Here naverokê

Berxwedana Kobaniyê

Berxwedana Kobaniyê
  • Şer û pêkdan
  • siege Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
36°53′23″Bk 38°21′20″Rh / 36.889722°Bk 38.355556°Rh / 36.889722; 38.355556
DewletSûrî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 13 îlon 2014 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 26 kanûna paşîn 2015 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Berxwedana Kobanê, navê berxwedana kurdan a li hemberî hêrîşên çeteyên DAIŞê ye, yên ku bi alikariya Tirkiye û welatên herêmê di roja 15ê îlona 2014an de êrîşî Kobaniyê kirin.[1] Ev êrîşeke berfireh bû li ser kantona Kobanê ya kurdên Sûriyê li herêma Rojava, ku ji dawiya sala 2013ê ve bi awayekî serbixwe xwe bi rêve dibe.

Di 2ê cotmeha 2014ê de, DAIŞê qasî 350 gund û bajarokên kurd li derdora Kobanê bi dest xist.[2] BI vê yekê nêzîkî 300.000 penaberên kurd çêbûn, yên ku ji sînor reviyabûn parêzgeha Rihayê ya Tirkiyê.[3] Di Çileya 2015ê de, hejmara penaberan gihîşt 400,000.[4] Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên Parastina Gel (HPG) û hin komên Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) (di bin odeya operasyonên hevbeş ên Volkana Firatê de), Pêşmergeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê digel firokeyên amerîkî û leşkerên ereb ên hevalbend dest bi vegerandina Kobanê kirin.[5]

Di 26ê Çileya 2015ê de, YPG û hevalbendên wê, bi piştevaniya berdewamiya êrîşên asmanî yên bi serkêşiya Amerîka, bajarê Kobaniyê ji destê DAIŞê standin û DAIŞ mecbûr ma paşvekişe. Di 27ê Çile de bajarê Kobanê bi temamî hate rizgarkirin, lê piraniya gundên kantona Kobanî hê jî di bin destê DAIŞê de bûn.[6][7] Piştre YPG û hevalbendên wê bi lez li gundewarê Kobanî pêşde çûn, û DAIŞ di 2ê sibatê de qasî 25 km ji bajarê Kobanî vekişiya.[8][9] Di dawiya nîsana 2015ê de, DAIŞ hema hema ji hemû gundên ku li Kantonê girtibûn hat derxistin. Tenê çend deh gundên ku li bakur-rojavayê parêzgeha Reqayê desteser kiribûn di bin kontrola wan de ma.[10] Di dawiya hezîrana 2015ê de, DAIŞê êrîşeke nû li dijî bajar kir, ew bi kêmî ve 233 sivîl kuştin,[11][12] lê rêxistin bi lez paşde hat derxistin.

Şer û berxwedana Kobanî di şerê li dijî DAIŞê de wek xaleke guherînê tê dîtin. Lewma ev bûyer ji aliyê hinekan ve wekî "Stalîngrada kurdî" tê binavkirin.[13][14]

Bingeha êrîşên li dijî herêmên Rojavayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nexşeya pêşveçûna dorpêçkirina Kobanî, ji cotmeha 2014 heta Çile 2015

Piştî pêkhatina şoreşa Rojavayê, êrîşên li Rojavaya Kurdistanê nesekinîn û DAIŞ weke planeke şerê bi kurdan re hat pêşxistin. Li gorî vê planê, wê DAIŞa ku bi navê olê hatî birêxistinkirin, wê derbeyek mezin li giştiya civata kurd bixista û wê şoreşa Rojavayê jî têkbiriba. Bo vê yekê, DAIŞ, bêî ku rastî berxwedanekê were, li Mûsilê hat bicihkirin û piştre rêxistin ber bi serê herêmên Başûrê Kurdistanê ên weke Şingalê û hwd de belav bû. Li Şingalê bi hezaran kurdên êzidî ji ber nasnameya wan a kurd-êzdî di komkujiyekê de hatibûn qetilkirin û bi sed hezaran jî koçî herêmên din ên Başûrê Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê kirin.

Dema ku êrîşên DAIŞê li Kobaniyê dest pê kirin, li hemû beşên Kurdistanê ên başûr, rojava, rojhilat û bakur hemû kurd rabûna serhildanê ji bo Kobaniyê. Kurdên li derveyî welêt ên li welatên Ewropayê jî hemû daketin qadan û xwepêşadinên şermazarkirina DAIŞê li darxistin.

Serhildanên ji bo berxwedana Kobaniyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Grafîtiyek li bajarê Valenciayê ya Spanyayê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanî bi zimanê katalonî: Ji Valensiya heta Kobanê em bibin yek.

Berxwedana Kobaniyê, di qada navneteweyî de jî dest veda. Ji hemû herêmên cîhanê bertek ji bo piştgiriya li Kobaniyê hatina dayîn nîşandin. Berxwedana Kobaniyê, pirsgirêka Kurd jî, di qada navneteweyî de bi hemû rengê wê hanî rojevê. Cîhan, bi Kobaniyê û navê wê û berxwedana wê re dirazaha û dirabû. Lê berxwedana Kobaniyê giyaneke Kurdistanî di nava kurdan de bo yekbûna wan jî afirand. Kobanî û hêrîşên ku li wê dibûn, hemû kurdistanî bi hemû beşên civaka Kurd re rakiribû serpiyan. Di wê dema ku berxwedana Kobaniyê didomiya jî, li Bakurê Kurdistanê kurd jî li sînorê Kobanê li deverên weke Pîrsûsê û hwd civiyan û nobet digirtin bo piştgiriya berxwedana Kobaniyê. Lê her roj jî, leşker û polîsên tirk, hêrîşî kurdên ku li herêmên Pîrsûsê û gundên wê nobet digirtîn dikir. Rayadarên dewletê dixwest ku kurdan ji şer sînor derbas bike. Ji ber ku rejîma tirk alîkarî dida DAIŞê. Dixwest ku Kobanê bikeve destê DAIŞê de.[çavkanî hewce ye]

Piştî ku berxwedana Kobaniyê dest pê kir, li deverên Kurdistanê ên başûr, rojhilat û bakurê Kurdistanê gel rabû serpiyan. Di serhildanê Bakûrê Kurdistanê de polîs û leşkerên tirk hêrîşî kurdistaniyan dikir û di nava herdû rojên pêşî ên serhildanan de ser 42 kurdan kuştin û bi hezaran birîndar kirin. Dem bi dem, ji nava wan birîndan jî mirovên ku jiyana xwe ji dest didan û bi wê re hijmara kuştiyên kurdistanî ên bi destê hêzên rejîma tirk zêdetir dibû. Rayadarên tirk, piştî ku serhildanan, bidest "operasyonên qirkirinê" kir. Ew operasyonên qirkirinê jî, di rengê oparasyonên "dozên KCK" de bûn.[çavkanî hewce ye]

Li Bakurê Kurdistanê serhildanên kurdan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Taxek li Amedê piştî xwepêşandanên li dijî bêhelwestiya dewleta Tirk a li dijî dorpêçkirina Kobanî, sal 2014

Li Bakûrê Kurdistanê piştî ku berxwerdana Kobaniyê dest pê kir û pê de, gelê kurd rabû serpiyan û serhildan kir. Ev asta rabûna serpiyan a kurdan di 7 û 8 kewçêrê de gihişt asta herî bilind. Bi wê re jî, rayadarên dewletê bi polîs û leşkeran re hêrîşî xwepêşanderan dikirin. Di wan hêrîşan ser 50 kurdî re ji aliyê polis û leşkerên tirk ve hatin kuştin. Bi hezaran mirov jî hatine binavkirin û girtin.[çavkanî hewce ye]

Li Başûrê Kurdistanê serhildanên kurdan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Başûrê Kurdistanê, li pirraniyan kurd rabûne serpiyan xwe pêşandin li darxistin. Li Dihok, Hewlêr, Helebce, Silêmanî, Kerkûk û hwd li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandinên girseyî bûn.[çavkanî hewce ye]

Li Rojhilata Kurdistanê serhildanên kurdan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Xwepêşandana li bajarê Merîwanê li dijî DAIŞIê ji bo piştgiriya bajarê Kobanî, sal 2014

Li Rojhilata Kurdistanê jî, gelek xwepêşandin bûn. Li herêmên weke Ciwanro, Sine, Kirmaşan, Mehabad, Ûrmiye û hwd, li gelek deveran xwepêşandin bûn. Li Tehran û Tewrêzê jî xwepêşandin bo piştgiriya bi kurdan re bûn. Rayadarên îranî jî, weke yên tirk, hêrîşî xwepêşandêran kiribûn û bi dehan ji wan kiribûn binçav.[çavkanî hewce ye]

Li welatên Ewropayê xwepêşandinên kurdan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Xwepêşanderên kurd li bajarê Viyana yê paytexta Awistirya êrîşa DAIŞê ya li ser Kobanî şermezar dikin.

Li hemû bajarên Almanya û Fransayê di nav de, li pirraniya bajarên welatên Ewropayê ku kurd lê dijîn, kurd rabûna serpiyan. Çalakiyên weke dagirkirina balafirgehan, li riyên trênan rûniştin, li pêşiya parlemanan kombûn û hwd, gelek çalakiyên cûr bi cûr kirin. Çalakiyên dorveger ên birçîbûnê jî kirin.[çavkanî hewce ye]

Piştî 15ê îlona 2014an û pê de, li hemû welatên Ewropayê kurd li her deverê daketin qadan. Xwepêşandin li darxistin. Li balafirgehan çalakiyên rûniştinê û dagirkirinê li darxistin. Çalekiyên birçîbûnê kirin. Her wisa gelek çalakiyên din jî kirin. Li kuderê kurdek hebû, rabû ser piyan. Kurd, ji qadan neçûn. Berxwedana Kobaniyê, di qada navneteweyî de deng veda. Lê bi wê re jî, bandora xwepêşandinên kurdan ên li Kurdistanê û welatên Ewropayê jî, encamên wê ên dîrokî bûn. Piştî wan xwepêşandinan re êdî rayadarên ewoprî û emrîkî jî behsa dayîna alikariyê li Kobaniyê kir. Piştre hêzên emrîkî alikariya çekdarî gihandin YPGê. Bi wê re jî, balafirên hêzên koalîsyonê yên Amerîkayê çeperên çeteyên DAIŞê bi dest bombabarandînê kirin.

Di 38em roja berxwedana Kobaniyê de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berxwedana Kobaniyê, di roja xwe ya 38an de jî domiye. Kurdan, heta vê rojê ji gelek deveran çeteyên DAIŞ şikandin û dan derxistin. Têkçûnên mazin xwarin. Lê bi demê re dema ku çeteyên DAIŞê li kobanê derbeyên mazin xwarin, piştre jî, li Başûrê Kurdistanê xwestin ku pêlek din ya hêrîşan bibina ser herêma Şingalê ya Kurdistanê. Gundên weke Dahola, Namzê û hwd hêrîş kirin. Yanî, ew derbeye li Kobaniyê xwarin, xwestin ku ji vir ve bibersivînin. Ji ber ku ji aliyê parastinê ve li herêmê hê pirsgirêk hene. Ev çete jî wê dibînin û ji wir ve hêrîş dikin.

Polîtîkaya Ewropayê di derbarê Kobaniyê de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Politikaya welatên ewropî di derbarê kobanê de di temenê bêdengîyekê de xwe li berçav. Lê piştre dema ku kurd bi tevahî rabûna serpîyan û xwepêşandin kirin, êdî hin bi hin wê bandûr kir. Piştre hin bi hin di keviya rojnemeyan de bi gotaran bahse kobanê hat kirin. Parlamane ewropa di rojên 35 û hwd de bi rojava kobanê dicivîya û biryarên di temmenê alîkarîyê de girt. Berî wê jî, rayadarên ewropî ên ku daxûyaniyên erênî didan dibûn. Piştre ew zêdebûn. BI wê re jî, êdî kobanê li rojava ewropa giştî rûnişt.

Politikaya Amerîkayê di derbarê Kobaniyê de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku DAÎŞ mazin bû û piştre di pêşengîya emerika de ´koalîsyona li dijî DAÎŞê ava bû. Di rojên pêşî de weke ku di çapameniya ewropa de diha ser ziman, di ya emerika de jî di hat ser ziman ku ´kurd, hevkarên koalîsyonê ê xweza na´. Piştre emerika di temenê de politika ya xwe pêşxist. Piştî ku hêrîşên DAÎŞ´ê li kobanê Zêebûn û piştre û piştî ku her deverê kurdistanî rabûna serhilldanê, êdî hêzên koalîsyonê di pêşengîya emerika de, bidest bombardima li çeperên DAÎŞê kir. Piştre jî, kurdan alikarîya çekî xwest. Ew jî, êdî bi zora kurdan bû.. Lê di rojênn berxwedanê ên 35´an û hwd de, ew alikarîya çekî li kurdan destpêkir.

Polîtîkaya Tirkiyê di derbarê Kobaniyê de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Politikaya tirkiya di derbarê kobanê de di temenê xistina kobanê de bû. T. Ardogan, weke serokkomarê tirk, derdiket ber çapamemiyê û digot ku "kobanê ket, dikeve." Tirkiya alikarî dide DAÎŞê li dijî kurdan. Ji ber ku tirkiya li dijî statûya kurdan bû û li rojava kurdan statûya xwe pêşxistibû. sê kantonên xwe rêvebirinê avakiribûn. Tirkiya dixwest ku ew werina ji holê rakirin. Bo vê yekê, hem alikarî dide DAÎŞê û hem jî ne dihişt ku kurd alikariyê bidina xwe bixwe. Kurdên ku bakûrê kurdistanê ku bo alikarî û piştgirîyê li herêmên sînor ên weke Pîrsûsê civîyabûn, hertimî rastî hêrîşên polîs û leşkerên tirk dihatin. welatên ewropî û bi teybetî jî emerika û kurdan ji tirkiya xwestibû ku "korîdor"ek were vekirin li kobanê bo alikariyê. Tirkiya ne dixwest ku wê jî vebike.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "Agathocle de Syracuse | Syria Kobane IS offensive (13 Sept 2014 – 26 Jan 2015)". web.archive.org. 4 sibat 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 sibat 2015. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Turkey's Parliament Approves Military Action Against ISIS In Syria, Iraq". web.archive.org. 3 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 adar 2016. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Syria says giving military support to Kurds in Kobani | News , Middle East | THE DAILY STAR". web.archive.org. 22 çiriya pêşîn 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Most US Airstrikes in Syria Target a City That's Not a "Strategic Objective" | Mother Jones". web.archive.org. 13 tîrmeh 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 tîrmeh 2015. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Kopîkirina arşîvê". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk) CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "YPG retakes the entire city of Ayn al- Arab "Kobani" after 112 days of clashes with IS militants | Syrian Observatory For Human Rights". web.archive.org. 16 çiriya pêşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 çiriya pêşîn 2015. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "BBC News - Syrian Kurds 'drive Islamic State out of Kobane'". web.archive.org. 26 kanûna paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 kanûna paşîn 2015. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "Syrian Kurds push back Islamic State around Kobani - monitor, Kurds | Reuters". web.archive.org. 2 sibat 2015. Ji orîjînalê di 2 sibat 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.
  9. ^ "Islamic State in Syria withdrawing from Kobani outskirts: monitor | Reuters". web.archive.org. 2 sibat 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 sibat 2015. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "@deSyracuse Syria civil war (21 April 2015) - uMap". web.archive.org. 23 nîsan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 nîsan 2015. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "Islamic State kills at least 145 civilians in Syria's Kobani | Reuters". web.archive.org. 13 çiriya paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 çiriya paşîn 2015. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  12. ^ "SYRIA and IRAQ NEWS | Peter Clifford Online". web.archive.org. 18 kanûna pêşîn 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 kanûna pêşîn 2014. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ "The Kurdish Stalingrad". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.
  14. ^ "'Kurdish Stalingrad' -- Is Islamic State Floundering In Kobani?". Radio Free Europe/Radio Liberty (bi îngilîzî). 21 çiriya paşîn 2014. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]