Banbanke
Banbanke an banbankeya Misrê | |
---|---|
![]() | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Carnivora |
Famîle: | Herpestidae |
Binefamîle: | Herpestinae |
Cins: | Herpestes |
Cure: | H. ichneumon |
Navê zanistî yê latînî | |
Herpestes ichneumon (Linnaeus, 1758) | |
![]() | |
Belavbûna Banbankeyan li Cîhanê (kesk - xwecî, sor - heger pêşkeşkirî ye) |
Banbankeya Misrê an banbanke (Herpestes ichneumon), cureyekî guhandarên goştxweran e ji famîleya banbankeyan (Herpestidae) ye.
Şayes[biguherîne]
Dirêjiya banbankeya Misrê di navbera 48–60 cm û teve dûvikê 33–54 cm. Giraniya banbankeya Misrê ji 1.7–4 kg.[2]
Reftar[biguherîne]
Banbankeya Misrê çalakgerê rojê ye. Banbanke heta 12 salî dijî ye,lê carna digihîje 20 salan di rewşa girtî da.[2][3]
Xwarin û parêzî[biguherîne]
Banbankeya Misrê goştxwer e ku xwarinên wê ji kojer, balinde, masî, xijende, bejavok, mêş û mûr çêdibin, lê dikane hêk û mêwe jî bixwe.Banbanke dikane êrîşê maregîska Felestînê (Vipera palaestinae), kobrayê çolê (Walterinnesia aegyptia ) û kobrayê jehrtifokê bi qirikê reş (Naja nigricollis) bike û wan bixwe.[4]
Belavbûn û rewşa parastinê[biguherîne]
Banbankeya Misrê li gihayên savana, daristanan û nêzî avê dijî.[5]Banbanke li Misr, Spanya, Portûgal, Îsraîl,Sûrî, Tirkiye, başûrê Kurdistanê û piraniya welatên bine Sahara yê ji xeynî Komara Kongoyê Dimokratî, rojavayê Afrîkayê Başûr û Namibiya yê têne dîtin. Banbanke pir çendîn e, lê rewşa parastinê banbanke ne di bin xeterê nemabûnê ye.[3]
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ Herrero, J., Cavallini, P. & Palomares, F. (2008). Herpestes ichneumon. In: IUCN 2008. IUCN Red List of Threatened Species. Downloaded on 22 March 2009. Database entry includes a brief justification of why this species is of least concern
- ↑ a b "Lioncrusher's Domain". Roja wergirtinê: 2007-04-17.
- ↑ a b "Animal Diversity Web: Herpestes ichneumon". Roja wergirtinê: 2007-04-17.
- ↑ Ovadia, M. and Kochva. E. (1977) Neutralization of Viperide and Elapidae snake venoms by sera of different animals. Toxicon 15. 541-547.
- ↑ "Blue Planet Biomes". Roja wergirtinê: 2007-04-17.
Girêdanên derve[biguherîne]
