Elînazîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Elînazik bi tevî riz, firing û îsotê.

Elînazîk an ala nazik xwarinek ji pêjgeha kurd, suryanî, romî (tirk) û ereb e. Bi taybetî li parêzgehên Dîlok, Riha, Mersîn, Edene û Amedê navdar e.

Navê xwarinê yê rastîn "ala nazîk" bûye, di çerxa demê de wiha hatiye guhertin.

Ji bacanreşka pijandî, mast, goştê golik an berxê (herwiha goştê kişandî) û biharbêhnê (biharat) tê amadekirin.

Bacanreşka xwe ya pijandî bi germî sîr û mast bikin. Biharata xwe bavêjinê, tevdin.

Tîkegoşta xwe (yan goştê kişandî) di nava rûnê de biqelînin tevlî ew çênca we amade kiribû bikin.

Dema hat ser destexaneyê (sifreyê), îsota tûj (no) ya qijilandî berdin ser binikan.