Apê Adîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Apê Adîk (jdb. 1907 − m. 2007), dengbêj û stranbêjekî navdar herêma Efrînê bû.

Apê Adîk
biguhêreBelge

Apê Adîk bi navê xwe yê din Hesen Adîk di sala 1907an de ji dayik bû. Adîk li herêma Efrînê xwedî navek mezin bû, ku bêtirî 70 salan stranên kurdî yên klasîkî mîna Mem û Zîn, Cebelî, Teyar, Derwêşê Evdî û Edulê gotine. Hunermend Adîk li gelek amurên muzîkê dixist, mîna tembûr, pîk û bilûr û kemanê.

Apê Adik di 1ê hezîranê 2007an di sed saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Bi beşdarbûna hejmareke mezin ji nişteciyên gundê Kora li herêma Çiyayê Kurmênc û derûdora wê pêr hunermend Adîk hatiye binaxkirin.

Ew du caran zewicî bû, û bavê 7 keç û 3 lawan bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]