Vicente Aleixandre
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Vicente Aleixandre y Merlos (bilêvkirina bi kurdî: Viçente Aleyksandre î Merlos * 26'ê avrêlê 1898 li Sevilla, † 14'ê berfanbarê 1984 li Madrîd) yek ji lîrîker û nivîskarên Spanî bû û di sala 1977'î de guncavê Xelata Nobelê ya wêjeyê hatibû dîtin.
Zaroktiya xwe li Málaga derbasdike. Bavê wî şoforê lokomotîvê bû. Perwerdeya dadnasî û aborîzaniyê dibîne. Dihat payîn kû ew jî bibe karsazek lê wî bala xwe berdida wêjeyê. Wêjevan û rexneger rêbaza wî ya edebî di bin siya sûrrealîzm û îndîvîdûalîzmê de dibînin.
Berhem [biguherîne]
- 1928: Ámbito
- 1932: Espadas como labios
- 1935: La destrucción o el amor
- 1944: Sombra del paraíso
- 1954: Historia del corazón
- 1958: Los encuentros
- 1962: En un vasto dominio
- 1968: Poemas de la consumación
- 1972: Sonido de la guerra
- 1974: Diálogos del conocimiento
- 1991: En gran noche