Şerefname

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şerefnamê hat beralîkirin)
Şerefname
Nivîskar Şerefxanê Bedlîsî
Şêwe Tarîxa Kurd û Kurdistanê, Dewletên Kurdan, Dînên kurdan û Eşîrên Kurdan
Ziman Farisî (wergerên kurmancî û soranî hene)
Dîrok Derdorê 1597
Weşanxane Avesta, 2007 (kurmancî)
Rûpel 662
ISBN ISBN 978-9944-382- 28-1

Şerefname kitêba tarîxî ya Şerefxanê Bedlîsî ye. Carna wekî "Tarîxa Kurdistanê" jî tê naskirin. Şerefxan berhema xwe bi zimanê farisî nivîsandiye, lê di sala 1858-1859an de, cara pêşîn wergera wê ya zimanê kurdî ji hêla Mele Mehmûdê Bazîdî hate kirin[1].

Wergera kurdî ya nûjen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Roja îro wergerên kurdî yên nûtir jî hene. Di 1998an de wergera Ziya Avcı ji nav çapên weşanên APEC ve li Swêdê hate der û dîsan di 2007an de ji aliyê Avesta ve li Stembolê hate weşankirin. Di 1970î de jî wergera soranî ya Mam Hejar hate weşandin.

Berhema ku di 2007an de derketiye, dest bi nivîsareke Emîr Hesenpûr dike, paşî pêşgotina Ziya Avci heye li ser wergera kurmancî. Kitêb pêşgotina Mam Hejar a wergera soranî jî pêşkêş dike. Pêşgotinên din jî tê de hene: Muhemmed Elî Ewnî li ser Şarefnameya farisî û Kemal Mezher li ser Şerefnameya di kurdiya Sovyetê de û Vladîmîr Zîrnov li ser çapa fransî ya Şerefnameyê[2].

Wergera kurmancî ya Şerefnameyê ji 662 rûpelan pêk tê û di kitêbê de hin tabloyên bi reng jî hene.

Destnivîsên Şerefnameyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerefname bi giringiya xwe bi zû bala xwendevan, tarîxnas û tarîxhezan kişandiye. Yên ku ew bidest xistine ketine jibernivîsîna wê ya bi destxet a her du cildan jî. Bi vî awayî hê gellekî berî çapbûna wê ew di navbera zana, alim, tarîxnivîs, mîr, beg, şah û paşayan de belav bûye û ketiye nav kutubxanên miletên Rojhilata Navîn.

Xebatên li ser Şerefnameyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojhilatnasiya sovyetî û Şerefname[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xebatên tarîxnasan li ser Şerefnameyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mele Mehmûdê Bazîdî kurdê herî pêşîn e ku Şerefname wergerandiye ser zimanê kurdî. Wî ev kar di sala 1858, an 1859ê de temam kiriye ku Aleksandre Jaba; Konsolosê Rûsyayê yê wê demê yê Erzîromê yekser ev werger şandiye Peterburgê. Ev karê ku bi destxeta Mele Mehmûdê Bazîdî bi xwe hatiye nivîsîn îro li Kitêbxaneya Giştî ya Saltikof Şêdrîn li Peterburgê tê parastin. Di van salên dawiyê de kurdnasê hêja J. S Mûsaelian lêkolînek li ser vê wergerê kiriye û bi pêşgotineka xwe û ya K. K. Kurdoev a muşterek orîjînala wê ya kurdî daye çapkirin. Ev çap di 1986ê de li Moskovayê pêk hatiye.

Muhemmed Elî Ewnî (1897- 11ê temmûza 1952yê li Qahîreyê) cara pêşîn di sala 1931ê de çapa farisî ya cildê pêşîn ê Şerefnameyê daye weşandin.

Pişt re Şêx Muhyedîn Sebriyê Kurdî (bavê wî Zekeriyya Muhyedîn e ku destê rastê yê Cemal Ebdulnasir bû) ji ber ku baş farisî dizanî û di edebiyata farisî de şareza bû xwe gîhand wan û her siyan bi hev re dest bi karê amadekirina çapa farisî kirin (14: 1981, r. 77). Hersê nusxe dan ber hev lê çapa Rûsyayê kirin esas û di xebata salekê de ew amade kirin. Ev nusxe di 1931ê de li Qahîreyê hatin weşandin.

Muhemmed Elî Ewnî, her du cildên Şerefnameyê kirine erebî û Yehya Xeşab ji her cildekê re pêşgotinek nivîsîye. Piştî mirina Muhammed Elî Ewnî wergera cildê yekê di sala 1958-ê de, ya cildê duduyê jî di 1962-yê de li Qahîrê hatiye weşandin (15: 1991, r. 5-6). Ew pêşgotina ku Zernov li Rûsyayê ji bo çapa pêşîn a farisî nivîsiye di van wergeran de jî heye.

Mela Cemîl Bendî Rojbeyanî (1912) ji bo wê wergera xwe ya erebî pêşgotinek nivîsiye, li berhemên Huseyn Mukriyanî û Muhemmed Emîn Zekî Beg û gellek kitêbên tir bi hûrî nihêrtiye û agahdariyên ku bi dest xistine wekî şerhan di wergera xwe de bicih kirine. Ev wergera han di sala 1953yê de li Bexdadê weşiyaye (14: 1981, r. 45 û 54).

Mamoste Hejar Mukriyanî cara pêşîn cildê pêşîn ê Şerefnameyê wergerandiye ser zimanê kurdiya başûr(soranî) û ev çap di 1972-yê de li Necefê ji bal Korrî Zanyarîy Kurdî ve hatiye weşandin. Her ev çapa han bêyî dest lêdan cara duduyan di sala 1981-ê de li Tahranê hatiye weşandin. Di pêşiya vê wergerê de pêşgotin û sipasnameyeka Mamosta Hejar, agahdariyek li ser wan kurdên tarîxnas ên ku di amadekirina Şerefnameyê de bi kêrî Hejar hatine; her wekî Husên Huznî Mukriyanî, Mihemed Emîn Zekî, Muhemmed Elî Ewnî, Mela Cemîl Bendî Rojbeyanî hene. Pişt re hin bîr û baweriyên wan zanayan tên ku li ser wergera Şerefnameyê ya bi ser zimanê kurdî nivîsên xwe pêşkêş kirine. Nivîsara Mesûd Muhammed, Elaedîn Secadî, Hêmin Mukriyanî û Dr. Kemal Mezher Ahmed ev nirxandin in. Pişt re pêşgotina ku Muhemmed Elî Ewnî ji bo çapa farisî a 1931ê nivîsiye û di pey wê re ew pêşgotina lêkolînî ya hêja ku ji bal Zernov ve ji bo çapa pêşîn a farisî hatiye nivîsîn jî di wê wergera kurdî ya Hejarî de cih digrin.

Mehmed Emîn Bozarslan cildê yekê yê çapa Qahîrê ya weregera erebiya Muhemmed Elî Ewnî kiriye tirkî û cara pêşîn Tirkiya wê di sala 1971-ê de li Stembolê hatiye weşandin. Her vê wergera han cara duduyan di 1976ê û ya sisiyan jî di 1990ê de li Stembolê hatiye weşandin.

Qanatê Kurdo jî di sala 1972-yê de di wê gotara xwe de ya bi navê Kurdnasî weşandiye, behsa Şerefnameyê kiriye. Di vê gotarê de Qanatê Kurdo, bi taybetî bal kêşaye ser destnivîsên kevn ên Şerefnameyê.

Em ji bîr nekin ku karên wiha yên hunerî, di qesra xanedaniya mîrên Bedlîsê de gellek belav bûn. Gava Ewliya Çelebiyê tirk li gel Melîk Ahmet Paşa çû Bedlîsê wê gavê neviyê Şeref Xanî Mîr Evdal Xan li ser hukum bû. Ewliya Çelebî gava behsa Mîr dike bahsa bi dehan huneran dike ku Mîr di wan de bikêrhatî û zîrek bûye. Ressamî û neqqaşî jî di nava van huneran de ye. Lewra jî mesela zanîna van huneran ne xas e bi Şeref Xanî tenê ve, diçe digihîje mîrên din jî (binêre, 19: 1991).

Elîşêr ev demek e li ser Şerefnameya wergêra mamoste Hejarî radiweste ku wê wergerîne ser kurmanciya bakur. Wergera wê temam bûye. Di dema ku ev nivîsar tê nivîsîn ev werger ji bo ku bi munasebeta 400 saliya Şerefnameyê bigihîje ber destê xwendevanên kurmancîaxêv di çapxanê de bû.

Binere herwiha[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]