- 1819 - Alabama bû 22emîn dewleta DYA'yê.
- 1900 - Zanyarê navdar Max Planck, li Berlînê xebata xwe ya li ser mekanîka kuantumê pêşkêşî civîna fizîkê kir.
- 1911 - Roald Amundsenê norwêcî bû mirovê yekem ku gihaşte Cemsera başûr.
- 1941 - Şerê cîhanê yê duyem; Japonyayê bi Taylandê re peymana yekîtiyê îmze kir.
- 1950 - Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hate damezrandin.
- 1955 - Albanya, Awistriya, Bulgaristan, Kamboçya, Srî Lanka, Fînland, Macaristan, Îrlanda, Îtalya, Urdun, Laos, Lîbya, Nepal, Portugal, Romanya û Spanya tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1960 - Li Tengava Stenbolê tenkerên yûgoslav û yewnan li hev ketin. Di encamê de 52 kes mirin.
- 1999 - Kirîbatî, Nauru û Tonga tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 2002 - Civîna çarem a komîteya giştî ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê pêk hat.
- 2008 - Rojnamevanekî bi navê Muntazar el-Zeydî di dema axaftina George W. Bush a li Bexdayê de, pêlava xwe avête serokdewletê DYA'yê.
(Cejn ku di vê rojê de tên pîrozkirin)