Şêx Hesenê Nûranî
Ji Wîkîpediya
Şêx Hesenê Nûranî şêxekî kurd e.
Malbata Şêx Hesenê Nûranî ye ku bi gundê xwe yê Axtepe hatîye naskirin. Ev gund girêdayê bi qeza Çinara Amedê ve ye. Çar kurên Şêx Hesenê Nûranî hebûne: Şêx Evdirehman, Şêx Mihemed Can e, Şêx Mihemed Sîrac û Şêx Mihemed Nûr.
Şêx Hesenê Nûranî yek ji Şêxên bi navûdeng ê Rêçika Nexşebendî bûye. Di herêmê de xwedîrêz û giranbihatiyeka wî ya mezin hebûye. Di pey wî de, çi kesê ku ji Famîlê rabûye, hê bêtir bi bal welatparêziyê ve, xasma di warê nivîsandina bi zimanê Kurdî de gavine fireh avêtiye û qelemşoriyeke mezin kiriye û berhemên xwe bi zimanê kurdî nivîsîne.
Çendî ku bi dehan mirovên hêja, zana û bîrewer ji Malbata Şêx Hesenê Nûranî rabûne û niha jî bi dehan kesên wisa hene, lê belê emê pêşî li ser Şêx Evdirehman û pirtûkên wî, di pey de li ser herdu kurên wî, Şêx Kerbela û Şêx Eskerî, piştre jî li ser Şêx Mihemed Canê birayê Şêx Evdirehmanê Axtepî binivîsin. Da ku xwendevanên Kurd, vê Malbata hêja rind binasin û ger bi hindikî be jî, sûd ji berhemên wan bibînin.

