Dibistanên kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Dibistanên kurdî, dibistanên ku zaroyên kurdan di wan de bi zimanê xwe yên dayikê perwerde dibînin in. Dîroka dibistanên kurdî ya hemdem, bi Medresaya Sor re dest pê dike. Lê ku mirov li ser gotinan Dibistanê re dîroka wê bêne ser ziman, divêt ku mirov bibêje ku dîroka wê diçêt heta deme Hûrî û Mîtanîya û Gûtî, Qasîtt Lorî, Medîya û hwd. Di demên piştre de jî, Dema Şadadîyan û Dema merwanîyan û hwd jî, ji vî aliyê ve, hin pêşketinên mazin ên ku mirov wan bêne ser ziman hene. Bi taybetî, di Dema Eyûbîyan de, weke Medresa heskîfê û Medreseya Sor û hwd, demne nû tên dest pê kirin. Dema Medreseya Sor, demeka taybet û pêşketîya di nav demên perwerdekirinê ên li Kurdistanê de. Dibistanîya kurdî, li ser Medreseyan û dergahên şêx û alimên bi vî rengî re, demne xwe yên pirr mazin û dirêj di buhurêne. Lê dem, ku dihê demên sadsale 18 û 19 min û hwd, êdî demne nû dest pê kin. Bi taybetî, rêveberîya siyasî ya kurdan ku êdî ji holê dirabbê û ew bê hêz tên kirin, êdî dibistanên wan yên ku wan jê alim û zaneyên xwe derdixistin û zaneyên xwe mazin dikirin û zaroyên di wan de perwerde kirin, ji holê dirabin. Ji sadsale 20´an û heta ku dihê sadsale 21´ê û hwd, piştî ku ew winkirin dibin di vî aliyê de, êdî wê kurd bi hemû hêza xwe re bikevina nava tekoşîneka zimanî de. Ji ber ku zimanê wan qedexe bû. Çend ku li Rojhilat li Kurdistanê ser 50 milyonî re kurd dijîn jî, tenê dbistaneka wan ya ku ew karibin têde zaroyên wan têde perwerde bikin nîn a. Kurdistanê, piştî ku di Konfaranse Lozanê de hat qatkirin, êdî piştre li ser wê re li kurdistanê, çar hêzên ku bi piştgirîya rojava bûn li Kurdistanê serwer bûn. Ew jî hêz jî, Tirkiye, Îran, Îraq û Sûrî bûn. Her beşa ku hêzek ji wan hgêzan lê şerdest bû, li wir zimanê xwe serdest kir û xwest ku tenê ew zimanê we hebe. Minaq, li Bakûrê Kurdistanê ku Tirkiye serdest bû û ew qat û beşa kurdistanê kiribû bin destê xwe de, zimanê kurdî lê qedexe bû û kurdan lê nikaribû ku zimanê xwe bikarbênin. Dibistanên ku kurdan bi derfet û imkanên xwe re vekirin jî, bi şîdet û zorê, wê dewletê ew girtin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî, Îran serdest bû, wê jî, weke tirkî, deme ku kurdan dibistanên xwe zimanê xweyê dayikê vedikirin, bi şîdet û zorê ew jî dihat bi ser wan de û ew dibistan, wê ji holê dirakirin. Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî, Sûrî Serdest bû û wê jî, heman tişt weke Îran û tirkiye dikir. Wê jî, dibistanên ku kurdan ji xwe re vedikirin, xira dikirin. Heman rewş li Başûrê Kurdistanêa ku lê Îraq serdest bû de jî dibû. Lê kurdan, ew ji xwe re kirina hênceta tekoşîna azadiyê û ramanê û bi wê re ketina tekoşînê de. Î ro, em ketina 2012´an de, lê hê jî kurd, wê têkoşîna xwe didin. Ji ber ku hê wan ew mafê xwe yê ku ji hebûna xwe tê, bidest nexistîya. Hê li her çar qatên kurdistanê, pêvajoyên bişavtinê(asîmlesyonê]] li ser serê kurdan tê meşandin ji aliyê van dewletên ku me navê wan hanî ser ziman ên ku li ser beşên kurdistanê piştî ku hat qatkirin ku serdest bûna.

Perwerde, dem û dîroka wê[biguherîne]

Bi kurtasî demên perwerdê ên dîroka kurdan[biguherîne]

Awayê perwerde[biguherîne]

Ji demên parastgahan hatin û gihiştina dema Medresa û dergahan[biguherîne]

Dem û serdemên nû ên perwerdehîya kurdî[biguherîne]

Pirtûk û amûrên perwerdê[biguherîne]

Dem û awayê perwerdehîya bingihîn[biguherîne]

Zankoya kurdî[biguherîne]