16ê nîsanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji 16'ê avrêlê hat beralîkirin)
<< Nîsan 2024 >>
Du Ça În Şe Ye
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30
Rojên salê

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdistan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1992 – Li navçeya Amed Sîlwanê welatparêzekî Kurd yê bi navê Ridwan Çelebî rastî êrîşeke çekdarî ya faîlê wê ne diyar, hat û jiyana xwe ji dest da.
  • 1999 – Gerîllayê Kurd Muhamed yê bi navê kod Levent (di sala 1972an de li Kûbanê hatiye dinê), li herêma Metînan Kanîmasiyê jiyana xwe ji dest da.
  • 1999 – Gerîllayê Kurd Ulaş Demîray yê bi navê kod Rênas (di sala 1974an de li Elezîzê hatiye dinê û di sala 1993an de li Dêrsîmê tevlî nav refên gerîlla bû, fermandarê tîmê bû), Îbrahîm Yildiz yê bi navê kod Şiyar (di sala 1978an de li Dêrsîmê hatiye dinê û di sala 1997an de tevlî nav refên gerîlla bû), Şerîf Gûrbûzoglu yê bi navê kod Bagok Dilar (di sala 1972an de li Liceyê hatiye dinê û di sala 1992an de li Amedê tevlî nav refên gerîlla bû, fermandarê tîmê bû), Serdar Mert yê bi navê kod Serdar (di sala 1974an de li Sîweregê hatiye dinê û di sala 1996an de li Zapê tevlî nav refên gerîlla bû) Mîhran Oya yê bi navê kod Mîllîtan (di sala 1969an de li Erxaniyê hatiye dinê) li herêma Dêrsîmê hin ji wan di şerê li Merkezê, hin ji wan jî di encama êrîşa kombrayê de jiyana xwe ji dest dan.
  • 1999 – Gerîllayê Kurd yê bi navê xwe yê kod Mehmet yê ji Ehlatê, li herêma Erzirom Yedîsûyê jiyana xwe ji dest da.
  • 1999 – Gerîllayên Kurd Diren Atmaca ya bi navê kod Rewşen (di sala 1981ê de li Dêrsîmê ji dayikbû û di sala 1996an de li Dêrsîmê tevlî nava refên gerîlla bû), Ozlem Vural yê bi navê kod Ferda( di sala 1983an de li Sarikenta-Mazgîrtê hatiye dinê û di sala 1997an de li Dêrsîmê tevlî nav refên gerîlla bû) li herêma Dêrsîmê Hozatê di kemînekê jiyana xwe ji dest dan.
  • 2002 – Li paytexta Belçîka Brukselê Partiya Karkerên Kurdistan PKK, bi civîneke çapemeniyê encamên kongreya xwe ya heştem ji rayagiştî re ragihand. PKKê diyar kir ku wê navê xwe kiriye Konreya Azadî û Demokrasiya Kurdistan KADEK.

Cîhan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jidayikbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cejn û salveger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]