Şerefxanê Bidlîsî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şerefxanê Bedlîsî hat beralîkirin)
Şerefxanê Bidlîsî
Şerefxanê Bidlîsî
Jidayikbûn25ê sibata 1543an
Mirin1603 (60 Salî)
Bakurê Kurdistan / Bedlîs
EsilKurd
HevwelatîSefewî
PîşeDîroknas, Siyasetmedar
XebatŞerefname
BandorkerMehmûdê Bazîdî, Celadet Alî Bedirxan
PaşêŞemsedîn Beg Ebû Elmaalî
Dê û bav
  • Şemsedînê Bedlîsî (bav)
biguhêreBelge

Şerefxanê Bidlîsî[1] (jdb. 25ê sibata 1543an, Qum − m. 1603, Bedlîs) mîr, nivîskar û dîroknasekî kurd e. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng Şerefname ye. Mijara Şerefnameyê dîroka Kurd û Kurdistanê ye.[2]

Jiyana Şerefxan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerefxanê Bidlîsî (Mîr Şeref Xanê Bidlîsî) ku nivîskarê Şerefnameyê ye, di sala 1543'an de li nêzîkê bajarê Qumê ji dayik bû ye. Bavikê wî serokatiya eşîra Rojkî (Ruzegî) dikirin û mîrîtiya bajarê Bedlîsê dikirin. Ji ber ku navê bavikê wan tevil tevlîheviyên li dijî siltanê osmaniyan bû, rêwiyan cem Dewleta Sefewiyan. Dema Şerefxan neh salî bû ligel zarokên şah dersan dibîne. Hîn di emrekî biçûk de dest bi birêvebiriya dewletî dike û li bajerinan rêvebiriyê dike. Nêzîkê bîst salan li gelek bajarên safewiyan parêzgeritiyê dike. Sala 1576'an ew ji li ser karê wî kişandin serayê û li wir ji ber kirinên ne li cîh ji karê wî girtin. Vê yekê ew hew qasî êşand ku tevil 600 kesên eşîrê û malbata xwe vegeriya Wanê di çileyê sala 1578'an de. parêzgerê herêmê Xûsrev Paşa ji sulatanê wê demê 3'emîn Siltan Mûradê (ji sala 1574'an ta sala 1595'an li ser desthilatiyê bû) xwest ku Şerefxan bîne li ser mîrîtiya wî li Ocaqliqa Bedlîsê. Li ser vê yekê ew wekî mîrê Bedlîs û Mûşê hate pejirandin. Wî dema nivîsana dîroka kevin ya Kurdistanê bi navê Şerefname bi dawî kir di sala 1597'an de, êdî ew bi tenê bi navê xwe desthilat bû. Di rastiya rojane de kurê wî Şemsedîn êdî kar û barê mîrîtiyê dimeşandin. Şerefxan êdî ji kemsî ve ta sala 1599'an jiya. Li gor hin jêderan ew di sala 1603'an yan jî 1604'an de çû ye li ser dilovaniya xwe.

Peykerê Şerefxan li Silêmaniyê

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Bidlīsī, Sharaf Khān; Bai︠a︡zidi, Makhmud (2007). Mela Meḧmûdê Bazîdî, 1797-1867: tercema Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî : Tewarîx Qedîm Kurdistan "tarîxa kevin ya Kurdistanê". Spîrêz.
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 10 adar 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 13 kanûna pêşîn 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bedlîsî, Şerefxan; Şerefname: Tarîxa Kurdistanê ya kevn, Stockholm 1998
  • Strohmeier, M. & Yalçin-Heckmann, L.; Die Kurden: Geschichte Politik Kultur, München 2000

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]