1ê hezîranê
Xuyakirin
(Ji 1'ê hezîranê hat beralîkirin)
<< | Hezîran 2025 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | ||||||
2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 | 8 |
9 | 10 | 11 | 12 | 13 | 14 | 15 |
16 | 17 | 18 | 19 | 20 | 21 | 22 |
23 | 24 | 25 | 26 | 27 | 28 | 29 |
30 | ||||||
Rojên salê |
Bûyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdistan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1924 – Piştî hevdîtinên Lozanê dewleta Tirk dest bi paqijkirina mûxalefeta hûndur kir. Kesên weke Elî Galîp, Çerkez Ethem, Refîq Xalit Karay, Refî Cevat Ulunay, Riza Tevfîk weke kesên li dijî têkoşîna Neteweyî hatin îlankirin û ji hemwelatibûna Tirkiyê hatin derxistin û hatin sûrgûn kirin.
- 1960 – Dewleta Tirk 485 girêgirên Kurdan sûrgûnî Sêwasê kirin û li vir di kampekê de hatin bi cîhkirin.
- 1966 – Li Betlîsê erdhej çêbû.
- 1975 Yekîtî Niştimanî Kurdistan YNK di bin serokatiya Celal Telabanî de li paytexta Surî Şamê hatiye avakirin.
- 1980 – Li Culemêrgê helîkopterên Tirkan gundiyên ku ji bo dirutina gîha ji sînor derbas dibûn, gûlebaran kirin, di encama bûyerê de 10 gundiyan jiyana xwe ji dest dan.
Cîhan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1880 – Yekem telefona bi heqdest hatiye sazkirin.
- 1941 – Brîtanî êrîşî Bexdayê kirin.
- 1948 – Îsraîlî û Ereban agirbest îlan kir.
- 1959 – Serxwebûna welatê Tûnûsê hatiye îlankirin.
- 1961 – Yekem weşana stêro ya FMê hatekirin.
- 1973 – Li Yewnanîstanê rejîma monarşiyê bi dawîbû û rêvebiriya Komarê destpêkir.
- 1979 – Dev-Genç ji aliyê rêvebiriya leşkerî ve bi awayekî bê dem hatiye girtin.
- 1983 – Partiya Tirkiyeya Mezin bi biryara Desteya Ewlekariya Tirk MGKê hatiye girtin.
Jidayikbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre](Kesen ku di vê rojê de ji dayik bûn)
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1885 – romanûs, nivîskarê yê bi navûdeng Vîctor Hugo çû ser dilovaniya xwe.
- 1971 – Yek ji pêşengên THKP-C Hûseyîn Cevahîr hatiye qetilkirin.
- 1992 – Nivîskara Jin a Kurd Rewşen Bedirxan jiyana xwe ji dest da.
- 1994 – Serokê DEP yê Konyayê Muhsîn Kiliç hatiye qetilkirin.
- 2007 – Dengbêjê navdar yê herêma Efrînê Apê Adîk di sed saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Cejn û salveger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Roja zarokên cîhanê ye!
Ev gotara ji bo rojeke salê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |