20'ê adarê
Ji Wîkîpediya
| << | Adar 2012 | >> | ||||
| Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
| 1 | 2 | 3 | 4 | |||
| 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 |
| 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 |
| 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 |
| 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 | |
| Rojên salê | ||||||
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Bûyer
[biguherîne] Kurdistan
- 1937 - Serhildana Dêrsimê
- 1988 - Hêzên artêşa Îraqê êrîş kirin ser çiyayê Qandîl yê li nêzîkî bajarê Suleymaniyê. Êrîş, 12 rojan berdewam kir û rejîma Îraqê li vê derê jî çekên kîmyayî li dijî xelkê herêmê bikaranî. Lewma xelkê herêmê ji neçarî herêmê terikand. Ev êrîş weke enfala duyem tê bi navkirin.
- 1991 - Serhildana ku ji bo azadkirina bajarê Kurkûkê di 19 adarê de destpê kir, 20 adarê de bi azadkirina tevahiya Kerkukê bi dawî bû.
- 1994 - Serokê Komîteya Piştgirîvaniya bo Kurdistanê Theofîlos Georgêados ji aliyê du êrîşkaran ve li Lefkoşe hate kuştin.
- 1995 - Dewleta Tirk bi 35 hezar leşkeran êrîş bi ser Başûrê Kurdistanê û bi dehan gundiyên Kurd hatin qetilkirin. Ev êrîşa mezin ya dewleta Tirk weke „Çelîk operasyonû" tê naskirin.
- 2000 - Bi rasthatina cejina Qûrbanê de li Tirkiye û Kurdistanê xelk ji bo 9 rojan derketibûn bêhinvedanê, lewma gelek qezayên trafîkê rû dan. Di encama qezayên trafîkê de 176 kes mirin û 275 kes jî birîndarbûn
[biguherîne] Cîhan
- 1345 - Gerstêrkên Behram(Mars), Keywan(Satûrn), Berçîs(Jûpîter) hatin rastî hev.
- 1968 - Dewleta Tûnis Serxwebûna xwe îlan kir.
- 1978 - Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DÎSK bi armanca hişkarkirina faşîzmê li Tirkiyê çalakiyek karberdanê ya 2 saetan lidarxist.
[biguherîne] Zayîn
[biguherîne] Mirin
- 1727 - Zanyar Sir Isaac Newton (Sîr Îsak Nîwton), li Londonê di 84an saliya xwe de mir.
- 1999 - Gerîllayê Kurd Mehmet Ozer yê bi navê kod Samî, di gundê Qileban Şibazyonî jiyana xwe ji dest da.
- 1999 - Gerîllaya PKKê Şehristan Botan, li navçeya Wan Başkaleyê çalakiyeke cangorî li dijî mûdûriyeta emniyetê lidarxist.
- 2008 - Mihemed Zekî Evdila Remezan, 25 salî bû, li Qamişlokê ji aliyê hêzên ewlekarî û asayişên dewleta Sûriyê ve di êvara Newrozê de hate kuştin.
- 2008 - Mihemed Mehmûd Hisên Daûd, 18 salî bû, li Qamişlokê ji aliyê hêzên ewlekarî û asayişên dewleta Sûriyê ve di êvara Newrozê de hate kuştin.
- 2008 - Mihemed Yihya Eslan, 35 salî bû, li Qamişlokê ji aliyê hêzên ewlekarî û asayişên dewleta Sûriyê ve di êvara Newrozê de hate kuştin.
[biguherîne] Cejn û salveger
- Newroz, sersala Kurdî û Destpêka Biharê! Di şeva 20 adarê di serî gelê Kurd her wiha xelkê Arî agir vêdixin û hatina Newrozê pîrozdikin.
- Roja Têkoşîna Li dijî Nijadperestiyê!
- Roja Serxwebûna dewleta Tûnis
|
|||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||