Nimêj (selat)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nimêj

Nimêj, (limêj, mêj, nivêj) an jî selat (bi erebîصلاة الجماعة‎ ṣalât-ul-câmiʿa) di misilmantiyê de cûnek duayan e ku li gor qalibek diyarkirî tê kirin.

Nimêja di îslamê de[biguherîne]

Nimêj yek ji penc ruknên ola Îslam ê ye û divê kesên bawer rojê pênc nivêjan bikin. Nimêj di dirokê da ji misilmanan ra li şeva Mîrac ê ferz bûye.

Curreyên nimêjê[biguherîne]

  • Nimêjên ku ferz in: pênc nimêjên rojane û nimêja roja înî yê.
  • Nimêjên ku pêwist in / wacibin: Nimêja witr (sê rikat nimêja ku piştî eşayê tê kirin)û nimêjên cejnan
  • Nimêjên ku nafile ne: Nimêjên ku xêçî ferz û waciban zêde tên kirin. Mînak: nimêjên sunnet.

Rekatên nimêjê[biguherîne]

Rekat nimêjê de yek rabûn, yek xwar bûn û du secdeyan ra tê gotin.

Dema nimêjê Sunnetên ku berî ferzan tên kirin Ferz Sunnetên ku piştî ferzan tên kirin Witr Tevahî
Sibe 2 2 - - 4
Nîvro 4 4 2 - 10
Piştî Nivro/Esir 4 4 - - 8
Êvar/Mexreb - 3 2 - 5
Şev/Eşa 4 4 2 3 13

Ferzên nimêjê[biguherîne]

Ferzên nimêjê 12 ne. Şeş ferz bi xwe di dervayê nimêj da ne û ji vana ra "şertên nimêjê" tên gotin. Şeşê din jî di nav nimêjê da ne û navê wan jî "ruknên nimêjê" ne. Ji bona ku nimêj were bi cîh, gerê hemû ferzên nimêjê werin şindê.

Li gora mezheba Şafiî û Henefî yan şertên nimêjê:

  • bi avê destnimêj girtin yan jî av li xwe kirin
  • paqij kirina gemariyê li ser bedena xwe, kincên/cilên xwe û şinda nimêj kirinê.
  • por kirina bedena xwe
  • Her nimêj gerê di dema xwe da were kirin.
  • gerê di hêla qibleyê da were nimêj kirin. Qible di hêla xaniyê pîroz Kabe yê li bajarê Mekke yê ye.
  • nêt kirin: Gerê mirov bizanî ku kîjan nimêjê dike û bi dilê xwe bînî bira xwe. Gotina nêtê bi dêv jî sunnet e yanî kirina Mihemmed Pêxamber e.

Ruknên nimêjê

  • Tekbîra destpêkirinê: Bi gotina tekbîr ê dest bi nimêjê kirin
  • Qiyam: Di nimêjê da li ser nigan/piyan sekinîn
  • Qiraet: Li ser piyan hinek Quran a Pîroz xwendin (Sûreya Fatihe û hinek ji sûreyeke din a Qur'anê)
  • Rukû': Xwe xwar kirin
  • Secde kirin: Mirov di secdeyê da çokên xwe, herdû destên xwe û eniya xwe didin ser erdê. Du secde tên kirin û di navbera herduyan da hinekî tê rûniştin (qasê ku bêjî Subhanellah)
  • Qade (rûniştin): Di dawiya nimêjê da qasî xwendina duaya Ettehiyatû rûniştandin.
  • Selam: Bi gotina Esselamu 'eleykum we rehmetullah' li ser milê rastê û çepê nimêj bi dawî dibe.

Tiştên nimêjê xera dikin[biguherîne]

  • Qise kirin
  • Xwarin yan jî vexwarin
  • Bi dengekî bilind kenandin
  • Ji yêkî din ra silav dan yan jî silava yêkî din girtin
  • Guherandina hêla Qible yê
  • Girandin (lê ji tirsa Xwedê girandin nimêjê xera nake)
  • Bi zanebûn kuxandin (lê bi kuxika dest mirov nîne nimêj xera nabe)
  • Di nimêj da bi karekî din ra mijûl bûyin
  • Pifê tiştekî kirin
  • Quran a Pîroz xera xwandin
  • Xera bûna destnimêjê
  • Gava di nimêja sibê da roj hil were
  • Bîrva çûn û dîn bûn