Şahbaxî
Şahbaxî | |
---|---|
Beyüzümü | |
Koordînat: 38°32′11″Bk 43°23′06″Rh / 38.53639°Bk 43.38500°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Wan |
Navçe | Wan |
Bilindahî | 1.728 m (5669 ft) |
Nifûs (1990) | 2.512[1] |
Koda postayê | 65000 |
Koda telefonê | (+90) 432 |
biguhêre |
Şahbaxî (bi tirkî: Beyüzümü) gundekî ku bi ser navenda navçeya Wanê ve ye. Gelên wê deverê li vir wekî gund nahesibînin. Sedema wê jî ew e ku, gund gelek nêzî navenda Wanê ye. Dalîta dewletê de dibe ku gund neyê nasîn lê, li gor Şaredariya Wanê ew cih tax tê qebûl kirin. Herêmekê gelek xweş û dewlemend e. Girêdayê navenda Wanê ye.
Gelhe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Taxê de zêdetirîn Ecem dijîn. Berê Kurdan li vir Ecem bi cih bûne. Û gelek ji aliyê gelhê de tev li hev e. Nifûsa taxê pir zêde ye. Eşîrên ku taxê de bi cih bûne.
- Ecem Ji Îranê hatine û li vir berî kurdan bi cih bûne.
- Ertoşî-Alan Payizava û Elbakê hatine li vir bi cih bûne
- Gevdan Colemêrg û Başûrê Kurdistanê hatine li vir derê bi cih bûne
- Birokî Qerqelî, Kafkasya, Patnos û gelek deverên din ên Serhedê hatine li vir taxê de bi cih bûne.
- Miksî Li vir zêde dîtin mîmkûn nîne lê qasî Alanan li vir Miksî jî hene
Ji bilî van eşîran gelek deverên din Kurd hatine li vir û nava aramî û xweşiyê de bi cih bûne. Heta niha nava van gelan de ti pirsgirêk û arîşe derneketiye. Jixwe Kurd û Ecem cihên cuda de dimînin. Piraniya Kurdên li vir bêhtir cihên bilind hilbijartine. Li vir Kurd li cihên bilind û tena ên wekî Avarêk ûDûzyolê de dimînin. Zimanê ku li vir zêdetirîn tê axaftin Kurdî ye. Heta Ecem jî li vir Kurdî dipeyivin.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê taxê ji berê bax û baxçeyan tê. Li vir barê gelek baxçeyên tîrî hebûne ji ber wê navê wê taxê bûye (Şah-baxî) tirkî jî dibêjin (Bey-üzümü) ango wateya kurdî (Tiriyên-begê). Berî kurdan li vir Ecem ji îranî hatine û li vir bi cih bûne.
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li vir Pîşesazî zêde pêş ketiye. Pîşexana mezin ya Wanê li wê taxê hatiye ava kirin. Kesên ku li vir dijîn karên xwe li bajêr dibînin. Du dibistan û du tenduristîxane ên mezin li wê derê heye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |