Sûra Amedê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Birca Heft Birayan hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Sûra Amedê
Sûra Amedê (ji birca Bizinê de).
Birca Evlî Beden.

Sûra Amedê an Kela Diyarbekrê ku li cîhanê piştî Sedda Çînê dirêjtirîn beden e, bêguman ji bo dîtinê li Amedê pêştirîn cih e. Bi awayê avakirin û zexmiya xwe, bi nivîsên xwe, bi motîv û şeklên ku lu rûyê keviran hatin e niqartin re niha kîtbeyên 12 şaristaniyan têne xwendin.

Mêjûya avakirin sereta ya kelehê nayê zanîn jî lê di sala 349ê p.z. de ji aliyê împeratorê Romayî Konstantînê I ve yekemîn car hatiyê firehkirin û hin derên wê hatine nuhkirin. Çar deriyên kelehê hene û her deriyek bi hêleke bingehîn ve vedibe. Paşê, bi mezinbûna bajêr re di bedenê de hin deriyên din jî hatine vekirin. Beden, ji 5 km yan dirêjtir e û di şeklê masîmertalek de dor li bajêr dipêçe. Bilindiya dîwarên kelehê 12 m firehbûna dîwaren jî 3-5 m ye û 82 bircên xwe hene.

Kela Hundirîn[biguherîne]

Dîroka Kela Hundirîn a ku li aliyê bakurê rojhilan ê sûrên Amedê hatiye bicihkirin bi îhtimaleke mezin digihêje dema gelê Hûrî-Mîtanî (B.Z. 4-3 hezar) ku gelê pêşîn e ku li vê herêmê bi cih û war bûye. Kela Hundirîn piştî ku sûrên bajêr ji hêla Romayiyan ve hatin çêkirin, bû xwediyê cihekî taybet û her tim wekî navenda rêveberiyê hate bikaranîn. Sûrên pêşîn ên ku Kela Hundirîn dorpêç dikirin û di Kembera Artûqiyan a niha re derbas dibûn, paşê xera bûne.

Qanûnî Sultan Suleyman 16 birc û du avahî lê zêde kirine û Ava Hamravat jî aniyê wir. Çar deriyên Kela Hundirîn ên bi navê Deriyê Serayê, Deriyê Kupelî, Deriyê Fetîh û Deriyê Orgûn hene. Di nav Kela Hundirîn de avahiyên giranbuha hene. Mizgefta Kelayê (Mizgefta Hz. Suleyman, Mizgefta Nasiriye), Kaniya Bişêr, Kembera Artûqiyan, Girê Wêran, Seraya Artûqiyan û Dêra Saint George çend heb van cihan in.

Bircên Kelayê[biguherîne]

Li ser sûran çargoşeyî, pirgoşeyî û bi şeklê gilover bi giştî 82 birc hene. Li aliyê ku li Geliyê Dîcleyê û Ben û Senê dinêre, ji ber ku parastina wê hêsantir e, birc kêm in û çargoşeyî ne. Li eniya Deriyê Çiyê û Deriyê Rihayê, ji ber ku ji êrîşên neyaran re vekirî ye, hejmara bircan zêdetir e û şeklê bircên li vê derê jî gilover e.

Bircên ku di dema Artûqiyan de hatine çêkirin bi mezinahî û nexşên li serê ji bircên din cudatir in. Birc bi giranî du tebeqeyî, hinek jî sê-çar tebeqeyî ne. Qatên jêrîn wekî depo û embar, tebeqeyên jorîn jî bi armancên leşkerî hatine bikaranîn.

Di nav van 82 bircan de ji ber mezinahî û nexşên xwe, bircên wekî Bedena Mezin (Ben û Sen), Birca Heft Birayan, Birca Bizinan, Nûr, Birca Findiqan, Merwanî, Qîza Qirêl û Dûpişk zêdetir tenê nasîn.

Birca Bedena Mezin[biguherîne]

Birca Bedena Mezin an jî Birca Ben û Sen (tr.:Ulu Beden an Evli Beden Burcu) li aliyê başûr ên sûran e. Birc di sala 1208'an de li ser navê hikûmdarê Artûqiyan Melîk Salih ji hêla Îbrahimê Kurê Mîmar Cafer hatiye çêkirin. Bircên Bedena Mezin û Heft Birayan (ku wekî bircekê têne hesibandin) bi avahîsaziya xwe ya sîlindiriîk, bi kitabeya ku wan dorpêç dike, bi nîgarên eyloyê duserî, şêrê bibask gelekî bi heybet, bi plansazî û xemlên xwe gelekî dişibin hev.

Li gorî efsaneyê: Hikûmdarê wê demê pêşbaziyekê li dar dixe. Fermanê dide ku li şûna van her du bircan, du bircên pir bilind û qewîn ên ku plana wan bi destên wî hatiye xêzkirin, bên avakirin. Li bajêr bi tenê du kes dikarin vî karî bikin. Yek ji wan hosta ye, yek jî qelfeyê wî ye. Xewn û daxwaza hosta ev e ku hostatiya xwe careke din nîşan bide, xewn û daxwaza qelfe jî ew e ku di hostatiyê ji hostayê xwe bibore. Hosta Birca Heft Birayan, qelfe jî Birca Bilind lêdike. Di encama kar de hikûmdar birca qelfe hîn zêde diecibîne. Hosta bi vê yekê gelekî bi ber xwe dikeve û ji ser bircê xwe davêje xwarê.

Birca Heft Birayan[biguherîne]

Birca Heft Birayan.

Li gorî efsaneyekî din: Dijminan bajar dorpêç kiriye, piştî şerê ku bi rojan dewam kiriye, ji bilî birca ku heft birayan parastina wê dikir, bajar ketiye destê neyaran. Keyê neyaran ji bo lihevkirinê, qasidekî dişînin cem heft birayan. Heft bira ji qasid re mercên teslîmbûna xwe dibêjin. Li gorî van mercan di dema teslîmbûnê de dê key û fermandar werin, dema ku ew teslîm bûn dê wan efû bike. Qiran wan mercan dipejirîne û tevî fermandarên xwe diçe nav bircê. Çawa ku qiral û fermandar dikevin nav bircê, teqînek pêk tê. Ji ber ku heft birayan agir bi depoya barûdê daye, ew teqandiye. Bi teqînê re qiral, fermandarên wî û heft bira dimirin. Bajar rizgar dibe.

Birca Bizinan[biguherîne]

Birca Bizinan li rojhilatê Deriyê Mêrdînê, li ser zinarekî tiraştî ye mezin hatiye bicihkirin. Birca herî kevn û herî mezin a li ser sûran e. Dîroka çêkirina wê bi awayekî teqeez nayê zanîn, lê belê li ser wê nivîseke ku dibêje, di sala 1223'yan ji hêla Merwaniyan ve hatiye tamîrkirin heye. Wisa tê bawerkirin ku ev birca 11 kemberî demekê wekî perestgeh jî hatiye bikaranîn.

Çavkanî[biguherîne]

  • Mirata me ya çandî û dîrokî ya nav şûrê, Şaredariya Sûrê