6'ê adarê
Ji Wîkîpediya
| << | Adar 2012 | >> | ||||
| Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
| 1 | 2 | 3 | 4 | |||
| 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 |
| 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 |
| 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 |
| 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 | |
| Rojên salê | ||||||
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Bûyer
[biguherîne] Kurdistan
- 1921 - Li hemberî Serhildana Koçgiriyê artêşa tirk dest bi tevgera leşkerî kir.
- 1975 - Li Cezayîrê, li ser navê rejîma Îraqê Saddam Hûsên û li ser navê Îranê Şah Riza Pehlewî, piştî guftugoyekê peymanek mohr kirin. Li gorî peymanê;
- - Wê her du alî, sînorên xwe li hemberî kesên bi ziyan (yanî li hemberî Kurdan) asê bikin.
- - Wê sînor ji nû ve werin diyarkirin û pirsgirêka rêya ser ava Şetê, were çareserkirin.
- Piştî vê peymanê, hukumeta Îranê berê xwe ji Kurdan zîvirand. Rejîma Îraqê, muhdetek kin da Kurdan da ku xwe pispêrin wan. Di 22 adarê de koçber Kurdan, ji ** Başûrê welêt dest pê kir û bi deh hezaran Kurd, li welatê xwe û li deverên din bûne mihacir.
- 1949 - Li bajarê kurdan Elezîzê erdhej çêbû.
- 1987 - Tirkiyeyê baregehên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê bombebarankirin. Li hemberî vê Îran û Lîbyayê nerazîbûn nîşan dan.
- 1994 - Li navçeya Êlih, Kercosê Mehmet Emîn Bîrlîk di encama êrîşeke çekdarî de jiyan xwe ji dest da.
[biguherîne] Cîhan
- 1902 - Real Madrid hate damezrandin.
- 1925 - Li Tirkiyeyê ku di cîhanê yek ji welatên herî zêde rojnameyan digire ye, bi biryara lijneya wezîran a tirk li Stenbolê 4 rojname hatin girtin. Piştî 3 rojên din du rojnamayên din hatin girtin. Rojnameyên hatine girtin ev in; Tevhid-i Efkar, İstiklal, Son Telgraf, Aydınlık, Sebilülreşat û Orak Çekiç
- 1957 - Yek ji welatên parzemîna Afrîkayê, Ganayê serxwebûna xwe îlan kir. Ew di nav welatên Afrîkayê de ya yekemîn bû ku serxwebûna xwe îlan kir.
- 1965 - Mîtînga ku karkerên di kargeha titûnê de dixebitîn, di pêşengiya Partiya Karker a Tirkiyeyê de pêkanî, rastî êrîşeke tund hat.
- 1983 - Li Almanyaya Rojava, partiya Helmut Kohl, CDU, hilbijartin qezenç kir.
- 1987 - Li Belçîkayê ferîbotek noqav bû. Di encamê de 200 kes mirin.
- 1995 - Di navbêra Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de "Peymana Yekîtiya Gûmrûkê" hate mohrkirin.
- 2007 - Li Endonezyayê erdhejeke bi mezinahiya 6,3 a li gorî pîvana Richterê qewimî. Di encamê de herî kêm 70 kes mirin û bi sedan kes brîndar bûn.
[biguherîne] Zayîn
- 1806 - Elizabeth Barrett Browning, helbestvana îngilîz
- 1928 - Gabriel García Márquez, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
[biguherîne] Mirin
- 1900 - Gottlieb Daimler, endazyar û karsazê alman
- 1973 - Pearl S. Buck, nivîskara xwediya Xelata Nobelê
- 2005 - Hans Albrecht Bethe, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
[biguherîne] Cejn û salveger
- Li hemberî Serhildana Koçgiriyê Artêşa Tirk tevgera leşkerî da destpêkirin.
|
|||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||