Mele Ehmedê Heyderî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mela Ehmedê Heyderî, helbestvanê kurd ê ku di çaryeka dawîn a sedsala 19an û nîvê yekem ê sedsala 20an de jiyaye. Di van salan de edebiyata klasîk a kurdî êdî hêdî hêdî serencama xwe biriye serî. Di vê qonaxê de Heyderî, bi nûnertiyeke serkeftî ve bûye yek ji xeleka dawîn a edebiyata kurdî ya klasîk.

Dîwana Heyderî, ji her aliyan ve gelek bi hêz hatiye vehonandin. Erûz, bi awayekî serkeftî hatiye tetbîq kirin. Di rêstina helbestan de rewanî û zimanekî vekirî hatiye tercih kirin. Di dîwanê de digel bêjeyên erebî û farisî, peyvên tirkî jî gelek hatine bikaranîn. Di bêjeyên farisî yên ku di dîwanê de hatine bikaranîn de, bêtir bêjeyên ku nêzikî kurdî an jî yên ku bi kurdî re hevpar in, hatine tercih kirin.

Herçiqas, Heyderî, helbestvanekî serdema nû be jî, him di nav çavkaniyên edebiyata kurdî yên dawîn de û him jî, di nav seyda û meleyên navdar ên ku di nav tradîsyona medreseyên klasîk ên kurdan de ne, cî negirtiye.

Anku, Heyderî digel ku bi berhemên xwe ve di lîteratûra kurdî de cî negirtiye, zêde nehatiye naskirin jî. Ji aliyekî din ve jî di serdema edebiyata klasîk a kurdan de, ji bilî çend îstîsnayan nivîsandina pirtûkên biyografîk ên derheqê helbestvanan de zêde berbelav nebûne.

Ji ber van sedemên neyênî yên ku hatine destnîşankirin, derbareyê jiyana Heyderî de tu agahî û pêzanînên niviskî nîn in. Herwiha, girseya mezin a pêzanînên me yên derbareyî vê beşê, devkî ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]