Çiyayê Nemrûdê
Çiyayê Nemrûdê (bi tirkî: Nemrut Dağı, bi ermenî: նեմրութ) çiyayekî li parêzgeha Semsûr li başûr rojhelatê Anatoliyayê ye. Ew 76 km li bakur rojavaya Semsûrê nêzî Kolîkê ye. Ew çiyayê di rêza çiyayê Torosê de ye û bilindahiya wî 2.150 m ye.
Li ser tapika wî parêzgeh û gora keyên Komegene hêne. Ew ji aliyê keyê Komegene Antiochos I (69–36 b.z.) û bavê wî Mithradates I ve (109–69 b.z.) hatî bû çêkirin. Ew ji bo wek nîşana aşitiya êzidokên yewnan û persan hatî bû avakirin. Antiochos ji pê li textê rûnişt re navlêka Theos (yewnanî: xwedê) li xwe kir.
Ew demeke dirêj bîr bûbû û di 1881ê de ji aliyê endazeyarekî alman Karl Sester ve hatî bû dîtîn. Kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953an dewam kirî bû.
Di 1987an de UNESCO ew têxiste Kelepora Cîhanê.
Li bilindahiya parêzgerê 50 m û firahiye wê 150 m ye. Li ser çiyayê Nemrûdê sê banokeyan rojhelat, rojava û bakur hene [1]. Li rojava peykerên mezin û rolyef hene.
Banokeya Bakur[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Banokeya bakur cihê ku serdanên parêzgehê lê kom dibûn.
Banokeya rojava[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Li banokeya rojava pênc peykerên runiştî yên bi bilindahiya 9 m hene. Ew banoke cihiye herî pîroza parêzgehê bû. Peykerên wir û bi rojhelat ve yek hev in, lê karkeriyên wan hîn pir in. Li wir peykerên Antiochos I û êzidok Tîke; Zeus û Ahura Mazda; Apollon, Mithras, Helios û Hermes; Herakles, Artagnes û Ares hene.
Banokeya rojhelat[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Li vê banokê pênc peykerên êzidokan hene. Ewna ji çepê de berve rastê bi navê xwe yên yewnanî û farsî wiha ne:
- Apollon, Mithras, Helios û Hermes
- Xwedawane Kommagene
- Zeus û Aramazd (Oromasdes)
- Ezidok û key Antiochos I
- Artagnes, Herakles û Ares
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- (înglîzî) Malpera Mezreka Nevnetewiya Nemrûd, bi tirkî, îngîlîzî, almanî, holandî Girêdana arşîvê 2006-07-27 li ser Wayback Machine
- (fransî) Les sculptures du Nemrud Dagh
- (tirkî) Malpera Parastina Nemrud