Erdheja Ezirganê 1939
Erdheja Ezirganê 1939 | |
---|---|
39°46′Bk 39°32′Rh / 39.77°Bk 39.53°Rh | |
Hejmara miriyan | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Erdheja Ezirganê 1939 yek ji erdhejên li Kurdistanê bûne ye. Di 26-27ê kanûna pêşîn 1939ê de rûdide.
Hêza wê 7,2 richter bûye. Di dîroka nêzîk a Kurdistanê de erdheja herî mezin ev e. 32.962 kes jiyana xwe jidest didin, zêdetirî 100.000 kes jî birîndar dibin.
Gorî tomarkirinên fermî 116.720 avahî ziyan dîtine. Dewletê alîkariyekê nedaye gel. Piştî vê erdhejê aboriya herêmê xirab bûye, gelê herêmê koçber bûne. Bi dehhezaran kes ji bo jiyana xwe bidomînin diçin bajarên mezin ên Tirkiyeyê.
Xizanî û koçberî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]İsmet İnönü ji berê de dixwest sînorên Kurdistanê ji kurdan bên valakirin. Wî digot bila li Erdêxan, Erzîrom, Ezirgan, Meledî, Gurgum û Eskenderûnê nifûsa kurdan bê kêmkirin, heger nikarin jî kurdên van deveran bilez bên asîmîlekirin.
Erdheja Ezirganê rê dide ku bi hezaran romî (tirk) û misilmanên Qefqas, Azerbaycan, Gurcistan ûêd bînin li parêzgeha Ezirganê bicih bikin.
Bi salan şûnde Tirkiye ji bo koçberên tirk ên nû hatine, avahiyan, gundan çêdike, axa bikêr dide wan.
Li ser vê erdhejê gelek stran hatine çêkirin. Bandora wê bi dehsalan li ser gel maye. Kurdên xizan dema dixwazin ji koçberiyê vegerin, rastî astengiyan tên.
Binêrin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |