Dînên kurdan
Kurd |
---|
![]() |
Dînên kurdan, olên kurdan an jî baweriyên kurdan, kurd berî îslamê li ser dînê zerdeştîtiyê bûn, dînê zerdeştîtî ji aliyê Zerdeşt pêxember ve di navbera salên 660-583 BZ ve hatiye belakirin. Pirtûka Zerdeşt Avesta ye. Tê gotin Avesta lê ser çermê 600 ga hatibû nîvisandîn lê wextâ ku Îskender hat wê erdê Mezopotamyayê stand. Ew pirtûka şewtandin[çavkanî pêwîst e].
Îslamiyet di sedsala 7'an de derket wê demê kurd di navbera du dewletên mezin Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî dijiyan, artêşa îslamê di dema Omer de di sala 637'an de erdê Kurdistanê fetih kir û îslamiyetê li Kurdistanê belakir û pir kêmê kurdan ne têde pirraniya kurdan misilmantî pijirand.[1]
Li Kurdistanê çawa ku gelek gelên cûda bicihûwarin, gelek olên cuda jî hene. Ji xeynî misilmanan, êzîdî, zerdeştî, xiristîyanî, cihû
Îslam[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Îslam |
---|
![]() |
Cîhên pîroz |
Wekî din |
![]() |

Gotara bingehîn: Îslam
Gotara bingehîn: Belavbûna îslamê li Kurdistanê
Piraniya kurdan misilman in, kurdên ku bi hewramanî, kurmancî û soranî diaxifin bi piraniya xwe sunî ne u ji mezhebe şafiî ne. Li Başûrê Kurdistanê herêmen Kirmaşan, Luristan û Hamedan kurdên şia jî hene ku bi kelhûrî an jî feylî diaxivin.
Qasî 4-5 milyon kurdên elewî li Bakûrê Kurdistanê, li herêmen Dêrsim, Mereş, Meledî, Erzingan, Sêwasê hwd dijîn.
Yarsan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Kurdên yarsan bi piraya xwe kirmaşanî, lekî û hewramî axifin û li herêmen wek Kirmaşan, Gûran, Lekistan, Behdînan û Germiyan dijîn.
Êzîdîtî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gotara bingehîn: Êzîdîtî
kurdên êzîdî bi piranî li Başûrê Kurdistanê, li herêmên Şengal, Şêxan û Mûsilê dijîn. Li Bakurê Kurdistanê, Rojhelatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî hejmareke biçûk ji kurdên êzîdî hene. Herweha hejmareke biçûk li Ermenistan, Gurcistanê û Rûsyayê dijîn.
Mesîhîtî (filehtî, xiristiyanî)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Dînê xiristiyanî ji aliyê Îsa pêxember ve hatiye. xiristiyantî di nav kurdan de pir kêm e. Belê gelek ermenî û sûryanî yên li ser dînê xiristiyanî li Kurdistanê dijîn.
Cihûtî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gotara bingehîn: Kurdên cihû
Kurdên cihû li Behdînan, Hamedan, Luristan, û Kirmaşanê dijîn[2]
Zerdeştî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gotara bingehîn: Zerdeştî
Zerdeştî navê dînê ariyanê ku halê Pêxember Zerdeştê hatû belakirin. Îro kesên ku pê bawerî bînin kêm in[çavkanî pêwîst e].

Pirtûk[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Kürdistan Tasavvuf Tarihi, Muhammed Rauf Tavakkolî, Weşanên Hîvdayê
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ http://m.risalehaber.com/kurtler-ve-islamiyet-1-15675yy.htm
- ↑ Günaydın, Eşref (Nisan 2003). Yahudi Kürtler: Babil'in Kayıp Çocukları. Karakutu Yayınları. ISBN 9758658379.