Pêşînên kurdan
Xuyakirin
Kurd |
---|
Pêşînên kurdan, Ev rûpel tiştên ku di dîroka kurdan de herî pêşîn di nav kurdan de ji aliyê kîjan kurdê ve hatibe kirin an hatibe nivîsandin cîh girtine.
Pêşiya Mîladê û Piştî Mîladê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Helbesta herî pêşîn a pêşiya Îsa pêxember an pêşiya mîladê tê gotin ku ji aliyê Baraboz ve hatiye nivîsandin.[1]
- Fîlozofê herî pêşîn Mazdek e.[2]
Serdema îslamê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kurdê ku herî pêşîn bi kurdîtiyê hatibe naskirin sehabeyê kurd Cabanê Kurdî ye.[3]
- Helbesta herî pêşîn ya kurdî ya zaravayê goranî ji aliyê Besamê Kurdî ve, zaravayê kurmancî ji aliyê Ebdulsemedê Babek û Eliyê Herîrî ve, zaravayê lekî jî ji aliyê Baba Tahirê Uryan ve hatiye nivîsandin.
- Muzîknasê herî pêşîn Îbrahîmê Mewsilî ye.[4]
- Felsefevanên herî pêşîn Emerê Suhrewerdî, Şihabedînê Suhrewerdî û Amîdî ye.[5]
- Stêrnasê herî pêşîn Dînewerî ye.[6]
- Dîroknasê li ser nîjada kurdan yê herî pêşîn pirtûk nivîsiye Dînewerî ye.[7]
- Erdnas, matematîknas û riweknasê herî pêşîn Dînewerî ye.
- Mîmarê herî pêşîn Mûnîs e.
- Gerokê herî pêşîn Îbn Fedlan e.[8]
- Dengbêjê herî pêşîn Evdalê Zeynikê, Dengbêja herî pêşîn Sosika Simo ye.[9]
- Alimê herî pêşîn Şêx Xelîlê Kurdî ye.[10]
- Di nav kurdan de herî pêşîn Dînewerî û Fexredînê Exlatî çavdêriya stêrnasiyê ava kirine.[11][12]
- Alîme û destxet (xetat)a herî pêşîn Şehre Dîneweriye ye.[13]
- Fizîknasê herî pêşîn Îsmaîlê Cizîrî ye.[14]
- Kurdê ku navê wî li ser kratera heyvê hatibe nivîsandin yê herî pêşîn Ebûlfida ye.[15]
- Ferhenga herî pêşîn ya zimanê kurdî (Kurmancî) Ehmedê Xanî nivîsiye.[16]
- Ferhenga pêşîn ya Kurdî-Erebî-Farisî Îsmaîlê Bazîdî nivîsiye. Pirtûka Gulzar
- Ferhenga herî pêşîn ya zaravayê Soranî Merûf Nûdhî nivîsiye. Pirtûka Lûxametnameyî Ehmedî
- Li ser zanista stêrnasî û erdnîgariyê bi zimanê kurdî herî pêşîn Ehmedê Xanî pirtûk nivîsiye.[17]
- Bijîşkê herî pêşîn Şemsedînê Şehrezûrî ye.
- Mewlûda Kurdî a herî pêşên Melayê Batê nivîsiye.[18]
- Helbestvan û wêjevanê neteweyî ê kurdan yê pêşîn Ehmedê Xanî ye.
- Misgervan (Sanatkar)ê herî pêşîn Mehmûdê Kurdî ye.
- Zimannasê kurdî yê herî pêşîn Eliyê Teremaxî ye. (Pirtûka wî ya Serfa Kurmancî ye).[19]
- Kurdnasê herî pêşîn Dînewerî, Şerefxanê Bidlîsî û Mele Mehmûdê Bazîdî ne.[20]
- Dîroknasa herî pêşîn Mestûre Erdelan e.[21]
- Li ser (tib) bijîşkiyê bi zimanê kurdî herî pêşîn Melayê Erwasê berhem nivîsiye.
- Kovara herî pêşîn ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatiye derxistin.[çavkanî hewce ye]
- Rojnameya herî pêşîn bi navê "Kurdistan" ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hatiye derxistin.[22]
- Enstîtuya herî pêşîn "Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye.[çavkanî hewce ye]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 10 kanûna paşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2016
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://kurtedebiyati.blogspot.com.tr/2013/11/kurt-filozoflar-mazdek-kimdir.html?m=1
- ^ Îbn Hecer Esqalanî, Elîsabe fî temyîzîs sehabe
- ^ Mehrdad Izady, (1991). The Kurds: a concise handbook
- ^ http://kurtfilozoflar.blogspot.com.tr/?m=1
- ^ http://www.kürtler.com/2015/11/kurt-bilim-adami-el-dinaveri-kimdir-hayati-eserleri.html?m=1[girêdan daimî miriye]
- ^ Dînewerî, Ensab el-Ekrad
- ^ Mehrdad Izady, Kurd, r. 41
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 7 çiriya paşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2016
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Müfid Yüksel, İslamsız Kürdistan Hayali ve Ortadoğu
- ^ http://muallims.blogspot.com.tr/2012/02/ebu-hanife-ahmed-bin-davud-dinaveri.html?m=1
- ^ http://ramazan.yeniakit.com.tr/fahrettin-ahlati-kimdir-239909.html
- ^ Mihemed Emîn Zekî, Meşahirê Kurd û Kurdistan
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 6 tîrmeh 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2016
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Bussey, B.; Spudis, P. (2004). The Clementine Atlas of the Moon. New York: Cambridge University Press.ISBN 0-521-81528-2.
- ^ Kadri Yıldırım, Nûbihara Piçûkan
- ^ Mehmed Uzun, Kürt edebiyatına giriş
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 8 nîsan 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2016
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Kurdî, Sverige/Stockholm, 1997, 140 rûpel, ISBN 91-972779-4-0. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar
- ^ http://krd.riataza.com/2016/11/11/mela-mehmude-bazidi-u-adat-u-rusumatnameye-ekradiye/
- ^ http://m.ilkehaber.com/yazi/klasik-kurt-edebiyati-368.htm
- ^ Zeynel Abidin Kızılyaprak, Hasan Kaya, Şerif Beyaz, Zana Farqini, İstanbul Kürt Enstitüsü,1900'den 2000'e Kürtler - Kronolojik Albüm, Özgür Bakış Milenyum Armağanı, İstanbul, Ocak 2000, p. 12.
Ev gotara ji bo kurdekî/ê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |