û di 1368an de wefat dike.

[biguherîne] Girêdanên derve