Sadiq Behaedînê Amêdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sadiq Behaedîn Amêdî hat beralîkirin)
Sadiq Behaedînê Amêdî
Navê rastî
Sadiq Behaedîn Amêdî
Jidayikbûn1918
Mirin1982
EsilKurd
HevwelatîIraq
PîşeNivîskar
biguhêreBelge

Sadiq Behaedînê Amêdî (1918-1982) nivîskarekî kurd e ku di gulana 1918an de li Amêdiyê (Badînan) hatiye dinyayê.[1]

Wî di 1944an de zanîngeha Bexdayê ya Dar el-Muelîmîn el-Aliye kuta kiriye. Di hin karên girîng de berpirsyartî kiriye. Çend kitêb bi zimanê kurdî nivîsandine û lêkolîn li klasîkên kurdî û folklora kurdî kirine[çavkanî hewce ye].

Di 16ê hezîrana 1982an de li Bexdayê çûye ber dilovaniya Xwedê. 

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Abdurrahman Adak