Here naverokê

Koendama zaûzê ya mêyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Koendama zaûzêya mêyan ji ya nêran cudatir e.

Şane û endamên laşê mêyan û nêran bi gelemperî dişibin hevdu lê ji bo çêkirina xaneyên hêkê, perisîna embriyo û xwedikirina korpeleyê, koendama zaûzê ya mêyan ji ya nêran cuda ye. Herwisa hin hormonên zaûzê jî taybet in bo mêyan. Çalakiya endamên zaûzê yê mêyan ji aliyên hormonên hîpotalamus,hîpofîz û yên hêkdankan ve tê rêkxistin.[1] Koendama zaûzê ya mêyan li gel berhemkirina hêkan, hin erkên din jî bi cih tîne,

evana:

  • Wergirtina sperman û di coga zaûzê de parastina sperman heta 2 rojan.
  • Şandina embriyoyê bo malzarokê.
  • Dabînkirina hawirdorek guncav bo çeqîn û xurekdana embriyo û korpeleyê di dirêjiya 9 mehî ya ducaniyê de.[2]
  • Derdana hormonan.
  • Li dawiya ducaniyê de paldan û şandina korpeleyê ji laşê diyikê
  • Piştê zayîna derguşê, berhemkirin û derdana şîr bo dergûşê.[3]

Koendama zaûzê ya mêyan ji endamên derve û endamên navî pêk tê. Endamên derve, her wekî ji navê wan jî diyar e, li derveyê laş de cih digirin.[4]

Endamên derve yê koendama zaûzê ya mêyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Endamên derve yên zaûzê ya mêyan li derveyê laş de cih digirin.

Sê erkên sereke yê endamên derve yên mêyekoendama zaûzê heye;

  • Cotbûn û wergirtina sperman hêsan dikin.
  • Rê li ber hokarên nexweşiyê digirin ko endamên navî tûşê nexweşiyê nebin.
  • Li mêyan de hestê seksê peyda dikin.

Lêvên mezin:

Lêvên mezin (bi latînî: labia majora) cotek pêkhateyên stûnî yên ji çerm in, ji binê girê rûv ber bi jêr dirêj dibin û endamên zaûzê yên derve dadipoşin û diparêzên. Derdora vulva bi lêvên mezin ve pêçayî ye. Di temenê pêgihîştînê de li ser rûyê lêvên mezin de dirêj dibin. Lêvên mezin ji çerm, bestereşaneya sist, lûsemasûlke û çewrî pêktê.[5] Herwisa lêvên mezin rijenên xwêdanê û rijênên çewrî jî lixwe digire.[2] Şaneyên lêvên mezin û yên tûrikê gun ji heman çavkaniyê peyda dibin. Ango lêvên mezin û tûrikê gun endamên homolog in.[6]

Lêvên biçûk:

Lêvên biçûk (bi latînî: labia minora) li aliyê navî yê lêvên mezin de dirêj dibin. Devê zêyê, devê mîzerê û gilik ji aliyê lêvên biçûk ve tên parastin. Lêvên biçûk tenik in û hê pirtir pigment lixwe digirin.[7]

Gilik:

Gilik (bi înglîzî: clitoris) endama herî hestiyar e di nav endamên derve yê mêyekoendama zaûzêyê de[8]. Gilik wekî gopikek biçûk xuya dibe. Li jorê devê mîzerêyê, li cihê ko herdu serên lêvên biçûk digîhêjên hev de cih digire. Gilik bi çermek dapoşî ye û lûsemasûlke û şaneya repker lixwe digire. Dema lê mêyê de hestê seksê peyda dibe, şaneya repker a gilikê bi xwîn tije dibe û diwerime.[9]

Perdeya keçinî:

Di hundirê coga zêyê, li nezikê devê zêyê de perdeyek tenik heye, ev perde wekî perdeya keçinî (bi latînî: hymen) tê navkirin. Perdeya keçini perdeyek yekpare nin e, hinek beşên wê qul e.[7] Bi vî awayê xwîn û hêka nepîtandî her meh ji zêyê tê derkirin.

Rijênên Bartholin:

Rijênên Bartholin an ji rijênên dalanî cotek rijên in. Li jêrê herdu aliyên devê zêyê de cih digirin. Rijênên dalanî lincemade (mucus) der didin nav zêyê. Bi taybetî gava hestê seksê lê mêyê de zêde dibe, derdana van rijênan jî zêde dibe û vulva şil dibe.[2]

Rijênên Skene:

Li herdu aliyên devê mîzerê de rijenên Skene cih digirin. Rijênê Skene derdana xwe ber dide nav mîzerêyê.[10] Derdanên rijênê Skene mîzerêyê li dij hokarên nexweşiyê diparêze.

Devê mîzerê:

Devê mîzerê di navbera gilik û devê zêyê de cih digire. Berevajiyê nêran, di laşê mêyan de hêk û mîz ne di heman rêyê de tên avêtin. Hêk ji zêyê, mîz jî ji mîzerêyê tê derkirin.

Girê rûv:

Li jorê vulvayê, pêkhateyek heye bi navê girê rûv an jî girê venus e (bi latînî: Mons pubis/ mons veneris). Girê rûv çînek stûr a şaneyê çewrî lixwe digire û mîna laîfek kar dike. Di dema cotbûnê de hestiyê rûv û vulvayê diparêze. Girê rûvê mirovên pêgihîştî bi mûyan dapoşrav e û şeweyê sêgoşeyî ye.[5]

Endamên navî yên koendama zaûzê ya mêyan.
 Gotara bingehîn:

Zê an jî vajîna, borriyek masûlkîye di navbera stûyê malzarokê û devê zêyê de.[1]

Zê endamek nav laşê mêyan e ji bo wergirtina spermên nêrê. Ango zê endama cotbûnê ye, spermên ji laşê nêr bi navbeynkariya çûkê li nav zêyê vala dibe û ji vir jî sperm ber bi malzarokê diçin. Herwisa zê wekî coga zayînê jî tê navkirin. Nêzikê devê zêyê de perdeya keçanî cih digire. Perdeya keçanî ya mirovên keçîn bi awayek qismî girtî ye, loma qonaxa xwîndîtinê de hêka nepîtandî û pêkhateyên ji diwarê hilweşayî yê malzarokê bi navbeynkariya zêyê di nav perdeya keçanî de tên avêtin.[11]

Zê di navbera mîzdank û tortorîkê de cih digire. Di laşê jinên temenê pêgihîştî de dirêjiya zêyê bi qasî 10 cm e.[7] Masûlkeyên dîwarê zêyê firehbûn û şidandina coga zêyê rêk dixe. Coga zêyê bi perdeya lîncê dapoşî ye. Madeya linc rûyê zêyê diparêze û şêdar (şil) dike. Zê xwediyê rijênan nîn e, madeya linc ji malzarok û ji stûyê malzarokê tê derdan. [12]

 Gotara bingehîn: Malzarok

Malzarok di hewzekelênê de, di navbera mîzdank û tortorîkê de bi şeweyê hîrmiyek serbijêr dirêj dibe.[13] Dîwarê malzarokê bi lûsemasûlkeyan, navpoşê malzarokê bi lûleyên xwînê û rijênên lincê dewlemend e. Di dirêjiya ducaniyê de, perisîna embriyo û korpeleyê di nav malzarokê de rû dide. Hinek bester (ligament), malzarokê di nav hewzekelênê de bi hestiyên piştena hewzê ve girê dide, bi vî awayê cihê malzarokê sabît dibe.[7] Çîna navî ya dîwarê malzarokê wekî navpoşê malzarokê tê navkirin. Navpoşê malzarokê perdeyek lincî ye,bi rijênên lincê û bi lûleyên xwînê dewlemend e. Xaneya hêkê di nav coga hêkê de tê pîtandin. Hêka pîtandî bi dabeşbûnê, hejmara xaneyên xwe zêde dike û wekî embriyo digihîje nav malzarokê. Embriyo noqê navpoşê malzarokê dibe. Bi çeqîna embriyoyê, rûkeşeşaneya navpoşê malzarokê, embriyoyê dipêçine. Bi vî awayê bi dirêjiya ducaniyê de malzarok piştgiriya peresîna embriyo û korpeleyê dike. Li dawiya ducaniyê, girjbûna lûsemasûlkeyên malzarokê, dergûşê ber bi coga zayînê tehn dide[5]. Di her çerxa mehaneyê de li gel hêka nepîtandî beşek ji navpoşê malzarokê tê qaşkirin û avêtin.

 Gotara bingehîn: Coga hêkê

Coga hêkê an jî coga Falloppio (bi înglîzî: oviduct / Fallopian tube / uterine tube )[6] cotek cog in ji herdu aliyên malzarokê derdikevin û ber bi hêkdankan ve dirêj dibin. Coga hêkê ji hêkdankê, hêkê digire û bi livîna perîstaltî ya lûsemasûlkeyan û bi kulkên rûkeşexaneyan ber bi malzarokê pal dide.[2] Derdanên coga hêkê, xurek dabîn dike ji bo hêk û sperman. Coga hêkê ji malzarokê sperman digûhêzînê bo hêkê. Ji hêkadankê hêkê digûhezîne bo pîtîna bi spermê ve. Hawirdorek guncav dabîn dike bo pîtîna hêkê û dabeşbûna hêka pîtandî.[14] Pîtîna hêkê di nav coga hêkê de rû dide. Hêka pîtandî dest bi dabeşbûnê dike, û bi navbeynkariya kûlk û masûlkeyên cogê, ber bi malzarokê dilive bo çeqînê.[2]

 Gotara bingehîn: Hêkdank

Hêkdank (bi înglîzî: ovary) cotek endamê zaûzê ya mêyan e bo çêkirina xaneya hêkê û berhemanîna hormonên mêyê.[1]Xaneyên hêkê di hêkdankan de tên embarkirin û persîn heta ko bi hêkdananê ber bi coga hêkê tên avêtin.[2] Hormonên wekî êstrogen, procesteron û înhîbîn ji aliyê xaneyên nav hêkdankan ve tên berhemkirin û derdan, loma hêkdank wekî rijênek zaûzê tê hesîbandin. Di hêkdankan de bi hezeran çikildanên hêkdankê heye. Çikildan ji xaneya hêkê ya negihîştî û xaneyên derdanî (bi înglîzî: endocrine cells) pêk tê.[15] Hêkexaneya (xaneya hêkê) negihîştî wekî oosît (bi latînî: oocyte ) tê navkirin[16]. Bi bandora hormona handerê tenê zer (LH), çikildana pêgihîştî diqelişe û oosîta duyem ber bi coga hêkê tê paldan. Beşa paşmayî ya çikildanê, di nav hêkdankê de diguhere,

  • Çikildanên hêkdankê xurek dabîn dikin bo hêkexane ya negihîştî.
  • Dema hêkdananê (ovulation) rêk dixin.
  • Malzarokê, cogên hêkê û zêyê amade dikin bo pîtîna hêkê ji aliyê sperm ve.
  • Navpoşê malzarokê amade dikin ji bo çeqîna hêka pîtandî.
  • Di destpêka ducaniyê de bo korpeleyê hormonên êstrocen û procesteron berhem dike, paşê heman hormon ji aliyê hevalbiçûkê (plasenta) ve tê berhemkirin û derdan.[15]

Hormonên koendama zaûzê ya mêyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hormona handerê çikildanê (FSH)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Hormona handerê çikildanê

Hormona handerê çikildanê (bi inglîzî: follicle-stimulating hormone (FSH)) yek ji gonadotropînan e ko di laşê mê û nêran de tê berhemkirin û derdan. Ji bo hormona handerê çikildanê kurtenavê FSH tê bikaranin. Ji hîpotalamusa nêr û mêyan, hormona derpirandinê (bi înglîzî: gonadotropin-releasing hormone (GnRH)) tê derdan, bi bandora hormona derpirandinê, ji hîpofîza pêş FSH û LH tê berhemkirin û derdan. FSH navê xwe ji erkê xwe ya di laşê mêyan de digire. Di hêkdankan de bandor li ser perisîna çikildanan dike. Di çikildanê de xaneya hêkê bi xaneyên granuloza dorpêçî ne . Li ser xaneyên granuloza wergirên taybet hene ji bo FSHyê. FSH bi wergirên li ser xaneyên granuloza ve tê girêdan û perisîna xaneya hêkê û çikildanê dide destpêkirin. Her wisa FSH ji çikildanan, derdana hormona êstrocen jî han dike.[8]

Hormona handerê tenê zer

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Hormona handerê tenê zer

Hormona handerê tenê zer (bi înglîzî: luteinizing hormone (LH)) hormonek gonadotropî ye, ji hîpofîza pêş a mê û nêran tê derdan û hêkdank û gun ji xwe re dike armanc. Kurtenavê hormona handerê tenê zer “LH” ye. Ji hîpotalamusa nêr û mêyan, hormona derpirandinê (GnRH) tê derdan, bi bandora hormona derpirandinê, ji hîpofîza pêş LH tê berhemkirin û derdan. Ji ber zêdebûna asta LHyê, çikildan diqelişe, xaneya hêkê ji hêkdankê der dikeve û derbasê coga hêkê dibe.[17] Piştî hêkdananê (bi înglîzî: ovulation), paşmayîyên çikildanê di hêkdankê de dimînin û diguherên bo tenê zer LH perisîna tenê zer (bi latînî: corpus luteum) han dide. Ji tenê zer hormona êstrocen, procesteron û înhîbîn tên derdan.[1]

 Gotara bingehîn: Êstrocen

Êstrocen navê koma hormonên mêyê ye, sê êstrocenên serkî heye, estradîol, estron û estrîol. Ji vana estradiol ya serdest e.[18] Êstrocen ji koma hormonên steroîdî ye. Di hêkdankan de derdana êstrocenê di temenê pêgihîştinê de dest pê dike, di menopozê de bi dawî dibe[19]. Êstrocen di hêkdankan de çikildana hêkê han dike bo perisînê. Êstrocen bandor li ser hêkdank, zê, cogên hêkê, malzarok û memikan dike. Perisîna endamên zaûzêyê rêk dixe. Di dema hêkdananê de rêjeya êstrocenê di asta herî bilind de ye. Herwisa çêbûna sîfetên zayendî yên duyem jî ji aliyê êstrocenê ve tê rêkxistin.

Di temenê korpeleyî û zarokî de hinek êstrocen di tûkila rijênên adrenal de tê berhemkirin û derdan[16]. Êstrocena rijênê adrenalê giring e bo rêkxistina hestîbûnê (bi îngilîzî:ossification) di temenê pêgihîştinê de.[20] Lê di temenê pêgihîştênê şûnve piraniya êstocena mêyan di hêkdankan de ji çikildanan tê derdan. Hinekî êstrocen ji aliyê tenê zer tê berhemkirin û derdan. Di dema ducaniyê de ji hevalbiçûkê gellek êstrocen tê derdan.

 Gotara bingehîn: Procesteron

Procesteron hormona koendama zaûzêya mêyan e ko bi gelemperî ji bo dabînkirin û parastina stûriya dîwarê malzarokê kar dike. Procesteron ji hêkdankan, ji hevalbiçûkê û ji rijênên adrenalê tê derdan.[21]Di hêkdanka de tenê zer mîna rijênê kar dike, procesteron û êstrocen der dide.[3]

Procesteron li gel hormonên din, ji bo rêkxistiana çerxa mehaneyê (bi înglîzî: menstrual cycle) kar dike. Herwisa laşê mêyê amade dike bo ducanîbûnê û heke ducanîbuyîn rû bide, berdewamkirina ducaniyê dabîn dike.[7]

Procesteron û êstrocen girîng in bo berdewamiya ducaniyê.[2] Procesteron navpoşê malzarokê amade dike ji bo egera rûdana ducaniyê. Diwarê malzarokê stûr dike ko embriyo biçeqe nav diwarê malzarokê û li wir biperise. Çeqîna embriyoyê dibe sedema çêbûna hevalbiçûkê. Di dirêjiya ducaniyê de ji xeynî tenê zer, hevalbiçûk jî procesteron berhem dike û der dide. Bi vî awayê dîwarê navpoşê malzarokê zexm dike, nahêlê hevalbiçûk ji malzarokê biqete.

 Gotara bingehîn: Çerxa mehane
Çerxa mehane navê pêvajoya bûyerên rîtmî ne ko di koendama zaûzê ya mêyan de, di destpêka temenê pêgihîştinê heta menopozê, mehê carek dûbare dibin.

Çerxa mehane (bi înglîzî: menstrual cycle) navê pêvajoya bûyerên rîtmî ne ko di koendama zaûzê ya mêyan de, di destpêka temenê pêgihîştinê heta menopozê, mehê carek dûbare dibin. Çerxa mehane ya cara ewil, nîşana destpêka temenê pêgihîştinê ye û bi gelemperî di temenê 12 - 14 salî de dest pê dike.[2] Çerxa mehane heta temenê 45-50 salî bi awayekî asayî didome, paşê hêdî hêdî rîtma wê xira dibe, di salên menopozê de çerxa mehane bi awayekî mayînde radiweste.[19] Dirêjiya dema çerxa mehaneyê bi gelemperî 28 roj e.[1] Lê dibe ko ji ber hin sedeman, dirêjiya vê demê biguhere bo 20 heta 40 rojan[22]. Bi gelemperî pêvajoya çerxa mehane di çar qonaxan de tê pêşkêşkirin. Ev çar qonax guherînên li hêkdank û yên li malzarokê lixwe digirin.

Qonaxa xwîndîtinê:

Heke xaneya hêkê di coga hêkê de rastê sperman neyê, ango pîtîn rû nede, tenê zer hildiweşe.[2] Bi hilweşîna tenê zer, asta rêjeya hormonên procesteron û êstrocen ji nişka ve dadikeve. Ji ber kêmbûna hormonan, xwînberên firehbûyî yên navpoşê malzarokê (bi latînî: endometrium) teng dibin, herrika xwînê kêm dibe. Kêmbûna herrika xwînê dibe sedema hilweşîna navpoşê malzarokê. Ev qonax, wekî qonaxa xwîndîtinê tê navkirin.Şileya xwînditinê ji derdanên rijênên navpoşê malzarokê, xaneyên navpoşê malzarokê, xwîna ji xwînberên malzarokê û xaneya hêkê ya nepîtandî pêk tê.[2]

Qonaxa çikildanê:

Di vê qonaxêde bi bandora FSH û LHyê çikildanên hêkdankê diperisin û yek ji van çikildanan hê baştir digihîje û dibe çikildana serdest. Ji çikildanan êstrocen tê derdan. Oosîta yekem a çikildana serdest, di qonaxa çikildanê de pêvajoya miyoza yekemê diqedîne û oosîda duyem a haploîdî peyda dibe. Paşê di oosîda duyem de miyoza duyem dest pê dike, lê miyoza duyem di qonaxa metafazê de radiweste.[17] Herwisa êstrocen di xaneyên navpoşê malzarokê de dabeşbûna mîtozê dide destpêkirin. Derdana lincemade zêde dibe. Di vê qonaxê de rijênên malzarokê jî diperisin lê çalak nabin. Ji ber ko xaneyên navpoşê malzarokê pir dibin, lûleyên xwînê zêde dibin, dîwarê malzarokê stûr dibe û dişibe îsfencê, ev qonax wekî qonaxa stûrbûnê (bi înglîzî: proliferative phase) tê navkirin[8]

Qonaxa hêkdananê:

Di xwînê de zêdebûna xestiya êstrocenê, hîpotalamusê han dike ko hê zêdetir GnRH der bide. Zêdebûna GnRH bandor li hîpofîza pêş dike, bi vî awayê hê zêdetir hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. Xestiya LHyê zêde dibe, ji ber bandora LHyê çikildana pêgihîştî dipeqe, xaneya hêkê (oosîta duyem) û şileya çikildanê ji çikildana qelişî, ber bi coga hêkê tên berdan. Peqîna çikildan û avêtina hêkê wekî hêkdanan (bi înglîzî: ovulation) tê navkirin.

Qonaxa tenê zer:

Piştê hêkdananê, paşmayiyên çikildanê (xaneyên çikildanê) diguherin bo pêkhateyek derdanî ya bi navê tenê zer. Bi hankirina LHyê, ji tenê zer hormona procesteron û êstrocen tê berhemkirin û derdan. Bi bandora hormonên êstrocen û procesteronê, xwînberên malzarokê bi şêweyê lûlpêç fireh dibin, rijênên malzarokê gir dibin. Ji van rijênan bo embriyoyê şilemeniya xurek tê derdan. Şileya derdanê bi glîkocen dewlemend e.[7]

  1. ^ a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ a b c d e f g h i j Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. ^ a b Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  4. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  5. ^ a b c Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  6. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. ^ a b c d e f Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  8. ^ a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  9. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10. ^ Moalem S, Reidenberg JS. Does female ejaculation serve an antimicrobial purpose? Med Hypotheses. 2009 Dec;73(6):1069-71. doi: 10.1016/j.mehy.2009.07.024. Epub 2009 Sep 18. PMID: 19766406.
  11. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "vagina". Encyclopedia Britannica, 27 May. 2020, [1]. Accessed 30 December 2021.
  12. ^ USMLE Step 1 Lecture Notes 2017: Anatomy. Simon and Schuster. 2017. p. 185.
  13. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  14. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "fallopian tube". Encyclopedia Britannica, 26 May. 2020, [2]. Accessed 8 January 2022.
  15. ^ a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  16. ^ a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  17. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  18. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "estrogen". Encyclopedia Britannica, 29 Aug. 2014, [3]. Accessed 26 January 2022.
  19. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  20. ^ Alberts, B., Johnson, A., Lewis, J., Morgan, D., Raff, M., Roberts, K., & Walter, P. (2014). Molecular Biology of the Cell (6th ed.). NY: Garland Science.
  21. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "progesterone". Encyclopedia Britannica, 13 Aug. 2020, [4] Accessed 3 February 2022.
  22. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.