Çikildanên tovavê
Çikildanê tovavê an jî tovaveçikildan (bi înglîzî: seminal vesicle) cotek rijênên cogedar in di laşê nêran de.
Pêkhateya çikildanên tovavê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di laşê mirovê bi temenê pêgihîştî de dirêjiya çikildana tovavê 5-7 cm, firehiya wî 2-3 cm e. Her çikildanek ji lûleya pêçayî û badayî ya bi dirêjiya 15 cm pêk te[1]. Lûle bi bestereşaneyê dapoşrav e. Bestereşane; lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê, rîşalên demar û şaneya palpişt lixwe digire. Lûleya çikildanê ji sê çînan pêk tê. Rûyê çîna navî şil û qurmiçînî ye û ji lînceperdeyê pêk tê. Rûkeşexaneyên vê çînê şileya tovavê berhem dikin û der didin[2]. Çîna navarast ji masûlkeyên bazinî û dirêjkî pêk tê. Çîna dervayê çikildanê jî ji şaneya rîşalên qaîşokî pêk tê[3].
Çikildanên tovavê, li paş mîzdankê li herdu aliyên rijênê prostat de cih digirin. Her çikildanek ji aliyê serê jêr ve bi cogek kurt ve girêdayî ye, ev cog wekî coga avêtinê (bi înglîzî: ejaculatory duct) tê navkirin. Coga avêtinê bi lûleya guhêzer ve girêdayî ye[4]. %60ê qebareya tovavê ji cota çikildanên tovavê tê derdan[5].
Derdan û erkê çikildanên tovavê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şileya çikildana tovavê şileyek tîr û lîncî ye, gellek fruktoz, asîda sîtrîk, proteîn û hin xurekemadeyên din lixwe digire. Şileya çikildana tovavê şileyek alkalî ye, ango asta pH a şileyê bilind e. Paşmayiyên asîdî yên li nav mîzerê û nav coga endama zaûzêya mê, bi navbeynkariya vê şileyê tên nêtarkirin[6]. Herwisa şileya çikildana tovavê prostaglandîn û fîbrînojen jî lixwe digire[7]. Fruktoza tovavê ji aliyê mîtokondriyên sperman ve ji bo bidestxistina ATP tên bikaranîn[5]. Prostaglandîn madeyek mîna hormon e, bi sînyalan masûlkeyên malzarokê han dike, masûlke girj dibin bi vî awayê sperm ber bi coga hêkê tên paldan[8]. Piştê avêtinê, fîbrînojena nav tovavê diguhere bo fîbrîn. Fîbrîn tovavê piçek dimeyîne, tovav hê pirtir tîr dibe[2].Şileya çikildanên tovavê bi navbeynkariya coga avêtinê tevlê spermên nav lûleya guhêzer dibe û ber bi rijênê prostatê ve tên guhêztin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "seminal vesicle". Encyclopedia Britannica, 5 Mar. 2014, [1]. Accessed 23 November 2021.
- ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
- ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "seminal vesicle". Encyclopedia Britannica, 5 Mar. 2014, [2]. Accessed 23 November 2021.
- ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
- ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
- ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
- ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.